1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Efsaneyek di bin avê de dimîne
Efsaneyek di bin avê de dimîne,efsaneyek,di,bin,avê,de,dimîne

Efsaneyek di bin avê de dimîne

A+ A-

26 Gulan 2014 MEHMET ZEKÎ ÇÎÇEK

ŞIRNEX (DÎHA) -Qesra Elodîno ya ku li Geliyê Dîcleyê piştî Bendava Cizîrê û projeya HES'ê bi dawî bû dê di bin avê de bimîne.

Qesra Elodîno ya nêzî gundê Bafê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê ya xwedî pevneşopiyekî sedan salan bi xilasbûna Bendava Cizîrê û projeya HES'an dê di bin avê de bimîne. Qesra dîrokî ya ku li ser cihekî asê hatî çêkir ji ber bêxedîbûnê ten xerebeyên dîwarên wê mane û ligel vê yekê hêj bi heybet disekine. Tê texmînkirin berê li ser banê wê qube hebûye. Qesr ji kevirên biriyê û têkileka ji kîreç û kalkerê pêktê bi cureyekî çîmentoyê hatiye çêkirin. Li aliyê Qesriyê yê rojhilat deriyê wê hêj heye û tenê ji vî deriyê dikevin qersê. Aliyê qesrê yê berê xwe dide çem jî du paç û deriyekî wê hene.

'Elodîno eşqiyayê li dijî Mîr Muhammed derketiye'

Efsaneya Elodîno yê xwediyê vê qesrê jî eşqiyayekî yê wê demê yê nav û den yê wê herêmêbûye. Têkildarî serdema çîroka Elodîno jiyî agahiyekî teqez tuneye ji herêmên Torê, Botan û Colemêrgê bi vegotina devkî heya roje me hatiye. Her çiqas li gorî herêman cuda bê vegotin jî li ser heman bingehê tê vegotin. Li herêma Botan Elodîno ji gundê Bafê ye û li wir ji xwe re qelheyek çêkiriye û bi mîrê wê demê Mîr Muhammed re ketiye nava şerekî dijwar, şer qezenckiriye lê bi lîstokên mîr pişt re ji aliyê mîr ve hatiye giritn û hatiye darvekirin. Navê Elodîno ji ku tê jî du gotin hene: Yek; ji navê Alaaddîn tê û ji ber kurdî bi kurtasî dibêjin Alodîno tê. Ya duyemîn jî ji navê Alî tê û ji ber qehremaniyên kirin û bêtir şer kir leqaba Dîno lêhatiye zêdekirin û bi navên Eliyê Dîn, Elodîn, Elodîno hatiye îfadekirin.

'Tê zanîn ku Elodîno di salên 1600'an de jiyiye'

Elodîno qehremanekî çîrokan nîn e, ji çîrokên hatin vegotin kesayekî rast û ev yek ji cihên lê mayî dê fêmkirin. Bi taybet li herêma Botanê qelheya behsa wê tê kirin hêj heyî, behsa Birca Belek tê kirin û seceraya mîrên Botanê de navê Mîr Muhammed derbas dibe ev hemû vê yekê piştrast dikin. Hebûna Birca Belek nîşaneya bûyer berî wê pêkhatiye. Birca Belek berdewamiya Qelheya Cizîrê ya di sala 1596'an de ji aliyê beqên Cîzîrê Azîzan Şeref bîn Muhammed bîn Hanabdal ve hatiye çêkirin e. Ji ber vê yêkê Elodîno di wê demê de jiyiye tê qebûlkirin.

'Qesra Elodîno ya hemû kes bibîne dê di bin avê de bimîne'

Dawiya Elodîno yê ku li dijî mîr Botanê Mîr Muhammed serî netewand û bi xapandinê anî Cizîrê û hate girtin û avêtin girtîgehê û li ser milên wî find hilkirin û wisa tê kuştin di nav gel de tê vegotin. Tê gotin ku piştî Elodîno mir keça wî Seyran piştî bavê xwe strana hêj di nav gel de tê gotin, got:

"Weylê.., Kelha Bafê li belevanê Kelha Bafê ya rengîn yadê li belevanê, Van ticar û kelek vana ji Diyarbekirê, Kelekê xwe berdanê, Wellah, qefavan kelehkan li ber, Qesra bavê mi Seyranê, Yadê, tu wê xêrê bikê, Xêrêbi çavê xwe nebînê, Çawe te nehêla ez bi bavê xwe re, Têr bigerim ser hasilan û demanê, Yadê, weyla li min rebenê, Li min êsîrê, Xudê xirab bikê mala, Qaymeqamê Mûsil û zapitê, Mihemed Begê Cizîrê, Çawa xeniqandin bavê min rebenê Xwe yêşebekan û zincîrê."

(bd)