Dîmenên balefira hat xistin!..
Dîmenên balefira ji aliyê HPG’ê ve hat xistin
Behdînan - HPG’ê aşkere kir ku gerîlayan li navçeya Qilaban a Şirnexê, di dema çalakiyek li hemberî qereqolekê de li dar xistin, balefira Heron a keşfê xistine. HPG’ê wêneyên balefira hate xistin weşand.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku gerîlayan di 18’ê Îlonê de li gundê Arûş ê navçeya Qilaban a Şirnexê balefira keşfê ya bê mirov xistine.
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 18'ê Îlonê de di saet 07.00'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî Qereqola Arûşê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hemû baregeh bi awayeke bandor hatiye lêdan, ustegmenek, çawuşeke pispor û 2 leşker hatine kuştin, çawuşeke pispor û 4 leşker jî birîndar bûne.”
Berdewama daxuyaniyê de wiha ev agahî hatin dayîn; “Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk cihê çalakiyê û derdora wê bê ser û ber bi hewan, obus û tankan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de şewata li herêmê hîn jî berdewam dike.
Piştî çalakiyê balefireke keşfê ya heronê ya artêşa dagirker a tirk ji bo mudaxeleyê ji aliyê gerîlayên me ve di saet 12.15'an de hatiye xistin. Enqaz û perçeyên girîng ê balefirê di destê gerîlayên me de ye. Piştî xistina balefiran keşfê li ser herêmê tevgera balefirên şer jî çêbûye.”
ANF NEWS AGENCY