Dîgorî dê xwedî li îradeya xwe derkevin
QERS (DÎHA) - Welatiyên navçeya Dîgorê li dijî girtina hevşaredarên xwa nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku ew ê xwedî li îradeya xwe derkevin, pêwîst be dê bi hevre xebatê şaredariyê pêk bînin.
Di encama pêla qirkirina siyasî ya li hemberî şaredariyê DBP'î herî dawî li navçeya Dîgorê ya Qersê operasyon pêk hat. Li navçeyê di 18'ê Mijdarê de polîsan Hevşaredarên Dîgorê Ekrem Bîngul û Şengul Erkmen, Midûrê Muhasebeyê Reîs Kaftelek û Midûrê Karên Nijîsan Yaşar Ozdînler hatin binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Dadgehê mehaneya Hevşaredar Şengul Erkmen weke "zîmet" şîrove kir. Dadgehê li hemberî biryara hate dayîn nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku girtin xespkirina îradeyê ye.
Ji esnafên navçeyê Yilmaz Çalkentîr anî ziman ku mehaneya hevşaredar wekî hincet hatiye nîşandan û biryareke siyasî hatiye dayîn û wiha axivî: "Şaredariya me ligel hemû zor û zehmetiyan di warê civakî, aborî û siyasî de xizmete cidî dida. Dewlet di ferqa vê yekê de bû û xwest vê asteng bike. Bi pêkanîna vê yekê jî xwest li Têgorê valatiya otorîteya siyasî derxîne. Em li pişt îradeya xwe ne. Em ê projeyên ku wan nîvcî hiştine temam bikin. Ji bo vê pêwîst be em ê bibin karker, pêwîst be jî em ê bibir serok."
'Armanca êrîşan durxistina gel ji rêveberiyên cewherî ye'
Welatiya bi navê Ferîde Halîtoglu jî bilêv kir ku ew dizanin êrîşa li dijî şaredariyan siyasî ye û li Kurdistanê bi salan e sîstema hevserokatiyê heye; lê cara yekem e ku li Têgorê hincet tê nîşandan. Halîtoglu wiha axivî: "Sîstema hevserokatiyê bi biryarên ji meclîsê hate wergirtin jî siyasî bûye û bi mehan e şaredarî bi vî rengî tê rêvebirin. Ev êrîş li dijî şaredariyên xizmetê didin pêk tên. Ji bo gel ji rêveberiyên cewherî durxistinê ev êrîş tên kirin. Dibêjin an hûn ê serî bitewînin an jî ez ê îradeya te ji destê te bigirin. Bi vî ferasetê ve êrîşan pêk tînin. Ev tiştekî ku bê qebûlkirin nîne. Li vir îradeya gel a hatiye hilbijartin heye, seknek heye û li dijî vê bêhurmetî hati kirin. Bila bê zanîn ku ev gel dê her tim bi îradeya xwe re be."
'Ev li dijî îradeya gel êrîş e'
Ji esnafên navçeyê Tosun yula jî destnîşan kir ku ew ê xwedî li şaredariyên xwe derkevin û ew ê tu caran destûrê nedin valatiya tu dewlet dixwaze di dawê xizmetê de derxîne holê. Yula wiha got: "Paşeroja Têgorê heta 1950'an diçe. Bi salan kesên durî feresate gel hatin rêveberiyê û xizmetek nedan. Lê ev du serdem e feresata ku şaredariya gel esas digire li Têgorê xebateke cidî da meşandin. Ji komarê heta niha pirsgirêka binesazî û avê nehatibû çareserkirin. Şaredariya me niha hat asta pirsgirêka avê ya 50 salan çareser bike lê dewlet desturê nade û hevşaredar girtin. Em wekî gelê Têgorê vê yekê ras nakin û em ê kolan bi kolan, tax bi tax bi meclîsa xwa ya taxê ve xizmetê bidin."
(sa)