DÎHA'yê 10. salvegera xwe pîroz kir
DÎHA'yê 10'emîn salvegera xwe bi dostên xwe re pîroz kir
Gerînendenê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol di 10'emîn salvegera DÎHA'yê da axivî û anî ziman ku tirkan Ajansa Anadoluyê, îngîlîzan jî Ajansa BBC'ê hebû û wiha got: "Divê ajanseyek kurdan jî heba. Ji bo vê yekê 10 sal berê DÎHA hate avakirin. Avakirina DÎHA'yê şoreşeke e." Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk jî diyar kir ku kevnaşopiya çapemeniya azad gelek bedelên mezin dan û wiha got: "DÎHA dengê mazlum û kurdan e."
Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) bi minasebeta 10'emîn salvegera avakirina xwe li Sumerparkê resepsiyonek li dar xist. Edîtorên DÎHA'yê, midûrên nûçeyan, gelek nûçegehên DÎHA'yê, Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, parlementerên BDP'ê Adîl Kurt û Nursel Aydogan, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Serokê Odeya Tabîban ê Amedê Şemsettîn Koç, Prof. Dr. Mîthat Sancar, Parlementerê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, Gerînendenê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Sekreterê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Başurê Rojhilat Faruk Balikçi, JÎNHA, Kovara Heviya Jinê, xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat, GUN TV û Ozgur Gundemê, gelek nûnerên saziyan, malbatên rojnameyên jiyana xwe ji dest û hatin girtin tevlî şevê bûn. Di salonê de pankarta wêneyên rojnamegerên jiyana xwe ji dest dan û hatin girtin hate daliqandin. Resepsiyonê bi rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re sînevîzyona ji nûçeyên DÎHA'yê pêk tê hate pêşandin.
'Avakirina DÎHA'yê şoreşek e'
Di resepsiyonê de ewil Gerînendenê Giştî yê Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol axivî û diyar kir ku çapemeniya azad 23 sal li pey xwe hiştin û di gelek astên girîng de derbas bû. Aykol, anî ziman ku ji rojnameyên hefteyî derbasî rojnameyên rojane bûn û ev yekê şoreşek e. Aykol, da zanîn ku rojnamegerên wê demê gelek hatin qetilkirin û bûroyên rojnameyê hatin bombekirin û wiha axivî: "Tirkan Ajansa Anadolu û îngîlîzan jî BBC hebû. Divê ajanseke kurdan jî hebe. Ji ber vê yekê 10 sal berê DÎHA hate avakirin. Avakirina DÎHA'yê şoreşek e. Em weke DÎHA 10 salî ne. Ajansa Anadoluyê 92 saliye. Her roj têkildarî kurdan de nûçeyên derew çêdike. Lê hevalên me wekî wan hêj wisa nizanin kar bikin. Ji ber ku hevalên me nûçeyên derew çênakin. Ev aliyê henek e. DÎHA dê her tim rastiyan binivîse. Dema we di DÎHA'yê de nûçeyek dîtin hûn dê bêjin 'Erê ev rast e'"
'Nûçegihanê me yê zextan nebîne tuneye'
Ji edîtorên DÎHA'yê Abdurrahman Gok jî dîroka DÎHA'yê vegot û anî ziman ku her roj ajansa wan pêşdikeve û hinek derdorê jî dixwazin pêşketina wan asteng dikin. Gok, diyar kir ku ji ber vê yekê di sala 2004'an de êrîşa yekem dest pê kir û her roj van êrîşan berdewam kir û wiha got: "Her rojê nûçegihanên me û xebatkarên me tên binçavkirin. Di nav nûçeghinanên me de nûçegihanê nehatiye binçavkirin, girtin û zext û zordarî nedîtin tunene. Gelek nûçegihanên me ji ber karê kirin rojnamegeriyê hatin girtin û niha di girtîgehan de ne. Xwestin bi operasyona dawî dengê ajansa me qut bikin lê negihiştin armanca xwe. Piştî operasyona li dijî ajansa me gelek kesan bi dildarî ji me re nûçegehanî kir. Ji gelek aliyan ji me re nûçe hatin. Bi kurtasî xwedî derketineke mezin hebû."
Turk: DÎHA dengê mazluman û kurdan e
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk jî axaftina xwe bi gotina "DÎHA dengê mazluman û kurdan e" dest pê kir û diyar kir ku çapemeniya azad gelek bedelên mezin dan û wiha got: "Em îro dibînin ku ev ked vala neçûye. Têkoşîna gelê me her roj mezin dibe. Berxwedana gelê me ya bi hempa dê her tim berdewam bike. Polîtîkayên kurdan bêdeng bikin hêj berdewam dikin."
Kişanak: Çapemeniya azad dibe sedema nivîsandina dîroka rast
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gulten Kişanak jî diyar kir ku ew di salvegera çapemeniya azad a girîng de hatin cem hev û wiha got: "Musa Anter digot, 'Her tim kurdan wekî eşqiya û nezan didin nasîn. Ji ber ku kurdan dîroka xwe nenivîsî. Heke em bixwazin dî dîrokê de nîşeyekê bigirin û dîrokê rast binivîsin divê em dîroka xwe binivîsin' Ji ber vê yekê çapemeniya azad peywireke gelek girîn bi cih tîne. Ji bo dîrok rast bê nivîsîn şahidiyê dike. Heke kevneşopiya çapemeniya aza neba û me dê ji dîroknasên tirk dîroka derewan zanîba. Hevalên me bi bedelên gelek mezin dibin sedema dîrok rast bê nivîsîn."
Baydemîr: Çapemeniya tirk ji sedî 95 nûçeyên derew dinivîse
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî diyar kir ku çapemeniya tirk jî sedî 95 nûçeyên derew çêdike. Baydemîr, anî ziman ku çapemeniya azad nûçeyên rast çêdike.
Pişt re dayîka ji şehîdên çapemeniya azad Mazlum Erencî Remziye Erencî jî axivî û wiha got: "Xeyaleke Mazlumê min hebû. Ew jî gerîla bû. Xeyaleke min jî hebû ew jî wî bi cilên gerîla bibînim bû. Lê nebû qismet."
Piştî axaftinan Koroya Zarokan a Şaredariya Surê derket ser dîkê û staran gotin. Herî dawî xebatkarên çapemeniya azad bi hev re wêne kêşandin.
(bd)