Efrîn ji nû ve tê avakirin û li benda alîkariyê ye
SEYIT EVRAN - EFRÎN 06.05.2014 11:20:01 Yek ji sê kantonên Rojavayê Kurdistanê Efrîn ji nû ve tê avakirin. Pirsgirêkên av, elektrîkê hatin çareserkirin, rê, otogar û qada bazara bajêr hewl tê dayîn bi derfetên kêm bên çêkirin û di sektorên înşaet, çandinî, sewalkarî û pişesaziyê de derfetên razemeniyê hatin afirandin. Kanton li benda alîkariya Şaredariyen Bakurê Kurdistanê û razemeniya welatparêzan e.
Li Rojavayê Kurdistanê piştî ku rêveberiyên Kantonên Xweser hatin îlankirin, gelek kesan nîqaş kirin ku gelo wê karibe bijî yan na. Lê belê roj bi roj rêveberiyên kantonan di kesayetiya Rojava de weke modeleke çareseriyê ji bo hemû pirsgirêkên herêmê derket pêş.
Rêveberiyên Kantonên Xweser ên Rojava bi xebatên xwe yên heta roja îro dane meşandin re, her diçe baweriya ji xwe mezintir dike. Her Kanton û heyetên di bin sîwanê kantonan de dixebitin, ev modela rêveberiyê anîn radeya bê qebûlkirin. Nêzî temamiya xebatên heta roja îro hatine meşandin, bi çavkaniyên xweser hatine meşandin. Seroka Heyeta Rêveberiyên Herêmî ya Kantona Xweser a Efrînê Nûrşan Husên xbatên xwe yên heta roja îro kurteber kir û destnîşan kir ku ji bo ew di demeke kurt de xebatên xwe yên rêveberiyên herêmî biqedînin, li benda alîkariya rêveberiyên herêmî yên Bakurê Kurdistanê ne.
PROJEYÊN BAJARVANÎ Û AVAKIRINÊ
Tevî ku di ser îlankirina rêveberiyên Kantonên Xweser ên Rojavayê Kurdistanê re demeke kurt a weke sê mehan derbasbûye jî, li gel qadên siyasî, dîplomatîk û leşkerî di warê xizmetê de jî mora xwe diavêjin binê xebatên girîng.
Heyeta Rêveberiyên Herêmî ya Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê bi projeyên xwe re Efrînê ji nû ve ava dike. Lê belê di vê pêvajoya ji nû ve avakirinê de ji aliyê maşînên kar ve kêmasiyên ciddî tên jiyîn.
Seroka Heyeta Rêveberiyên Herêmî Nûrşan Husên xebatên xwe yên heta niha kurteber kir û diyar kir ku ji bo ew projeyên xwe di dema xwe de biqedînin û xebatên ji bo ji nû ve avakirina bajêr bimeşînin, li benda alîkariya Şaredariyên Bakurê Kurdistanê ne.
Husen der barê projeyên xwe yên vê gavê tên meşandin de agahî da û got, "Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên bajarê me pirsgirêka avê bû. Me ev bi awayekî çareser kir. Pirsgirêkeke din a girîng jî pirsgirêka elektrîkê bû, me ew jî bi derfetên xwe çareser kir. Lê ji bilî van, karê divê werin kirin hene.
Yek ji van karê sereke jî çêkirina rêya gund, hahiye, nava bajêr û derve ye. Me di vî warî de projeyek derxistin holê û niha dewam dike. Pirsgirêkek me ya din jî veguhastina otogara bajarê me ya navbera bajaran, nahiye û gundan ji bo derveyî bajêr bû, me dest bi vî karî jî kirin û niha dewam dike.
Xebateke me ya din a girîng cihê bazara bajêr û tevî vê yekê avakirina hala zebze û fêkî ye. Me projeya vê jî derxistin û dest bi karê wê kirin. Li gel vê pirsgirêke me ya din a bingehîn komkirina sergoyên bajar, nahiye û gundan û tinekirina vî sergoyî bû. Me di vî warî de jî proje amade kirin.
Pirsgirêkek din jî di mehên havînê de pirsgirêka helmêşan û dermanê li dijî wan e. Me di vî warî de jî proje amade kirine."
JI BER KÊMANIYA MAŞÎNÊN KAR, PROJE BI GIRANÎ DIMEŞIN
Husên da xuyakirin ku wan dest bi hemû projeyên xwe yên di bin sîwana Şaredariya Efrînê de kirine, lê belê ji ber kêmaniya maşînên kar xebatên wan gelekî giran dimeşe.
Husên di vê der barê de ev agahî da: "Di destê me de grayderek, dozerek, çend maşînên xurde, kamyonên ne temam ên ji bo barkirina xîzê hene. Ji bilî van ti maşînên me yên kar nîne. Bêguman ev jî rûyê rast ê rejîma Baasê nîşan dide. Derdikeve holê ku tevî nekirina xizmetê, maşînên kar jî nedaye herêma me. Em jî bi maşînên di destê xwe de carna hewl didin li hala zebze fêkî, carna li otogarê carna jî di paqijkirina sergoyê bajêr de dixebitin. Ji ber vê yekê karê me gelekî giran dimeşe. Ji bo me projeya herî girîng rêyên gund û nahiyeyane. Ji ber tinebûna maşînên kar em nikarin vê bikin."
BI SÎSTEMA 'ŞAREDARIYA BIRAT' ALÎKARÎ DIKARE BÊ ŞANDIN
Nûrsan Husên diyar kir ku bi dest, bêr û bivir be jî ewê xebatên xwe bê navber dewam bikin ji bo projeyên xwe biqedîne.
Li gel vê yekê balê dikşîne ser girîngiya piştevaniya şaredariyên Bakurê Kurdistanê ku karibe bi lez û bez xizmetan bigihijîne gel û ev xal destnîşan kir:
"Xebatên me heta niha meşandin, bi çavkaniyên xwe û derfetên kêm bicih anîn. Ji ber polîtîkayên saziyên navneteweyî yên li dijî Rojava, heta niha destekek zêde ji Rojava re nehat dayîn. Lê belê şaredariyên me yên li Bakurê Kurdistanê dikarin di vî warî e alîkariyê bidin me. Di qanûnên navneteweyî de qanûna îlankirina şaredariya bira heye. Her şaredariyeke me ya li bakurê Kurdistanê dikare şaredariyeke me weke şaredariya bira îlan bike. Piştî ku weke şaredariya bira îlan kir, dikare maşînên xwe yên kar ên zêde yan jî yên zêde bikar nîne, ji bo em xizmetên xwe temam bikin, ji me re bişînin. Di vî warî de bendewariyên me hene. Li kantona me ya Efrînê ji bo hatine alîkariyên bi vî rengî zêde pirsgirêk li holê nîne. Hin deriyên ku berê di destê çeteyan de bûn niha ne di destê wan de ne û dikarin werin bikaranîn. Ji ber vê yekê em bang li hemû şaredarî û saziyên me yên fermî dikin, ku ji bo em projeyên xwe bibin serî alîkariyê bidin. Ev yek di heman demê de projeyên avakirina sîstema me ye. Alîkariyên werin dayîn alîkariyên ji bo avakirina sîstemê ne. Dixwazim bêjim ku ev yek ne tenê karê şandina maşînek du maşînên kar e."
BANG LI KARSAZAN
Seroka Heyeta Rêveberiyên Herêmî ya Kantona Efrînê ya Xweser Husên balê dikşîne ser derfetên razemenî û kar ên li kantonê jî. Husên diyar kir ku li Kantona Efrînê gelek qadên ciddî yên razemeniyê hatine vekirin û bi "têgihiştina xebatên avakirina xweserî û welatekî tê meşandin" bang li karsazên Bakur, Başûr Rojhilat û welatparêzên li derveyî welat kir ku bê kantona wan û karê xwe bidin rûniştandin.
Husên da zanîn ku ji çavkaniyên avê heta avahîçêkirinê û pişesaziyê gelek derfetên razemeniyê afirîne û got, "Efrîn ji nû ve tê avakirin. Li her deverê xebatên înşaetê hene û kapasîteya berhemên sewalî zêde ye. Ev yek jî nîşan dide ku li vê qadê razemeniyeke ciddî dikare bê kirin. Mînak, hilberîna zeytûn, ava hinar, goşt, şîr, mast gelekî zêde ye, lê ti razemenî nîne."