1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. DÎHA derbasî weşana bê şîfre dibe
DÎHA derbasî weşana bê şîfre dibe,dîha,derbasî,weşana,bê,şîfre,dibe

DÎHA derbasî weşana bê şîfre dibe

A+ A-

11:41 18.02.2014

AMED (DÎHA) - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) xwe amade dike ku piştî weşana 12 salan derbasi weşana bê şîfre bibe.

DÎHA, piştî weşana xwe ya 12 salan xwe amade dike ku di çarçoveya politiqaya weşana nû de şîfre rake û derkeve pêşberî xwendevanên xwe. DÎHA 12 salin bi şîfre ji aboneyên xwe re di bin şiara "Ji rastiya tu car taviz nayê dayin" nûçe radigihine. Ji vir û pê de di roja "21 Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê" de dê şîfreya xwe rake. Bi rakirina şîfreyê ve tê hêvîkirin ku hêjmara xwendekarên DÎHA yê zêde bibin.

Li ser weşana DÎHA yê ya bê şîfre Editorê Nûçeyên Kurdî Mehmet Ali Ertaş axivî û wiha got "Wek DÎHA yê ev 12 salin em xizmeta nûçeyên rast dikin. Armanca me ewe ku em di rojane nava civakê de bikaribin xizmeta ragihandinê bikin. Ev 12 sal in DÎHA weşana Kurdî, Tirkî û Îngilizî dike." Ertaş anî ziman ku di nava 12 salan de wan weşana bi şîfre kir, ji vir pê de wek ajansa DÎHA'yê jı bo ku xwe rehet bigihînin gel û gel jî xwe rihet bigihînin me em derbasi weşana bê şîfre dibin. Ajansa me jı bo ku civakê ronî bike, herikîna nûçeyan bike û ji bo civak xwe rihet bigênîn nûçeyan divê em vê şîfreyê rakin. Weşana bê şîfre tenê ji bo nûçeyên rojane derbas dibe. Dosyayên taybet û nûçeyên taybet dê dîsa bi şîfre bin. Ji bo ku em ji civak û aboneyên xwe re xizmet bikin 21 Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de em ê şîfrê rakin. Niha hêjmara xwendevanên me ji 70 hezarî zêdetir e. Dema me şîfre rakir em bawarin ku ev hêjmar dê ji 200 hezarî zêdetir bibe.

(hş/mae)