1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dûran Kalkan: Ciwanên Kurd dê serhildanê pêş bixin
Dûran Kalkan: Ciwanên Kurd dê serhildanê pêş bixin,dûran,kalkan,ciwanên,kurd,dê,serhildanê,pêş,bixin

Dûran Kalkan: Ciwanên Kurd dê serhildanê pêş bixin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan di daxuyaniyên piştî Komgreya Komalên Ciwan de diyar kir ku wezîfeya ciwanên Kurd pêşxistina serhildanan e û got: “Ciwanên Kurd li ser esasê kongreya 4’emîn dê azadiya gel û Kurdistanê pêk bîne. Bila her kes vê yekê bizane.”

A+ A-

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan piştî Kongreya 4’emîn a Komalên Ciwan û konferansa Komalên Jinên Ciwan daxuyaniyên girîng da û bi bîr xist ku gelê Kurd li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên ku AKP li ser wan ferz dike têkoşîna azadiyê dimeşînin û da zanîn ku di vê van deman de berpirsyartiyek mezin dikeve ser milê ciwanên Kurd.

Kalkan bi pîrozkirina 4’emîn Kongreya Komalên Ciwan û Koferansa Komalên Jinên Ciwan dest bi axaftina xwe kir û got: “Sedem û armanca ku Komalên Ciwan di demeke wiha de kongreya xwe pêk anî gelek zelal û aşkere ye. Em weke gel em têkoşîna man û nemanê dimeşînin. Em li hemberî polîtîkayên binkol û êrîşkkar ên qirkirinê têkoşîna hebûn û azadiyê dimeşînin. Ruhê vê têkoşînê, hêza dînamîk a wê ciwan e. Komalên ciwan ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên têkoşînê, têkoşîneke wiha dê çawa bigihînin serkeftinê, bi kîjan rê û rêbazan dê bigihînin serkeftinê, pêk anî. Kongre bi awayeke serkeftî bi dawî bû. Hin caran em jî beşdar bûn û me jî guhdar kir.”

Kalkan destnîşan kir ku li hemberî mêtîngerî, qirkirin û faşîzma AKPê kîn û hêrseke mezin a ciwanên Kurd heye. Her wiha coş û heyecana bidestxistina nasname û azadyê jî heye. Gelek dilsozên Rêber Apo, partî û şehîdên me ne. Ji bo Rêber Apo û gel hestek mezin a berpirsyartiyê heye. Kongreyê bi awayeke herî xurt vê atmosferê nîşan dan.”

Dûran Kalkan encama kongreyê wiha şîrove kir: “Encama kongreyê wiha ye:A niha ji Rêber Apo re azadî, a niha ji Kurdistnaê re xweseriya demokratîk’. Ji ber vê jî ev kongre kongreya mezinkirina gerîla û serhildanan bû. Em bawer dikin ku dê 4emîn Kongreya Komalên Ciwan rê li ber hemleyek mezin a gerîlayan û serhidlanan vebike û dê rê li ber hemleyeke azadiyê vebike. Pêvajoya li pêşiya me dê encamên kongreyê aşkere bike. Biryardarî û îddîayek wiha hebû. Biryarên kongreyê li vir namîne, dê li her derê belav bibe. Dê ciwanên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyê welat hembêz bike. Ev yek tenê bi ciweanan re sînordar namîne; Dê gelê Kurd, jin û kedkarên Kurd jî bigire nava xwe. Dê hemleyek li ser esasê “Ji Rêber Apo re Azadî” bê pêşxistin.”

Kalkan bal kişand ser rol û mîsyona ciwanên di 4’emîn pêvajoya stratejîk û got: “Pênaseya vê pêvajoyê stratejiya şerê gel ê şoreşgerî ye. Armanca vê stratejiyê ew e ku li Kurdistanê xweseriya demokratîk bê pêşxistin. Me weke Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo em çarseriya xweseriya demokratîk bi rêbazên diyalog, hevdîtin û lihevkirinê û li ser esasê siyaseta demokratîk derxist pêş. Li ser vî esasî Rêber Apo û Tevgera me 18 sal têkoşiyan: Em gelek proje pêşkêş kir. Bi qasî dihat xwestin em bi awayeke aşkere nêzîk bûn. Me gelek hewl da. Me tawizên dihatin xwestin da, lê em dîdt ku dewleta Komara Tirkiyeyê û hukûmeta AKP’ê tu bersivek nade. Vana weke lawaziyên me dibîne.”

Kalkan bal kişand ser pêngavên stratejiya şerê gel ê şoreşgerî û got: “Ya keme gerîla ye. Gerîla berxwedanê pêş dixe û dê pêş bixe. Ji bo parastina Rêber apo û nirxên azadiya gelê Kurd, hemû ferdên gerîlayên Kurdistanê li ser xeta qehremantî ya Egîd û Zîlanan dê li ber xwe bide. Bila tu gumana tu kesî tune be. Bila tu kesek din hesabên şaş neke” û wiha domand:

“Pêvgava din jî serhildan e; gel çalakiyên xwe yên girseyî û tundiya xwe derdixe holê! Bi daxwaza ‘a niha azadiya Rêber Apo, a niha xweseriya demokratîk’ dadikevin kolanan, li her tax, kolan, gund, bajarok û bajaran li her derê li dijî qirkirina ji aliyê rejîmê tê fezkirin, li dijî terora polîsan li ber xwe didin... Armanca vê ya sereke serhildan e.” Her wiha Kalkan got: “Pênşengê van wezîfeyan hemû ciwan in. Gerîla berxwedana ciwanan e, serhildan çalakiya ciwanan e.”

Dûran Kalkan bal kişand ser rol û mîsyona ciwanên Rojavayê Kurdistanê û got: “Li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê pêvajoya serhildan û şoreşê heye. 4emîn Kongreya Komalên Ciwan şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya 19’ê tîrmehê silav kir û bi vî ruhî pêş ket. Hemleya şoreşgerî ya li Rojavayê Kurdistanê ne ntenê li Rojava, li Rojava û Bakûrê kUrdistanê weke şoreşek hevpar pêşket. Li gel hemleya şoreşgerî ya li Efrîn, Kobanê û Dêrikê pêş ket, li Şemzînan, Gever, Çelê, Elkê û heta Dêrsimê hmeleyek ruhê şoreşgerî pêş ket. Tiştên li Çelê, Şemzînan, Elkê qewimîn, ji yên li Efrîn, Kobanê û Dêrikê qewimîn ne cûda ne. Gelek dişibin hev. Ji ber wê jî li her du parçeyên Kurdistanê hemleyek mezin heye. Evane hemleya ku pêvajoya çaremîn a stratejîk derxistiye holê û encamên wê ne. Şoreşa 19’ê tîrmehê ya Rojavayê krudistanê teqez wiha bû. Hemleya 19’ê pûşperê ya li Gever, Şemzînan û Oremarê jî wiha ye. Dîsa li Şemzînanê hemleya 23’yê tîrmehê heye. Li Çelê hemleya 4ê tebaxê, li Elkê jî 3yê îlonê heye. Evane hemû hemle û operasyonên şoreşê ne.

Endamê Konseya Rêber a KCK’ê got: “Wezîfeya cwiwanên Kurdistanê ew e ku li Bakûrê Kurdistanê weke kevirên sereke gerîla û serhildanan pêş bixe. Ciwanên Bakûr dê ji bo gerîla û serhildanan seferber bibe. Dê hemû hêza xwe deyne holê. Dê bi awayeke girseyî tevlî refên gerîlayan bibe. Dê serhilanan pêş bixe û bi rê ve bibin.”

Kalkan diyar kir ku di kongreyê de ciwanên Rojhilatê Kurdistanê wiha hate pênasekirin û got: “Em bawer dikin ku ciwanên Rojhilat jî li ser vî esasî xebatên xwe bimeşîne.” Kalkan destnîşan kir ku rolek mezin dikeve ser milê ciwanên Kurd ên li her aliyê cîhanê û bi taybet li Ewropa û Rûsyayê. Kalkan da zanîn ku jixwe li Rûsyayê têkoşîna demokratîk tê meşandin. Kalkan ji bo ciwanên Ewropayê jî ragihand ku çalakî û bandorên wê hene û diyar kir ku ciwanên Kurd li Ewropayê divê li ser bandorên Ewropayê baldartir bin û got ku ger xwe pewerde bike, bi rêxistin bike, dikare bi tevlîbûna pêvajoya nû ya stratejîk feydeyek mezin bide têkoşînê.

Kalkan got; “Dê ciwanên Kurd li her derê li ser esasê azadiya Rêber Apo bimeşîne. Xwe bi rêxistin bike. Xweseriya demokratîk ava bike. Şer bike. Serhildanê pêş bixe.”

ANF NEWS AGENCY