Dîsa Terora AKPê
A+
A-
Piştî serdegirtinên li navçeya Bazîdê, li navenda bajar jî polîsên AKP’ê teror meşandin û bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinê de Serokê BDP’a Bajar Mistefa Akyol jî heyî gelek kes binçavkirin.
Operasyon ku serê sibehê li navçeya Bazîda Agiriyê destpêkirî, didome her wiha operasyon derbazî navend Agiriyê jî bû. Yekîneyên girêdayî miduriyeta polîsan ya Agiriyê bi ser gelek malan de girtin û di nav de Serokê BDP’a Bajar Mistefa Akyol, Serokê Navçeyê Henefî Demîr jî heyî gelek kes hatin binçavkirin. Li bajar terora AKP’ê ya serdegirtina malan û binçavkirina didome.
ANF NEWS AGENCY
Bêjeyên Miftehî dîsa,terora,akpê