1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Dîlana kurdî qedexeye, dîlana tirkî bikin'
'Dîlana kurdî qedexeye, dîlana tirkî bikin',dîlana,kurdî,qedexeye,dîlana,tirkî,bikin

'Dîlana kurdî qedexeye, dîlana tirkî bikin'

A+ A-

Girtiyê li Girtîgeha Amasyayê Avnî Bînîcî, diyar kir ku binpêkirina mafan her ku diçe zêde dibe û rayedarên girtîgehê êrîşên provakatîf li dijî girtiyan pêk tînin. Bînîcî, da zanîn ku gelek girtiyên dîlan girtinê rastî cezayê ragihandinê hatine û rayedarên girtîgehê ji wan re gotiyê: “Dîlana kurdî qedexeyê. Hûn karin dîlana tirkî bigirin."

Girtiyê li Girtîgeha Amasya ya Girtî dimînê Avnî Bînîcî, derbarê binpêkirina mafan ên li girtîgehê zêde dibe de nameyek şand. Bînîcî, di nameya xwe de diyar kir ku rayedarên girtîgehê li dijî girtiyan dikevê nav hewldanên provaktîf. Bînîcî, destnîşan kir ku, ji nîvê sala 2011'an de gelek girtî sirgûnê girtîgehên Derya Rêş hatine kirin û wiha got: "Gelek hevalên me sirgûnê Girtîgeha Amasya ya Girtî hatine kirin. Dema cara yekemîn ez hatim, rayedarên girtîgehê gef li min xwar. Ji ber van gefan hinek hevalên me raste êrîşên fîzîk hatin."

‘3 GIRTÎ RASTÎ LÊDANÊ HATIN'

Bînîcî, destnîşan kir ku derbarê gelek hevalên wan de gelek lepirsînên disîplînê hatine vekirin û wiha nivîsand: "Hemû hevalên me herî kem 2 caran cezayê disîplînê girtine. Li girtîgehê 'tîma provakatîf' a ji gardiyanan pêk tê her tim êrîşên gotin û fîzîkî dikin. Bînîcî, diyar kir ku di 26 cile de "tîma provakatîf" êrîşê odeyak girtiyan kir û di vê êrîşê de girtiyên bi navê Kamuran Parlak, Mesut Bîldîk û Faruk Aksaç hatin darp kirin.

JI BO KESÊN DÎLANA KURDÎ GIRTIN CEZAYÊ QEDEXE KIRINA AGAHDARIYÊ !

Bînîcî, bilêv kir ku bi taybet di hefteyên dawî de hewldanên provakatîf û cezayên disîplînê zêde bûnê û wiha berdewam kir: "Bi hinceta me dîlana kurdî girtiye ceza dan me. Ji bo gelek girtî ji ber ku dîlana kurdî girtine cazeyê mafê telefonê ya haftaneyê hatin. Ev rewş bûyera Apê Musa ya fîkandina kurdî tîne bîra me. Tu cudahiya van zîhneyeta tuneye. Daxwaznameyên ji bo lepirsînên disîplînê me dan midurê girtîgehê yê dûyemîn nehat qabûl kirin. Serlêdanên me qeyt nekirin û dîsa gef li me xwarin."

'EWLEHIYA ME TUNEYE YE'

Bînîcî, diyar kir ku tu ewlehiya wan tuneye û wiha berdewam kir: "Em dikarin her wextê raste êrîşan bên. Helbet êrîşên li vir ji polîtîkayên hikumetê yên gelempêrî ne cudaye. Ev êrîş encamên konsepta gelemperî ne. Di serî de em ji herêm sirgûnê Behra Rêş kirin. Piştre ev êriş dest pê kir. Gava 3'emîn me tixe nava fikaran."

Bînîcî destnişan kir ku êrîşên li girtîgehan pêk tên perçeyên polîtîkayên tevahî ne.

ANF NEWS AGENCY