1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ebadî: Bila dewleta Tirk leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne
Ebadî: Bila dewleta Tirk leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne,ebadî,bila,dewleta,tirk,leşkerên,xwe,ji,iraqê,vekişîne

Ebadî: Bila dewleta Tirk leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne

Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî, ku beriya niha gelek caran hebûna leşkerên Tirk a li Iraqê weke dagirkeriyê bi nav kir, careke din hişyarî da ku divê Tirkiye leşkerên xwe ji nava axa Iraqê vekişîne

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî di civîna Meclîsa Wîlayeta Mîsanê de axivî û ji dewleta Tirk xwest, leşkerên xwe derhal ji nava axa Iraqê vekişîne: "Hebûna hêzên Tirkiyeyê li nava axa Iraqê ne ya qebûlkirinê ye. Me ji hikûmeta Enqereyê xwest, artêşa xwe vekişîne."

Ebadî her wiha bal kişand ser xeterî û gefên DAIŞ'ê yên li başûrê Iraqê û welatên kendavê û got, "Hêza welatên kendavê ya li hemberî DAIŞ'ê li ber xwe bide, ji ya Iraqê kêmtir e. Hêzên me sal û nîvekê li nêzî bajarên Bexda û Kerbelayê li dijî DAIŞ'ê şer kirin û niha jî li nêzî Mûsilê li dijî DAIŞ'ê şer dikin."

Hêzên artêşa Tirk li herêma Başîka ya Mûsilê bi cih bûne. Ji bilî hêzên li vê derê, artêşa Tirk di çarçoveya peymanên xwe yên bi PDK'ê re bi salan e hêzên xwe yên leşkerî li herêma Kurdistanê bi cih kiriye û li gelek cihan baregehên artêşa Tirk hene. Artêşa Tirk her wiha gelek caran sînorê herêma Kurdistanê binpê dike û bombeyan li qadên sivîlan dibarîne.