1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dêrsîm ji pêşwazîkirina Cansiz re amade ye
Dêrsîm ji pêşwazîkirina Cansiz re amade ye,dêrsîm,ji,pêşwazîkirina,cansiz,re,amade,ye

Dêrsîm ji pêşwazîkirina Cansiz re amade ye

Li Dêrsîmê xebatên merasîma cenazeyê Sazumankara PKK'ê Sakîne Cansiz a ku li Parîsê hate qetilkirin ber bi dawîbûnê ve diçin. Li navenda bajar wêneyên 3 siyasetmedarên kurd ên jin hatin daliqandin.

A+ A-

Li Dêrsîmê xebatên merasîma cenazeyê Sazumankara PKK'ê Sakîne Cansiz a ku li Parîsê hate qetilkirin ber bi dawîbûnê ve diçin. Li navenda bajar wêneyên 3 siyasetmedarên kurd ên jin hatin daliqandin.

Li bendeye ku cenazeyên 3 siyasetmedarên kurd ên jin ên ku di 9'ê çileyê de li paytexta Parîsê ya Fransayê hatin qetilkirin bînin Amedê. Merasîma cenazeyan dê di pençşemê saet di 11.00'an de li Qada Batikentê ya Amedê pêk bê û pişt re dê bi girseyî ber bi warên wan ve bên oxurkirin. Li Dêrsîmê xebatên merasîma cenaze ya ji bo Cansiz berdewam dikin. Cenazeyê Cansiz a ku roja înê saet di 08.00'an de ji Amedê ber bi Dêrsîmê ve bê rêkirin dê li Pira Seyîtler a ketina Dêrsîmê bi girseyî bê pêşwazîkirin. Cenaze dê bibin mala malbatê ya li taxa Dag û pişt re dê bibin Cemxaneya Dêrsîmê. Saet di 13.00'an de dê li cemxaneyê merasîm pêk bê û pişt re jî dê bi meşê bibin Goristana Şehîtlîkê ya Asrî bê definkirin.

Xebatên li goristanê berdewam dikin û li gel vê ykeê riyên mezraya Taxtal a gundê Batmanê ya Dêrsîmê ya ku Cansiz lê hatine dinê jî hatin destpêkirin.

Li avahiya BDP'ê ya Dêrîsmê û Şaredariya Dêrsîmê jî di nav de li gelek cihan pateyên reş ên wêneyên 3 siyasetmedarên kurd ên jin ên hatin qetilkirin li ser hatin daliqandin.

DİHA