Efserekî Pêşmerge: Bi sedan laşên terorîstan ketine destê me
EFSEREK: BI SEDAN LAŞÊN TERORÎSTAN KETINE DESTÊ ME Efserekî fewcên cîgirê serokê Herêma kurdistanê eqîd Mesûd Ezîz ku di heman demê de pêşmergeyekî kevne radighîne ku terrorist nizanin bi kûve birevin.
Eqîd Mesûd Ezîz Nadir li fewcên cîgirê serokê Herêmê Kosret Resul Elî ji PUKmedia`yê re ragihand: Em niha li gundê Sîrme ne a ser bi qeza Mexmurê û li beramber çekdarên terrorist rawestiyane, firokên artêşa Êraqê bombadumana wê navçeyê dike û em jî bi çekên cure (Racîme) terorîstan moşekbaran dikin û terrorist niha di hewla revê de ne û nizanin bi kûve birevin û hêzên me pey wan ketine berve gundê Hacî Elî ve diçin.
Eqîd Ezîz got: Em niha weku fewcên Kosret Resul bi serpereştiya Rêbaz Pîrkutî li dewrûberê qeza Mexmurê belav bûne û şerê DAIŞ`ê dikin.
Mesûd Ezîz ew yek jî da zanîn ku hêzên pêşmerge îro bi hemahengî li gel artêşa Êraqê li terorîstan didin û bi sedan kuştiyên wan hene û termên wan liber destê meda ne.
Eqîd mesûd teqez li ser wê yekê jî kir û got: Ew cihê em lêne terorîstan nekariye yek bost axa me dagîr bikin û em soz didin malên şehîdan û xelkê xweşewîstê Kurdistanê ku dive terorst li ser şehîdbûna me werin nava qeza Mexmurê.
PUKmedia/Dilşad Ehmed