'Edûlê lêgerîna Dewrêş a azadiyê ye'
11:05 21.10.2013 1 / 4 MURAT ÇÎFTÇÎ / MURAT SARIOGLU
RIHA (DÎHA) - Nivîskar Alî Oruç dema biçûk bû û hat girtin, çîroka evîna Dewrêş û Edûlê fam nedikir. Lê piştî hat girtin û bi salan di girtîgehê de ma, li ser daxwaza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, nivîsand û kir roman. Oruç, di pirtûka xwe de anî ziman ku Dewrêş beriya evîna Edûdê li pey azadiyê reviya ye û wiha got: "Dewrêş fam kir ku bi şer, vîn û azad bibe dikare bigêje Edûlê. Ji ber vê yekê Edûlê lêgerîna Dewrêş a azadiyê ye."
Konfederasyona eşîra Milan nêzî 300 sal berê piştî ket bin dagirkeriya ereb, tirk û gêsanan, li hemberî şerê tirk, ereb û gêsan berxwedanek pir mezin dan. Eşîra Milan di pêşengiya Nîşaniyê Edûlê Dewrêşê Evdî, di salên 1780-1800'an de li dijî dijminên xweşer kir û di şer de jiyana xwe ji dest da. Li ser evîna Dewrêşê Evdî ya li hemberî Edulê Nivîskar Alî Oruç roman nivîsand. Nivîskarê romana “Dewrêş û Adûl” Alî Oruç çîroka pirtûkê ji DİHA'yê re got. Oruç, anî ziman uk ji doza PKK'ê 27 salan girtî ma û fikra çîroka Dewrêş wiha anî ziman: "Dema Birêz Ocalan derbasî Romayê bû xwest çîroka Dewrêş bê nivîsandin. Jiyana xwe û ya Dewrêş wekî hev didît. Ewil ji bo ku ez xwe bigînim agahî û belgeyan pir astengî hebûn. Piştî demekê min xwe gîhand hemû dengbêjan û min li stranên der barê Dewrêş de guhdar kirin. Min li girtîgehê bi nameyan ji hevalên din Dewrêş pirsi. Min dixwest ez nexşeya erdnîgariya herêmê bipirsin. Lê rêveberiya girtîgehê ev yek nedida min. Min dixwest der barê çîroka Dewrêş de bibim xwedî agahî û piştre dest bi nivîsandinê bikim. Ez hêj biçûk bûm ez hatibûm girtin û min nizanîbû evîn çiye. Min piştî dest bi amadekariya nivîsandinê kir, min pirsa evînê ji hevalê xwe û ziyaretçiyan pirsî. Min xwest evînê vebêjin. Hin kesan got ji ber evinê diçn ramûsê didin çêlekekê, hin kes jî ji ber evinê ji êvarî heta serê sibê dikarin di pînikê de jî nobetê bigirin."
'Ger ku ez azad bibim ez dê evînê bijîm'
Oruç, anî ziman ku di vê destanê de evîna welatekî û evîna neteweyekî heye û wiha got: "Li Kurdistanê şerê di navbera du eşiran de nakokiya wî neteweyî tîne ziman. Ev şerê navbera erîşa li hemberî yekîtî û tifaqiyê ye. Di evîna Dewrêş û Adûlê de mirin jî heye. Di evînê de jiyanê ava dike. Lê dema bi şopa evînê dikeve mirin jî dibe perçeyekî vê yekê. Dibêje dema ez vê evînê bijîm, lazime azadî, vîn û serbestî hebe. Divê ez evînê li ser vê axê azad bijîm. Ji bo azadiyê û evînê dişe li Rojhilata Navîn şer dike. Dixwaze bi şer azad bibe û bibe vîn. Ji ber vê yekê evîna Adulê lêgerina Dewrêş a azadiyê ye. Dema birîndar dibe jî dibêje simbêlê min ê zer şeh bikin, porê min şeh bikin. Dema Edûlê hat û ez di nava xwînê de dîtim jî bila min xweşik, jîr bi rumet û leheng bibînin. Bila zanibe ku ez ji bo rûmet û vina xwe mirime."
'Adûlê dengbêja evînê ye'
Oruç, da zanîn ku Adûlê di destanê de peyvir û erka "Evîna bigîne heq û gel" daye ser milê xwe û wiha berdewam kir: "Adûlê mal bi mal, gund bi gund digere û bi dengbêjiyê vê evinê belav dike. Bi vî rengî bêyî ku Dewrêş û Adûlê bizewicin evîna xwe dikin destan û derbasî pêşerojê dikin."
Oruç, da zanîn ku di gotina çîrok û destana Evîna Edûlê û Dewrêş de bê guman kêmasî û agahiyên kêm hene û wiha berdewam kir: "Mirov dixwaze bi berfirehî û rastî vê çîrokê bigire dest. Ji ber ku ev çîrok rastiya gelê me tîne ziman. Aliyê gel ê kêm û lêgerîna wî ya azadiyê û rûmetê tîne ziman. "
'Hemû tişt ji bo evina min, evîna min jî ji bo welatê min'
Oruç, da zanîn ku evîna Dewrêş di Gogolê de jî cihê xwe digire û di hevokek Gogolê de wiha derbas dibe. 'Her tişt ji bo evina min û evîna min jî ji bo welat'. Oruç, anî ziman ku Dewrêş ji bo evîna xwe azadî, û ji bo azadiyê jî rumet û welat esas girtiye.
(mae)