Ebadî û Cibûrî serdana Enqere û Tehranê dikin
HÎWA KAZİM/BEXDA Çavkaniyek ji nivîsîngeha serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku şandekî paye bilind a hikûmeta Iraqê wê bi serokatiya serokwezîr Ebadî serdana Tirkiyê bike û niha hemû amadekarî qediyane.
Derbarê armanca şanda Iraqê ya ji bo Tirkiyê de, wê çavkaniyê diyar kir ku armanca serdana serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û şanda ligel a ji bo Tirkiyê guftûgokirina li ser çend mijarên giring ên dostayetî, enerjî, çavkaniyên avê û asayîşa navbera herdu welatan de be. Herwiha wê di serdanê de xortkirina peywendiyên navbera Enqere û Bexdayê de jî werin guftûgokirin.
Li aliyê din şêwirmendê serokê parlamentoya Iraqê Wehde Cumeylî jî wiha got: “Wê 28’ê vê mehê serokê parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî bi serdanekî fermî serdana Tehranê bike. Wê di wê serdanê de ligel berpirsên Îranê bicive û li ser pêşveçûnên dawî yên li navçeyê, peywendiyên siyasî yên navbera herdu welatan de werin guftûgokirin.”
Wehde Cumeylî di dawiya axaftinên xwe de wiha got: “Biryare Selîm Cibûrî hevdem ligel serdana xwe ya Tehranê, serdana Tirkiyê jî bike. Cibûrî wê di serdana xwe de ligel serokwezîr û serokomarê Tirkiyê bicive û li ser peywendiyên navbera herdu welatan de guftûgoyan bikin.”