1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Dîrok, çand û xweza zuha dibe
Dîrok, çand û xweza zuha dibe,dîrok,çand,û,xweza,zuha,dibe

Dîrok, çand û xweza zuha dibe

Bi zuhabûna Çemê Elwend re dîrok, çand û xweza zuha dibe

A+ A-

NÎHAT KAYA- WEHBÎ DEMÎR Çemê Elwend ku serê kaniya xwe ji Çiyayên Zagros yên Îranê digre, berbi Iraqê ve diherike. Bi hêrsa xwe her sal dibe sedemê mirina gelek mirovan. Lê êdî bi tunebûnê re rû bi rûye. Bi zuhabûna Çemê Elwend re dîrok û çandek jî tune dibe.

Hem ji ber xirabûna hevsengiya ekolojîk hem jî ji ber ku dewletên dijmin çavkaniyên xwezayî weke çekek di navbera hev de bikartînin, di van salên dawiyê de ava kû ji bo zindiyan weke heyînek jêvenegere jî li gelek deveran bi tunebûnê re rû bi rûye. Li gelek golên kû avên wan tu car kêm nedibû jî rêjeya avê bi awayek bi lez kêm dibe. Pisporan raya giştî şiyar kir kû eger bi aweyek lez pêşgiriya ji van çend golan re neyê kirin wê bi tunebûnê re rû bî rû bimînin. Rewşa çeman jî zêde ji rewşa golan ne cuda ye. Di van salên dawiyê de di şopa gelek çeman de av na herike. Yek ji çemên ku bi tûnebûnê re rûbirûne jî Çêmê Elwend yan Alwande.

Çemê Elwend ku ji çiyayên Zagros yê rojavayê Îranê dizê, ji bajarê Îranê Qesr-i Şirîn dikeve na axa Iraqê. Piştî kû demek dirêj di sinorê Îran û Iraqê re berdewam dike di nava bajarê Xaneqîn yê girêdayî eyaleta Diyala re derbaz dibe. Çemê Elwend kû Xaneqînê dike dû parçe, bi çemê Diyala re dibe yek. Di dîrokê de ji ber hêrsbûn û mirina gelek mirovan kû di vî çemî de kû binavek din jêre dibêjin ‘bava gezî’ ku tê wateya bavê gez dike niha ava wê hatiye rêzeyek ne herike.

Îran ava Elwend weke amrazek yê gefkirinê bikartîne

Endama meclisa Xaneqînê ya Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan Dr. Rebîa Ebbas Qasim dibêje pirsgirêka ava Elwend ne pirsgirêka roja îro ye, pirsgirêkê berî niha heft salan destpêkiriye, Îranê li ser ava Elwend Bendav çêkirine û dema dixwaze avê berdide dema nexwaze jî avêdigre. Ji ber vê çendê jî li Iraqê pirsgirêka ava Elwendê destpêkiriye. Kasim destnişan kir kû dewleta Îranê zagonên navnetewî ji nedîtî ve tê, av bi temamî birîye û wiha berdewam kir; “Bajarê Xaneqîn bajarek bi bax û bostanên xwe dihat naskirin. Jiber kû dewleta Îranê ava Elwend biriye piraniya van bax û bostanan zuhabûne. Ji bê aviyê piraniya wan şewitîn. Havînê li herêma Xaneqîn av peyda nabe. Hikumeta navendî heta niha tu car mudexeleyî vê pirsgirêkê nekiriye. Hikumeta herêmê jî bi heman şêweyî dengê xwe dernexistiye. Me weke gelê Xaneqînê di sala 2010’an de heyetek ava kir. Ji bo kû em dengê xwe bidin bihistin me gelek caran riya Iraq Îranê ji hatin û çûnê re girt. Lê mixabin di wê demê de hukumeta navendî bi tu awayî bi me re hevdîtin pêk ne anî. Berevajiyê wê xwest li hember me kiryarên destorî bide destpêkirin. Ji Herêma Federal a Kurdistanê jî parlementoyê heyetek şand. Me bi wan re hevdîtin çêkir. Lê tenê wek serdanek ma. Piştî wê tu xebat nekirin. Eger em bêjin heta niha karek ciddî kiriye jî ne raste. Weke hûn dibînin îro 18’ê Çile 2013’ye, yanî nîva zivistanêye, cihê herikina çemê Elwend hişk û zuhaye. Qet ava wê tuneye. Eger di nîva zivistanê de wisabe gelo wê niva havînê çawabe. Havînê ev ava ku tê ditin jî wê tune bibe. Hişk û zûhaye.”

Elwendê çavkaniya ilhama helbestvanan

Endamê meclîsa Xaneqînê yê Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan Rizgar Mexmûrî da diyar kirin kû ji ber hilberîn û bereketa Xaneqînê di demê borî de jêre digotin ‘warê zebzeyan’ û balkêşand kû dewleta Îranê jiber di germa herî zêde ya di navbera meha Hezîran û Cotmehê de avê bi temamî dibire lewra gelek darên xurman hişk bûne. Mexmûrî da zanîn kû ceyrana Xaneqînê jî ji Îranê tê jibo wê jî dema dewleta Îranê avê dibire di heman demê de ceyrana jî dibire. Mexmûrî di berdewama axaftina xwe de da diyar kirin kû ava Elwendê jibo gelê Xaneqînê xwedî giringiyek dîrokî û çandiye û wiha berdewam kir; “Ev ave ilhama gelek nivîskar û helbestvanane. Gelê Xaneqînê pir av û pira Elwendê bibandor dibe. Dema kû mirov guhdarî stran û helbestên gelê Xaneqînê dike mirov wê bibinê kû tu helbest û stranên kû navê Elwend têde derbaz nebe tunene. Mirov dikare bêje her hûnermendek yê Xaneqînê stranek li ser Elwend heye. Gelê Xaneqînê bi av û pira Elwend re bûye yek. Dişibe du ruhên kû di canekê de. Ji ber vê yekê jî em wek gelê Xaneqînê hem ji hukumeta navendî ya Êraqê û ya Herêma Kurdistanê hem jî ji rêkxistinên navnetewî dixwazîn kû li ser dewleta Îranê zext bidin çêkirin û ji rê li pêşiya dewleta Îranê bigre kû ava Elwendê negre.”

Ji ber bê aviyê pira dîrokê jî di bin metirsiyê de ye

Bi çemê Elwend re pira dîrokî ya Elwend jî di bin metirsiyê de ye. Pira Elwend hem ji ber rêya kerwanan ya di navbera Xoresan û Bexda re derbaz dibe hem jî jiber serdana Kerbela û Necefê bi milyonan Şîî bi astenga ava Elwendê re rûbirû diman û her sal gelek kes dimirin di sala 1878’ê de pira Elwend ji aliyê jina şahê Îranê ve hate çêkirin. Endama meclîsa Xaneqînê ya Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan Dr. Rebîa Ebbas Qasım diyar kir kû bi zuhabûna ava Elwendê re pira Elwendê jî bi xirabûnê re rûbirû ye û di berdewama axaftina xwe de wiha got; “Ev pire wisa hatiye çêkirin kû, dema stûnên wê di nav avê de bin qahîm û bihêz dibe, lê eger av nebe bi rizîn û hilweşînê re rûbîrûye. Eger havînba wê bihata dîtin kû beşê wê yê jêr hemû deriziye. Çawa kû ax diderize biheman şêweyî ew jî wisa lê hatiye. Jibo kû maşîn li ser pirê re derbaz nebin me wek gelê Xaneqînê çalakî li darxist lê ne gel ne jî gel girîng negirt. Hîna jî qamyon û maşînên din yên giran li ser pirê re derbaz dibin. Ev rewşe jibo pirê metirsî û xeteriyên ciddî bi xwe re tîne. Eger li welatên din ba destor ne dihat dayîn kû maşîn li ser pirên di vê rewşê re derbaz bibin. Motor jî qedexeye. Bes derbazbûna mirovan serbeste. Weke bermayek yê dîrokê lê tê nêrîn. Lê mixabin li welatê me ne ji bermayên dîrokî re rêz tê girtin, ne jî ji mirov, av û daran re. Me dû hukumet hene, hukumeta Bexda û ya Hewlêrê. Ez dixwazim ji wan bipirsim “gelo karê we çiye”. Hûn ne bermayên dirokî, ne avan, ne daran, ne xwezayê ne jî mirovan diparêzin. Wê demê hûn çi kar dikin? Hêvidarimherdûhukumetjîbiberpirsyarîtevbigerin û bersivavanpirsanbidin.”

(mae)


Bêjeyên Miftehî