Ebru û Îdal li benda alîkariyan in
AGIRÎ (DÎHA) - Zarokên malbata Gun a ku li navçeya Giyadînê ya Agiriyê dijî yên bi navê Ebru û Îdal ên 7-9 salî ji ber nexweşiya dil her roj rewşa wan nebaş dibe. Îdal û Ebru ji ber sedemên aborî nayên emeliyet kirin û her roj ber bi mirinê ve diçin. Îdal û Ebru ji bo bên dermankirin li benda alîkariyên xêrxwazan in.
Zarokên Mehmet Gun (45) û Adul Gun (40) ên li taxa Ataturkê ya navçeya Giyadîn a Agiriyê dijîn ên bi navê Ebru (7) û Îdal (9) ji ber nexweşiya dil rojên giran derbas dikin. Her du zarok bi nexweşiya dil hatin dinê û divê qepaxa dil ê Îdal bê guherîn û divê Ebru jî bê emeliyatkirin. Mehmet Gun, diyar kir ku keça xwe Îdal bire Nexweşxaneya Zarokan a Tepecîk a Îzmîrê lê ji bo dermankirina wê 15 hezar TL. pere ji wî xwastin û ji ber ku hêza wî tunebû bêyî zarokê xwe derman bike vegeriya.
Gun, anî ziman ku piştî ji Îzmîr vegeriya keça xwe Ebru jî bire Enqere û bi heman sedemê bêyî derman bike vegeriya. Gun, da zanîn ku doktoran got heke Ebru bê dermankirin dê baş bibe. Gun, bilêv kir ku ji bo lêçûnên dermankirina zarokên wî pêk bînin serî li Walîtiya Agiriyê û Qeymeqamtiya Giyadînê dan lê bersivên neyînî girtin.
'Ji ber sîgorta hene alîkarî nedan'
Gun, bilêv kir ku çû Walîtiya Agiriyê û bi alîkarê walî re hevdîtin kir û bersiva tiştekî ji wî re bikin tuneye girt. Gun, destnîşan kir ku serlêdana alîkariyê ya ji qeymeqamtiyê re jî kir bi hinceta li ÎŞKUR'ê bi sîgortayî dixebite qebûl nekirin. Gun, destnîşan kir ku her sal 5 meh û 29 rojan li dibistanekê hemaltiyê dike û di nava meha hezîranê de karê wî bi dawî bû û nepêkane ji bo emeliyata keçên xwe wî pereyî kom bike.
'Ji ber sanciyên dil heya serê sibê ranakeve'
Gun, diyar kir ku keça wî Îdal ji ber sanciyên dil heya serê sibê ranakeve û wiha axivî: "İdal'in her gün kalp sancısı yüzünden sabaha kadar uyuyamadığını anlatan baba, "Yek 7 saliye û ya din jî 9 saliye lê weke 5 salî ne. Em li benda alîkariyên kesên xêrxwaz in."
'Em hemû bi hev ra vê êşê dijîn'
Dayîka zarokan Adul Gun jî diyar kir ku ew perîşan in û wiha got: "Dema keçên min bi vê nexweşiyê re tev digerin em jî li hemberî vê yêkê dimirin. Heya serê sibê digirîn. Êşên dikêşên êdî em jî xwe li ber nagirin." Gun, bang li hemû kesên xêrxwaz kir ku alîkariyê bidin wan.
(bd)