Dîmenên êrîşê tên weşandin
Dê dîmenên êrîşa li ser qereqola Duru bêne weşandin
Hate hînbûn ku, Gêrîla Tv (www.gerilatv.net) dê sibe dîmenên êrîşa gêrîlayên HPG’ê ya 16’ê Mijdarê li dijî Qereqola Duruy a navçeya Lîceya Amedê ku bi traktorekî tejî teqemenî pêkanî bû biweşîne.
Navenda Çapemen-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) ragihandibû ku, êrîşa li dijî qereqolê çalakiyekî “fedai’yane bû û aşkera kiribû ku di vê çalakiyê de 36 leşker hatibûn kuştin. Di daxuyaniyê de hatibû ragihandin ku, di encama çalakiya bi 4 ton teqemeniyê hatî pêkanîn de, 10 çeperên leşkeran, tankek, çeperê çeka A4, cebilxaneya qereqolê û konteynirên li derdora qereqolê hatine rûxandin.
Di dîmenan de tê dîtin ku, teqînek tund çêdibe, guriya agir bimetreyan bilind dibe û dukêlekî mezin çêdibe. Hatibû ragihandin ku, piştî çalakiyê di operasyona ku artêşa Tirk dayî destpêkirin de 6 leşker hatine kuştin. Rayedarên Tirk îdîakiribûn ku, di teqînê de windahiyên can û birîndar çênebûne.
Gerilla Tv dîmenên 3’ê Mijdarê yên êrîşa gêrîlayên HPG’ê ya li dijî Qereqola Duru ya Lîceyê 9’ê Mijdarê weşandibû. Balkêş bû ku cara yekem bi du kamerayan ji nêz ve êrîş hatibû kişandin. Di qereqola ku 45 deqîqeyan de ji aliyê gêrîlayan ve hate bidestxistin, aşkera kiribû ku 26 leşker hatine kuştin. Hatibû ragihandin ku, di çalakiyê de tankek, çeka otomatîk ya giran A4 û dûçkayek hatiye rûxandin, her wiha dest danîne ser 2 çekên G3 û 6 şarjorên aydê çekê û nasnameya leşkerekî.
ANF NEWS AGENCY