Dîmenên ku YPG berî çeteyên DAIŞ'ê didin hatin kişandin
RIHA (DÎHA) - Êrîşên ku çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê didomin de duh ji her çar aliyan ve êrîş pêk hatin û şer tevahiya rojê berdewam kir.
DÎHA ji gundên aliyê eniya rojava dîmenên çalakiya şervanên YPG'ê kişand. Di dîmenan de tê xuyakirin ku di çalakiya YPG'ê de yek jê "emîr" 4 çete hatin kuştin û 2 jê jî birîndar bûn. Di serî de li gundên ser sînor ên wekî Sêlim, Korali, Aşme û Dikmetaşê di destên şervanên YPG'ê de ne.
Çeteyên DAIŞ'ê ber bi herêmên Cerablus, Minbic û Şêxlerê ve direvin, şervanên YPG'ê lipey wan e û li dijî wan çalakî pêk anî. Şervanên YPG'ê duh li gundê Sêlimê li hemberî çeteyan çalakî pêk anîn û di vê çalakiyê de yek jê "emîr" 4 çete hatin kuştn û 2 çete jî birîndar bûn. Di dîmenên ku DÎHA'yê kişandine de tê dîtin ku şervanên YPG'ê dirûşmên "Bijî berxwedana YPG'ê" berz dikin. Li ser çeteyên ku hatin kuştin de nsname derneketin û li ser laşê wan 8 jarorên keleşnîkofê, 240 gule, kasaturayek, 3 bombeyên destan û motorsîkletek hat desteserkirin.
Nûçe-dîmen-wêne: MURAT ÇÎFTÇÎ / ÇAGDAŞ KAPLAN / ÎBRAHÎM POLAT
(wk)