1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Ebdo: Însiyatîf di destê YPG’e de ye lê tehlûke didome
Ebdo: Însiyatîf di destê YPG’e de ye lê tehlûke didome,ebdo,însiyatîf,di,destê,ypg,e,de,ye,lê,tehlûke,didome

Ebdo: Însiyatîf di destê YPG’e de ye lê tehlûke didome

A+ A-

SEDAT SÛR - KOBANÊ Fermandara YPG/YPJ’ê Meysa Ebdo, diyar kir ku li hember êrîşên li dijî Kobanê ku ket meha sêyemîn bi bawerî, cesaret û îradeyê bersiv dane û got, “Însiyatîf di destê me de ye, lê li Kobanê tehlûke didome.” Ebdo çalakvanên nobetê jî silav kir û got ku wan wek parçeyekî berxwedanê dibînin.

Fermandara YPG/YPJ’ê Meysa Ebdo merheleya dawî ya li Kobanê, pêwendiyên bi Burkan El Firat û hêzên pêşmerge û asta berxwedanê ji ANF’ê re nirxand.

Hûn dikarin bi kurtasî behsa berxwedana Kobanê ya du meh li pey xwe hişt bikin?

Êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember me ne bê plan û bi serê xwe bûn. Pir bi plan û êrîşeke ku dixwestin di demeke kurt de encam bigirin. Lê li hember êrîşan berxwedana bi heybet a gel dîtin. Li hember dorpêçkirineke hişk, em di nav berxwedaneke bê ku ji ti hêzan alîkarî bigirin li ser esasê rêxistinbûna gel û derfetên xwe em di nav berxwedanekê de bûn. Bi gelê xwe re em di nav berxwedanê de bûn. Hem me gel kir şerê parastinê û hem jî me gel parast. Berxwedaneke ku her kes matmayî hişt derket holê. Diviyabû berxwedaneke wiha li hember van êrîşên ku heta niha nehatibû dîtin pêş ketiba. Di aliyê îrade, cesaret û baweriyê de eger asteke ku êrîş derbas kiribana tinebûya wê şansê me yê derbaskirina wan tinebûya. Vaye li Kobanê bawerî, cesaret û îradeyeke ku êrîşên çeteyên DAIŞ derbas kir derket holê. Bêguman li pişt van felsefe û tecrûbeya bi hêz a Tevgera Azadiyê ya Kurdistan heye.

Rewşa dawî ya li Kobanê çi ye?

Li bajêr mal bi mal, kolan bi kolan em şerekî dimeşînin. Ev demeke însiyatîf di destê YPG’ê de ye. Em niha çalakiyên bi bandor pêş dixin. Armanca me ev e ku em çeteyên DAIŞ ji Kobanê û gundên wê derxin û biavêjin. Şer û pevçûn di eniyên rojava û başûr de dijwar dibin. Di eniya beşûr de em pêş ketin. Di vê eniyê de em heta xetên hundir ên çeteyên DAIŞ, çalakiyan li dar dixin. Însiyatîf di destê me de ye. Çi bibe bila bibe wê DAIŞ nikaribe li Kobanê bimîne. Lê ez dixwazim vê bêjim, hê tehlûke neqediyaye. Li hember DAIŞ’ê hê jî şerê me yê bajêr didome. Em ne di nav ti rehawetê de ne û em ê nebin jî. Her roj hewanan diavêjin bajêr. Çeteyên DAIŞ ti rêzik û qaîdeyan nas nakin. Wê kengî bikevin nav pêkutiyên dij mirovahiyê ne diyar e. Lewma ez careke din dubare dikim; tehlûke neqediyaye. Şer bi hemû dijwariya xwe didome.

Tê gotin ku DAIŞ ji nû ve hêz kom dike û teqwiye dike. Rast e?

Teqwiye û komkirina hêzên qet bi dawî nebûn. Car caran tabûreke wan îmha dibe, lê şûna wan tijî dikin. Di van rojên dawî de teqwiye û kombûneke wan a zêde heye. Teqwiyeyên demên dawî ji kesên biyanî pêk tên. Bi darê zorê ciwanên Ereb dixin nav şer. Lê li hember her cure êrîşan amadekariyên me hene.

Ev meheke hêzên pêşmerge li Kobanê ne. Hûn di nav koordînasyoneke çawa de ne?

Em bi hev re ne. Pêşmerge di aliyê şer de dixwazin rol bilîzin. Piştgiriya wan di aliyê çekên giran de çêbû. Ji pêşmergeyan hin birîndar çêbûn. Li vir a girîng ev e ku ji bo hêzên Kurd rûpelekî nû vebû. Di aliyê yekîtiya neteweyî de pêvajoyeke nû destpê kir.

Hûn bi Burkan El Firat re têkoşîneke hevpar dimêşînin. Hûn di nav diyalogeke çawa de ne?

Em û hêzên Burkan El Firat bi hev re têdikoşin. Di bingeha vê yekîtiyê de armanca valaderxistina şkestina ku dixwazin di nav gelan de pêş bixin heye. Tifaqa Burkan El Firat û YPG’ê ku wek sembola biratiya gelê Ereb û Kurd e pir bi wate ye.

Di şerê ku dikeve meha sêyemîn de hûn rola şervanên YPJ’ê çawa dinirxînin?

Li Kobanê jin bi hêz li ber xwe dan. Qehremantiya jinan derket holê. Di aliyê ruhê fedaî, şer û fermandeyê de jinan pêşengî kir. Jinên ciwan jî li vê berxwedanê xwedî derketin. Jixwe berxwedaneke ku tevayî jinên cîhanê temsîl dike pêş ket û pêş dikeve. Xwedîderketina jinên cîhanê li berxwedana Kobanê ji bo me girîng e.

Herî dawî tiştekî ku hûn bêjin heye?

Nivîskar û hunermendên jin ên li gelek deverên cîhanê xelatên ku wergirtin diyarî şervanên YPJ’ê kirin, ez wan spas dikim. Ez jinên ku ji destpêka vê berxwedanê heta niha li xeta sînor nobetê digirin silav dikim. Em jinên nobetê digirin wek parçeyekî grîng ê berxwedana YPJ’ê ya li Kobanê dibîbin. Ji bo me wek eniyeke berxwedanê ye.