1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Efserek tirk li xwe mukur hat!..
Efserek tirk li xwe mukur hat!..,efserek,tirk,li,xwe,mukur,hat

Efserek tirk li xwe mukur hat!..

Leşkerê payedar:Balafirên şer ên dewletê bi navê "Em PKK'iyan bikujin" gelek leşker jî qetilkirin

A+ A-

HAMZA GUNDUZ Leşkerê payedar ê ku piştî çalakiya Geliyê Tiyarê ya di 22'ê cotmeha 2011'an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê di nav koma ewil çû herêmê diyar kir ku balafirên şer ên dewletê bi navê "Em PKK'iyan bikujin" bombe avêtin hemû zîndewaran û gelek leşker jî qetilkirin. Leşkerê payedar îdîa kir ku piştî pevçûnan hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest didin her tim tên veşartin. Leşkerê payedar anî ziman ku HPG'iyên di pevçûnan de birîndar tên girtin tên înfazkirin û bi dehan guleyan li cenazeyan didin.

Leşkerekî payebilind ê ku nexwesta navê xwe bibêje û piştî pevçûna di 22'ê cotmehê ya li Geliyê Tiyarê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê ya ku hate îdîakirin çekên kîmyevî hatin bikaranîn di koma ewil de çû herêm piştî salekê tiştên li wir hatin jiyîn û tiştên bûye şahid ji ber "Ezaba wijdanê" kêşand ji DÎHA'yê re vegotin. Leşkerê payedar da zanîn ku balafirên şer ên dewletê li ser navê "Em PKK'iyan bikujîn" hemû zîndewar bombebaran kirin û gelek leşker jî kuştin. Leşker, anî ziman ku bi 36 endamên HPG'ê re 61 kesan jiyana xwe ji dest da û bi bombeyên Qazanê yên li herêmê hatin bikaranîn çekên kîmyevî jî hatin bikaranîn. Di pevçûna 2 rojan berdewam kir û piranî balafirên şer û helîkopterên kobra hatin bikaranîn de 36 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn û gelek cenaze perçe bibûn. Ev yek jî aliyê rêxistinên sivîl ên civakî ve hatibûn raporkirin. Piştî bûyerê di sîteya înternetê ya TSK'ê de hate diyarkirin ku di encama tesbîtkirina Balafirên Hewayî yên Bêmirova de û encama bombebarana balafirên şer de 49 HPG'iyan jiyana xwe ji dest dan. Lê piştî rêxistinên sivil ên civakî û welatî çûn herêmê agahî zelal bûn û di pevçûnê de bi giştî 36 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane derket holê.

Piştî van geşedanan salek şûnda leşkerekî bi paye yê ku nexwast navê xwe bêje û di koma ewil a çû herêmê de cih girt tiştên hatin jiyîn vegotin. Leşkerê Payedar, diyar kir ku ji ber "Wijdana wî diêşe" biryara axaftinê da û ji bilî bûyera Geliyê Tiyarê têkildarî gelek bûyerên de agahiyên sosret dan.

'Dewletê leşkerê xwe gulebaran kir'

Leşkerê payedar, anî ziman ku dewletê hemû zindewar gulebaran kirin û wiha got: "Li Geliyê Tiyarê ewli 32 HPG'î hatin kuştin. Di vê demê de di encama bombebaranê de jî 29 leşker hatin kuştin û 57 leşker jî birîndar bûn. Sedema vê yekê jî dîmenên Heronana û germahiya ji termanan digirtinbû. Di koordînatan de digotin li filan herêmê kesên bi çek hene. Li ser vê yekê balafirên şer herêmê bombe dikir. Li wir li ser navê PKK'iyan bikûjim bombe li hemû kesî dihatin barandin. Ji ber vê yekê di bombebarana ewil de 32 PKK'î û 29 leşker hatin kuştin û 57 leşker jî birîndar bûn. Bi giştî 61 kesan jiyana xwe ji dest da. Piştî êrîşa helîkopterên kobran de jî 4 PKK'î hatin kuştin. Ji kesên ewil çûn wir yek jî ez bûm. Dîmenên me li wir dîtin wehşet bû. Perçeyên mirovan li holê bûn. Kî leşker kî PKK'î bû ne diyar bû. Cenaze tevlî hev bûn. 57 leşkerên li wir birîndar bûn yek jî li ser xwe nebû. Guhên wan tu tişt nedibihîstin. Ligel vê yek jî tu ji wan di çapemeniyê de derneketin."

Leşkerê payedar, da zanîn ku rayedar piştî pevçûnan mirinan vedişêrin û wiha axivî: "Di pevçûnekê de hinî mirina leşkeran kêm nîşan bidin, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gelek in. Dema ku 25-30 kes jiyana xwe ji dest bidin 2-3 kesan nîşan didin. Hin caran li morgê 5-10 cenazeyan diavêjin ser hev. Pişt re ev cenaze tên belavkirin. Li herêmên din tên belavkirin û ji welatên wan re tên şandin."

'Dê di kanunê de gelek çawişên pispor îstîfa bikin û kesên firar dikin hene'

Leşkerê payedar, bilêv kir ku piştî pevçûnan deruniya gelek payedaran xerab bûye û di nava meha kanunê de dê gelek çawişên pispor îstiva bikin û wiha pê de çû: "Deruniya çawişên pispor xerab bûye û tu kes naxwaze şer bike. Taburên 1-2-3-4-5 ên Komando yên li Tugaya Komando û Çiya ya Colemêrgê di nava meha kanunê de dê ji her bolukê herî kêm 16 û an jî 20 çawişên pispor îstîfa bikin hene. Piştî dema peymanê xelas bû dê îstîfa bikin. Ev encama rojên borî ji aliyê Fermandarê Tugayê ve hate tesbîtkirin. Heta niha 5 çawişan fîrar kir. Hêj dema wan a peymanê xelas nebûyî firar kirin. Di her tugayê de divê 5 tîm hebûn lê niha ev yek ji 3 tîman pêk tê yanî ev hejmar ketiyê. Ev hejmar di meha kanunê de dê bi îstîfayan bikeve 2 yan. Êdî tu kes ji bo leşkeriya pisporiyê serlêdanê nake. Berê li tevahiya welat salê 2 hezar kesan serlêdan dikir lê niya ev yek salê bûye 300 kes. Berî dest bi peywirê bikin û tiştên dema ku dest bi peywirê dikin ji hev cuda ne û ji ber vê yekê xwe weke hatine xapandin hîs dikin."

'Ji ber deynên krediyê neçar in dimînin'

Leşkerê payedar, destnîşan kir ku gelek çawişên pispor niha jî dixwazin biçin û ji ber deynên krediyê naçin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Kesên îro neçin ji ber deyninên kartên krediyê nikarin biçin. Ji bo van deynan bidin rojan dihejmêrin. Piştî ev deyn dan dê biçin."

'HPG'iyên bi saxî tên girtin tên înfazkirin'

Leşkerê payedar, diyar kir ku hinek nûçeyên ji çapemeniyê re tên serwêskirin û ên "Merhemata leşker a ji PKK'iyê teslîm bû" rastî nîn in û wiha got: " Divê ji mirî re muameleya xerab neyê kirin. Kesên dimire gelek caran dîsa tê gulebarankirin. PKK'iyên bi birîndar tên girtin tên qetilkirin. Herî dawî heke ez şaş nebim li Qereqola Geçîmliyê PKK'iya bi navê Zozan bi saxî hate girtin û pişt re hate qetilkirin."

'Kesên hemû colemêrgiyan weke terorîst dibînin hene'

Leşkerê payedar axaftina xwe wiha berdewam kir: "Bi giştî deruniya me xerab e. Operasyon ewqas gelek in êdî em îdare nakin. Dawiya hefteyê tuneye. Li erazî 3 mehan dibînin. Desturên tên plankirin tên betalkirin. Heke rewşekî gelek girîng tunebe tu kesî naşînin. Kesên gelê Colemêrgê hemûyan weke terorîst dibînin hene. Koma ji kesên dibêjin 'Heke destûrê bidin me em dê bikevin nava bajarê ji zarok, pir, mele û jinan bigirin hemû kesî bikujin' di nav me de hene û li bende vê yekê ne. Li çoltar leşker hev û du dikujin. Şevê di kemînê de û an jî di pevçûnê de gelek leşker ji ber tirs û panîkê hevalên xwe dikujin. Ev yekê tu caran di çapemeniyê de dernakevin."

Leşkerê payedar bûyera vegot a ku "Heke ez şaşnebûm li Qereqola Geçîmliyê PKK'iya bi navê Zozan bi saxî hate girtin û pişt re hate kuştin." di rapora ÎHD'ê de weke "HPG'iya jin hate înfazkirin" de cih girt li hev tê. ÎHD'ê di rapora têkildarî pevçûna Qereqola Geçîmliyê ya di 4'ê tebaxê de pêk hat û 14 HPG'iyan jiyana xwe ji dest hate diyarkirin ku herî kêm 3 HPG'î bi birîndarî hatin girtin û pişt re hatin înfazkirin.

(bd/mae)


Bêjeyên Miftehî