1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Efkan Ala bi bûyerên Amedê tê bîra Kurdan
Efkan Ala bi bûyerên Amedê tê bîra Kurdan,efkan,ala,bi,bûyerên,amedê,tê,bîra,kurdan

Efkan Ala bi bûyerên Amedê tê bîra Kurdan

A+ A-

ANF - NAVENDA NÛÇEYAN 26.12.2013 08:12:25 Wêne: Bîrgul Ozbariş Arda

Efkan Ala, ku li dû guhertinên dawî yên li desteya wezîran li derveyî Parlamentê ji bo Wezareta Karên Hundir hat wezîfedarkirin, bi qetilkirina Enes Ata yê 8 salî, Abdûllah Dûran ê 9 salî û bûyerên Amedê tê bîra Kurdan.

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan piştî hevdîtina saetk û nîvekê ya duh êvarê bi Serokkomar Abdullah Gul re, desteya nû ya wezîran aşkera kir.

Li şûna Mûammer Guler ê piştî operasyona bertîl û nelirêtiyê îstifa kir, Erdogan ne ji nava 325 parlamenten ji derveyî parlamentê Efkan Ala ji bo Wezareta Karên Hundir wezîfedar kir.

Efkan Ala ku ji sala 2007'an û vir ve Şêwirmendê Serokwezîr e, ji aliyê Kurdan ve bi demên Walîtiya Êlih û Amedê tê naskirin.

Ala ku di sala 2003'an de li Êlihê û piştî salekê jî li Amedê bû Walî, hewl da bi daxuyaniyên xwe yên "nerm" re îmajeke cuda ya şerê taybet ê li Kurdistanê nîşan bide.

WALIYÊ MÎNAKDAR Ê ERDOGAN!

Efkan Ala, ku Erdogan di civîneke Waliyan de weke "waliyê mînak" nîşan da got, "Em dizanin welatî û terorîstan û yên destekê didin terorîstan ji hev cuda bikin, navê vê jî bikaranîna teknîkên nû yên rêveberiyê ye". Ala bi van gotinên xwe konsepta dema nû ya dewletê dianî ziman.

'Teknîkên rêveberiya nû' yên Ala rûyê xwe di serhildana Amedê ya 2006'an de nîşan da.

5 JÊ ZAROK 10 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN, DOZEK BI TENÊ JÎ NEHAT VEKIRIN

Di bûyerên li bajêr ên di navbera 28'ê Adar-3'ê Nîsanê de 5 jê zarok 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Polîs û leşkeran 199 jê zarok 543 kes kirin binçavan. Baroya Amedê tespît kir ku tevahiya zarokên hatine binçavkirin, di îşkenceyeke sîstematîk re hatine derbaskirin.

Her çend Baro û ÎHD'ê xwestin der heqê bûyerên mirin, birîndarkirin û îşkenceya di binê çavan de doz werin vekirin jî, Walîtiya Amedê ya bi serkêşiya Efkan Ala, der heqê ti wezîfedarên xwe yên ewlekariyê de dozek jî venekir.

Navê Ala bi 'mangayên mirinê' yên şandin Herêmên Parastinê yên Medyayê careke din hat rojevê.

Di rojên destpêkê yên Şêwirmendiya Serokwezaretiyê ya Ala de, di vegotinên ajanên JÎTEM'ê yên bi navê "Lîstika Jehrê ya JÎTEM'ê" di ANF'ê de hatin weşandin de, 'teknîkên rêveberiya nû' yên Ala dihatin vegotin.

M. Saît Yildirim ê di 'LÎSTIKA JEHRÊ' de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat zevtkirin, behs dikir ka çawa ji aliyê JÎTEM'ê ve hatiye ajankirin û diyar dikir ku di civîneke perwerdeyê ya Tîrmeha sala 2006'an a li avahiya MÎT'ê ya li Amedê de Efkan Ala jî amade bû. Yildirim digot:

"Wê me êdî bixin perwerdeyê. Wê demê bi min re 40-50 ajanên din jî hatibûn. Min hin ji wan nas dikir. Me li pêşberî dikê li koltixan rûdiniştin. Li pêşberî me jî zilamên muhîm û kesên semîneran bidin hebûn. Hemû rayedarên payebilind ên hatin, di qada xwe ya pisporiyê de perwerde didan. Her kes di beşa xwe de radibûn, perwerde didan û diçûn. Waliyê Amedê Efkan Ala di roja destpêkê de li wir bû. Ew jî rabû. Behsa tiştên ku li Amedê di nava gel de bên kirin, kir. Behs dikir ka emê çawa karibin gel birêve bibin, çawa agahiyan ji wan bigirin û çawa xwe li nava çalakiyan bicih bikin. Bi mînakan behs dikir, ka çawa gel û gerîla dikarin ji hev werin dûrxistin."

'DEWLETA KÛR A AKP'Ê'

Navê Wezîrê Karên Hundir ê Nû Efkan Ala herî dawî di berxwedana Gezî de hat bilêvkirin. Hat îdîakirin ku Ala li Mudurên Emniyetê geriyaye ji wan re gotiye "protestovanan bi erdê re bikin yek" û fermana şewitandina konan daye.

Lîderê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû di bernameyeke televîzyonê ya duh êvarê de ji bo Efkan Ala got, "Dewleteke kûr a AKP'ê heye. Yek ji hêmanên wê dewletê jî Efkan Ala ye."