1. Hemû Nûçe

  2. Gotar

  3. Dîroka kevnar a Amedê
Dîroka kevnar a Amedê,dîroka,kevnar,a,amedê

Dîroka kevnar a Amedê

A+ A-

OMER ÎKE

AMED (DÎHA) - Amed hem wek bajar û hem jî wek herêm cihekî gelek kevnar û dîrokî ye. Bajarê Amedê di wî temenê xwe yê dirêj de gelek xweşî û nexweşî dîtine. Li gor encamên lêkolînên arkeolojîk ji berî dîrokê ve mirov li herêma Amedê jiyane. Wek tê zanîn dîrok bi dîtin û karanîna nivîsê dest pê dike. Lê belê dîroka bajarê Amedê wek dokumentên dîrokî digiheje 3.000 sal B.Z.

Di nava 20-30 salên dawî de li herêma Amedê li Erxaniyê du şopên kevne cihan hatine dîtin û kolandin. Zanîngeha Stenbol û ya Chicago beşê rojhilat li herêma Erxeniyê li girê Hîlalê cihek ji bin axê derxistin ku ew berî 7250-6750'an de B.Z xerabeyên gundek in. Xerabe ode bi ode ne, cihên mirov û heywanan hene.

Serdema Subaro, Hûrî û Mîtaniyan

Li gorî hatiye tespîtkirin 6.000 sal berî niha yanî 3.000 sal B.Z cara destpêkê Subaro li herêma Amede jîyane û desthilatdarî kirine. Sumer û Akadan bi wateya xelkê navbera herdu çeman, ku paşê Grekiyan ji vê herêmê re bi zimanê xwe gotine Mezopotamya. Piştre navê Subaro bûye Hûrî. Yanî Subaro û Hûrî heman gel in. Dibe ku li gor eşîran navê wan were guhertin. Di wê demê de kijan eşîr desthilatdarî girtiba destê xwe, ew bi wî navî dihat nas kirin. Îro hemû dîroknas dibêjin ku Subaro û Hûrî heman civak in û zimanê wan hînd-ewropî bûye. Hûriyan li herêma jorê Dîclê desthilatdarî kirine. Demeke ji Zagrosan, heta Amed, Riha, Mêrdîn, Kerkûk beşek ji Sûriyeya îron û heta derya Spî jî ketine dibin destê Hûriyan. Li van herêman kevneşopên Hûriyan îro jî gelek in. B.Z di navbera salên 1800-1500'an de li herêmê dewleta herî mezin a bi nav û deng ew bûne. B.Z 1500'î mirov êdî li herêmê ji derveyî Hûriyan Mîtaniyan jî dibîne. Subaro, Hûrî û Mîtanî heman xelk bûne, yek ji eşîrek bûye. Piştre Mîtanî desthilatdariyê digrin destê xwe. Mîtanî bêhtir li herêmên Mêrdîn, Haran, Riha, Heleb, Antakyayê desthilatdarî kirine. Li Amedê bi tenê herêma rojava girtine bin kontrola xwe. Wiha xuyaye ku herêmên bakur û rojhilatê Amedê di destê Mîtaniyan de maye.

Bedena bajarê Amedê cara pêşî ji aliyê Hûriyan ve hatiye çêkirin. Li deriyê çiyê li qada herî binî bi nivîsên bizmarî û bi zimanê hûrî hatiye nivîsîn. Amed an jî Amîda bi hûri ye.

Ev ax û ava Mezopotamyayê ya bi xêr û bereket li serê kurdan felaket li pey felaketê aniye. Bi hezar salan B.Z bajar û herêm ji aliyê civakên din ve hatiye dagîr kirin. Bêhejmar împarator û serleşker çav berdane Amed û herêma Amedê. Yên xurt hatine û dagîr kirine û ji wan xurtir hatine wan ji navê rakirine û karîna xwe damezrandine. Şaristaniyên berî xwe wêran kirine, bi dagîrkerî û zordestî û baweriyên xwe re zanîn û şaristaniyên xwe jî anîne. Ka em binerên kijan împarator û artêşên dewletan Amedê bi dest xistine, dagîr kirine. Belê, ew hatine dagîr kirinê, kustinê, kolekirinê lê demeke paşê mecbûr mane bi şûn ve kişiyane û çûne, lê yên mayî Amedî ne û heta îro mane. Dê bimînin, ji ber ku xwedî ew in.

Serdema Asûriyan

Di dema mîtaniyan de êdî Asûrî ji jêr ve êrîşî mîtaniyan dikin. Hêdî hêdî Asûrî li herêmê xurt dibin û dixwazin bibin dagirkerên herêmê. B.Z di salên 1300'an de Asûr herêma Amedê dagîr dikin û bajar dikeve di bin destê wan. Her weha di gelek dem salên cihê, cihê de Asûrî herêmê dagîr dikin.

Sedema Urartuyan

Ji dema Asûriyan ve li herêma Wanê bi navê Urartu civakek desthilatarî dikir. Ji roja ku Asûrî hatibûne herêmê her êrîşî Urartuyan dikirin. Berî zayînê di sala 781'an de Asûr êrîş bir ser ordiya Urartuyan. Urartuyan bi Mîtan û Nêrbiyên ku di nav ordiya Asûriyan de bûn bi dizî bi wan re li hev kiribûn. Di dema şer de Mîtan, Nêrbî û Urartû bi hev re li Asûriyan dan û artêşa Asûr şikiya, û herêm ket destê Urartuyan. Di sala 743'an de artêşa Asûr di bin Serokatiya Kralê nû Tîglatpileser-III an de zora Urartuyan bir û Amedê bi paş ve girt.

Serdema Îskîtiyan

Îskîtî ji Qafqasan ve hatin û zora Ûrartuyan birin û berî zayînê di sala 635'an de herêma Amedê jî girtin bin kontrola xwe û bi qasi 28 salan li herêmê desthilatdarî kirin.

Serdema Medan

Wek tê zanên Medan B.Z di sala 612'an de zora Asûriyan biribû. Di sala 625'an de herêma Amedê ket bin destê Medan û heta 550'an di destê wan de ma.

Serdema Persan

Di sala 550'an de Kralê Fars Kuras-II, zora Kralê Medan bir û Amed ket bin destê Farsan. Heta sala B.Z 331'ê Amed û herêma wê di bin bandora Farisan da ma.

Serdema Îskenderê Mezin

Kralê Mekdonyayê Îskender B.Z di sala 331'ê de bi artêşeke mezin berê xwe ber bi rojhilat ve kir û Amedê girt û ber bi Îranê ve çû. Heta sala 323 herêm di bin destê Îskenderê Mezin de ma. Piştî mirina Îskender herêm ket destê Selevkoslar. Heta sala 140'î di destê wî de ma.

Serdema Partan

Partan xwe xwedî mîratê Farisan didît û îktîdarê girtin destê xwe û her weha herêma Amedê jî heta sala 85'an di bin bandora wan de ma.

Serdema Tîgranê Mezin

Tîgran jî bê hêziya Partan dît û êrîş bir ser wan û herêmê girt bin destê xwe. Her weha Amed jî di navbera salên B.Z 85-69'an ket bin destê Tîgran. Tîgran xwe warisê Urartuyan didît.

Serdema Rom û Bizansê

B.z ji sala 69'an heta P.Z sala 639'an herêma Amede ket bin desthilatdariya Romiyan. Pêşî Rom û piştre jî Roma bû du perçe vê carê jî Bizansî li wir man. Îro jî mirov hem li ser kevirên bedena Amedê him jî li gelek cihan rastî şopên nivsên û xerabeyên Romiyan tê. Ev dema xirîstiyaniyê ye. Di serdema Romiyan, sala 149'an de, beden ji aliyê Împarator Constantius ve hem hatiye tamîrkirin û hiem hinek ciyên nû jî lê hatine zêde kirin. Navbera Derê Çiyê û Rihayê hatiye xerab kirin, ji çaran yekê bajêr hatiye fireh kirin û ji nû ve beden hatiye çêkirin. Di sala 359'an de nifûsa bajêr 20.000 bûye.

Serdema Îslamê

Di dema derketine Îslamê de Amed di bin destê Bizansan de bû. Di serdema Xelîfe Omer de, di sala 639'an de leşkerên artêşa îslamê bi şerekî dijwar Amedê digirin. Heta sala 661'an Amed di destê Ereban de dimîne. Ji sala 661'an heta 750'yan vê care di destê Emewiyan de dimîne. Ji sala 750 heta 869'an dikeve bin destê Abbasiyan. Ji sala 869 heta 899'an di destê Kurê Şêxan de dimîne. Ji sala 930 heta 980'î di bin destê Hamdaniyan de dimîne. Ji sala 980 heta 984 di destê Kurê Buveynan de dimîne.

Serdema Merwaniyan

Belê, wek me di serî de jî destnîşan kiribû bav û kalên kurdan Subarto û Hûrî, 3.000 sal B.z Amedê ava kiribûn an jî dîwarên bajêr cara yekem ji aliyê wan ve hatibû lêkirin. Ji wê rojê şûn ve heta dema Merwaniyan nêzîkî 3.500 salan bajarên kurdan ketibû bin destê dijminê renge reng, curbe cur û care duyem bû ku carek din diket destê kurdan. Merwanî ji sala 984 heta 1085'an, tam 101 sal Amed û herêma Amedê birêve dibin. Di dîroka Amedê de demeke zêrîn dest pê dike. Êdî artêşên dagîrker li vir tunebûn. Merwanî ne ji bo talan û wêrankirinê hatibûn, lewrA ew xwediyên malê bûn û mala xwe yanî bajarê xwe ji her alî ve ava dikirin û diafirandin. Av û avadaniyê dikirin. Pire, hemam û seraya çêdikirin. Pira Amedê ya Dehderî û Pira Mala Badê di vê demê de hatine çêkirin. Ziman û edebiyata kurdî li Amed û Farqînê gelek bi pêş dikeve. Amed û Farqîn dibin buhişta derewîn.

Serdema Eyûbiyan

Di navbera salên 1232-1401'ê de Amed dikeve dbin destê Eyûbiyan. Ku serokê dewleta Eyûbi Selheddîn Eyûbî bi xwe kurd bû lê li gor bîr baweriyên wê demê, dîn bêtir li pêş bû netewe hewqas ne girîng bû. Di wê demê de dijberiyên misilman û xiristiyanan hebûn. Selehedînê Eyûbî û serleşker û piştre jî padîşahekî îslamê bû.

Selçûqî, Osmanî û Komara Tirkiyê

Her çiqas dem dem Amed ketibe bin destê tirkên Selçûqî û Qerekoyunî jî bi rastî piştî şerê Çaldiranê di sala 1515'an de artêşa Osmanî derdora li Amedê digirin û xelkê bajêr jî êdî ji birêvebiriya Şahê Îranê gelek eciz dibin û alîkariya Osmaniyan dikin. Ji wê roja reş şûn ve Amed wek birêvebirî bi Osmaniyan ve tê girêdan. Heta salên dawiya Osmaniyan jî, bi tenê bac didin Osmaniyan. Wek hemû bajar û herêmên Kurdistanê, Amed jî nîv otonom bû.

Bedenên Amedê

Bedenên Amedê ji aliyê Hûriyan ve hatibû çêkirin. Tê texmîn kirin ku beşê Serayê ku bi tirkî dibêjin Îçkale hatiye çêkirin û yên din piştre li ser zêde kirine. Beden di şiklê masiya mertal de bi kevirên reş ên mezin hatiye lêkirin. Li gorî hinek agahiyan dibêjin ji P.Z. di sala 349'an de ji aliyê împeretoriya Romayê ve ji gelek aliyan ve hatiye fireh kirin û sazkirin, li gorî şeklê niha yên bedenen Amedê ji aliyê îmeretor Justinianus ve ji gelek aliyan ve hatiye sazkirin, dîsa împarator Justinianus ji derve û hindirê bedanan kiriye du beş. Bedenên Amedê B.Z. di sala 3000'an de ji aliyê Huriyan ve hatiye çêkirin. 4 deriyên bingehîn Deriyê Çiyê, Deriyê Rihayê, Deriyê Mêrdînê û Deriyê Nû yên bedenên Amedê hene û li ser bedenê Amedê jî 82 birç hene. Bilindiya dîwarê wê jî 12 metre, firehî jî 12 metre û dirêjiya wê jî 5 kîlometre ye. Bircên heya roja me ya îro jî girîngiya xwe winda nekiriye jî ev in:"Birca Bizina, Birca Heft Bira û Birca Ben û Sen." Beden 5 kêlometre dirêj e. Bajarê kevin yê ku qada wê di nav bedenê de dimîne, ji rojhilat û rojava 1700 metre û bakur û başûr 1300 metre dirêj e . Bilindiya dîwarê bedenê di navbera 8-12 metre û firehiya wî jî di navbera 3-5 metreye tê guhertin. Di bedena Amedê de 82 birc hene. Bircên herî bi nav û deng, Heftbira, Ez û Tu û bircên Bizina ne. Birc du tebeq in. Tebeqa bini ji bo malzemeyên şer û ya jorîn wek kozikên şervanan hatine çêkirin. Tê gotin ku cara pêşî di bedenê de çar derî hebûne. Derê Mêrdînê, Derê Çiyê, Derê Dîclê û Derê Rihayê. Piştre sê deriyên din lê hatine zêde kirin û bûne heft derî. Bedena Amedê îro yek ji berhemên dîrokî yên li cîhanê ye. Piştî dîwarên Çînê li cîhanê yekemîn e.

Hemam

Deva Hemamê, di sala 1540'î de bi navê Hemama Mezin (Hemam Kebîr) ji aliyê Weqfa Husref Paşa ve hatiye çekirin. Di navê de ji 21 keviran hemzeke mezin hatiye çêkirin. Çapa qubeya ku mirov li wir cilên xwe ji xwe derdixe 14 metre ye. Heşt pencereyên wê hene. Tê gotin hemam ewqas mezin bûye ku rojekê devek dikeve hemamê tê de wenda dibe. Loma vî navî lê kirine.

Hemama Çardaxî, di taxa Îbrahîm Beg de ye. Tê texmîn kirin ev hemam di navbera salên 1520-1540'î de ji kevirên bazalt hatiye çêkirin, ne aliyê hundir aliyê derê wê xweşik çêkirine.

Hamami Paşa, li ser riya Xançepekê ye. Navê wê yê rastî Hamami Behram Paşa ye, lê xelk Hemama Paşa dibêje. Di sala 1564-1567'an de hatiye çêkirin.

Hemama Wehab Axa, nêzîkî Derê Çiyê li ser cadeya Gaziyê. Di sedsalên 16-17'an de hatiye çêkirin. Kes nizane çima ev nav lê hatiye kirin.

Hemama Biçûk, jê re hemama Senê jî dibêjin. Nêzîkî mizgefta Melîk Ehmed e. Di sedsalên 16-17'an de hatiye çêkirin.

Hemama Qadî, li hember mizgefta Sefayê ye. Tê gotin ku navê wî yê rastî Esbek e. Hemameke biçûk e.

Mizgeft

Li Amedê gelek mizgehf hene, ji wan du bi nav û deng in. Mizgefta Mezin: "Dema Artêşa îslamê di sala 639'an de Amedê digre, wê demê bi navê Saînt Toma an Mar Toma dêrek hebûye. Wî dêrê kirine mizgeft. Mizgeft di dema Merwaniyan de hem hatiye tamîrkirin û hem jî çend beş lê hatine zêde kirin. Di vê mizgefta mezin de beşên mezhebên henîfî û şafihî ji hev cuda ne. Her yek li aliyek e. Di zemanê berê de li herdu kêlekên wê medreseyên Zenciriye û Mesûdiye hebûne."

Minare Çarling, di dema Akkoyunan de di salên 1500'î de hatiye çêkirin. Li ba mizgefta Sêx Mutahhar e. Mînare li ser çar stûnan bi kevirên birî yên reş û spî hatiye ava kirin.

Xana Delîlan, li Derê Mêrdînê ye. Di navbera 1527-1528'an de hatiye çêkirin. Navê wê yê rastî Xana Xusrev Paşa ye. Ji xwe di taxa Husrev Paşa de ye. Xelk jê re Xana Delîlan dibêje. Her sal di dema hecê de, hecî hatine wir û rêber (delîl) jî hatine wir û heciyan girtine û birine hecê. Ji ber wê yekê ev nav li ser maye. Xan bi kevirên birî yên reş û spî hatiye çêkirin. Mîmariyeke balkêş li ser heye. Xana Amedê ya herî mezin e. Niha wek oteleke turistîk tê bi karanîn.

Xana Hesen Paşa, li aliyê rojhilat, li hember Mizgefta Mezin e. Sê qat e û di qata jêrîn de hewizeke wê heye. Tê gotin ku di dema xwe de têde ciyê 500 hespî hebûne.

Pira Dehderî, li aliyê Derê Mêrdînê li ser çemê Dîclê ye û 3 kêlometre ji bajêr dûr e . Tê gotin ku pireke gelek kevn e. Her ku dijmin derdor li bajêr girtiye pir hatiye xerab kirin û pişt re carek din hatiye çêkirin. Tê zanîn ku di dema Împaratorita Bîzansiyan de berî zayînê di sala 974'an de jî, pir ji binî ve hatiye xerab kirin. Lêbelê ev pira ku niha heye ji dema Merwaniyan ve, di sala 1065'an de hatiye çêkirin. Li ser kevirên pirê li aliyê bakur di nav hersê çaviyên wê yên destpêkê de dîrok û nav hatiye nivîsin. Li kêleka nivîsan wêneyê şêrek heye.

Pir deh deriye û loma jî jê re Pira Dehderî dibêjin. Dirêjiya wê 180 metre ye û firehiya wê 7-8 metre ye.

Zebeş û mîhrîcana zebeşan

Bi qasî beden û bircên Amedê zebeşên Amedê jî bi nav û deng in. Li cîhanê zebeşên herî mezin û şîndibin. Li Amedê li ber çemê Dîclê tên çandin. Dema dibe bihara paşîn ava çem diçike qûm li derdorê dimîne. Di ciyê qûmê de çalik dikolîn û dendikên zebeşan davêjin navê. Piştre ji Tirelo û gundên der û dore zirçên kevokan ku jê re qoxî dibêjin tînin û dikin wan çalikan. Dema zebeş şîn dibinû lem digrin, rayê binî yên zebeşan digihên avê. Av di nav qûmê de nêzîkî rûyê erdê ye. Dora leman çend car xweş dikin û qoxî didin wan. Bi payîzê re zebeş êdî mezin dibin û nava wan sor dibe û jê dikin û dibin bazarê. Zebeşên Amedê yên ku li ber çemê Dîclê tên çandin heta 50-60 kîloyan jî mezin û giran dibin.

Ji berê vê li Amedê şahiya zebeşan çêdikin, niha jê re mîhrîcana zebeşan dibêjin. Di zemanê berê de ev şahî li gundê Elî Parê hatiye li darxistin û du hefte dom kiriye. Di şerê Cihanê yê Yekemîn de dema felaketa birçîbûn û perîşaniyê dest pê kiriye, êdî dev ji şahiyê berdane û çênekirine. Lêbelê, di îlona 1966'an de dewletê vê carê bi awayekî din dest bi çêkirina festîvala zebeşan kiriye. Vê carê li çend deveyan zebeşên mezin bar dikin. Devan dixemlînin. Li her deveyek, li nav barê zebeşan keçikek siwar dikin. Hevsarê deveyan bi hev ve girê didin û kesekî hevsarê devaya pêşî dikşîne û li def û zirnê dixin. Koma govenda Amedê li pêş karwanê devan govend digre û karwanê zebeşan hêdî hêdî ji derê Mêrdînî heta parka nav bajêr diçe. Li wir zebeşên herî mezin û giran tên hilbijartin û diyarî didin xwediyê zebeşên herî mezin û giran.

(oî/sa)


Bêjeyên Miftehî