1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Efrîn dibe navenda libasan a Rojhilata Navîn
Efrîn dibe navenda libasan a Rojhilata Navîn,efrîn,dibe,navenda,libasan,a,rojhilata,navîn

Efrîn dibe navenda libasan a Rojhilata Navîn

A+ A-

NAZIM DAŞTAN

EFRÎN (DÎHA) - Piştî Kantona Efrînê hat avakirin, di qada libasan de jî gavên girîng tên avêtin. Piştî şoreş pêş ket, di qada model, teşe û bazirganiya cil û bergan de jî pêşketin pêk hat. Bi şoreşa Rojava û Kantona Efrinê re Efrin di sektora libasan de bû navenda Rojhilata Navîn. Bi 10 hezaran kes karê libasan dikin û bi awayekî komîteyan xwe bi rêxistin dikin. Endamê Rêveberiya Rêxistina Civaka Sivîl a Kantona Efrînê Mustefa Hesen, anî ziman ku ji ber çar aliyê wan ji bazirganê re girtî ye, bi derfetên xwe rê ava dikin û bazirganiya derve dikin.

Piştî li Rojava şoreş pêş ket, pergala xweseriya demokratîk hat avakirin. Bi pergalên nû re kanton hatin avakirin û vê yekê bêtir rê li pêşiya hilberîn, afirînerî û biryarbûnê vekir. Li Kantona Efrînê jî piştî xweseriya demokratîk û avakirina kantonê di qadên çand, aborî, perwerde û ziman jî gavên nû hatin avêtin. Li Efrînê bazirganiya cil û bergan jî pêş dikeve. Ewil navenda tekstîlê û dirûnê bajarê Halep bû, lê piştî şoreşê û kantonê niha ev fabrîqeyên tekstîl û dirûnê li Efrînê hatin avakirin. Piştî fabrîqeyên tekstîl û dirûnê li Efrînê hatin avakirin, bazirganî, fesalî û modelên nû yên cilan jî li Efrînê pêş ket. Bi vê yekê re êdî Efrîn dibe navenda tekstîl û libasan. Ewil li Efrînê hêjmara fabrîqeyên tekstîlê 3-4 heb bûn, niha derket 300 fabrîqeyan. Kantona Efrînê niha ji sedî 80 pêdiviya libasan û tekstîlê pêşwazî dike. Kantona Efrînê bi vê yekê armanc dike ku di pêşerojê de bibe navenda Rojhilata Navîn. Bajarê Efrînê li gel dorpêça çeteyên El Nursa û DAIŞ'ê dîsa di qada bazirganî û tekstîlê de mezin dibe û rêyên nû li qada bazirganiyê vedike. Li Kantona Efrînê niha nêzî 10 hezar karker di karê tekstîl û fabrîqeyên libasan de dixwebitin û xwe li vir bi rêxistin dikin.

Pêşketina fabrîqeyên libasan vegera welatiyên koçber ên Efrînê jî dest pê kir.

Endamê Rêveberiya Rêxistina Civaka Sivîl a Kantona Efrînê Mustefa Hesen, anî ziman ku ji ber çar aliyê wan ji bazirganê re girtî ye, bi derfetên xwe rê ava dikin û bazirganiya derve dikin. Hesen, anî ziman ku ji ber li Helebê şer heşe, hilberîner û bazirganên tekstîl û libasan êdî berê xwe didin Efrîn û Şamê. Hesen, da zanîn ku hilberînerên tekstîl û libasan dîsa li axa xwe û welatê xwe vedigerin.

Hesen , destnîşan kir ku berî Kantona Efrînê bê avakirin tenê 3-4 fabriqe hebûn, lê niha 300 fabrîqe hene û zêdeyî 10 hezar karker di karê liblasan de dixebitin. Hesen, destnîşan kir ku fabrîqeyên li Kantona Efrînê hatine avakirin ji sedî 80 pêdiviyên Sûriyê temîn dike. Hesen, da zanîn ku ew niha hemû hilberhîner û karkeran di bin baneyekî de kom dikin û projeyek mezin hedef dikin.

Hesen, destnîşan kir ku li gorî feraseta şoreşê xwe bi rêxistin dikin û armanc dikin ku hemû karkeran di bin komîteyan de birêxistin bikin. Hesen, anî ziman ku karker rojê 9 saetan dixebitin û li gorî keda wan heqê wan didin wan. Hesen, bilêv kir ku niha li gorî Halepê çarqat heq didin karkeran. Hesen, daxuyand ku ji ber niha di nava şert û mercên şer dene û di demên pêş de tê şert û mercên karkeran hîn baştir bikin. Hesen, diyar kir ku ne tenê kurd, ereb jî koçî Efrînê dikin.

(mae)