1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. EGRK: Ger Artêşa Azad ji Serêkaniyê dernekeve wê bersiv bê dayîn
EGRK: Ger Artêşa Azad ji Serêkaniyê dernekeve wê bersiv bê dayîn,egrk,ger,artêşa,azad,ji,serêkaniyê,dernekeve,wê,bersiv,bê,dayîn

EGRK: Ger Artêşa Azad ji Serêkaniyê dernekeve wê bersiv bê dayîn

A+ A-

11/11/2012 10:02:00Rûdaw

Endamê ENKS Birîmo: Artêşa Azad ji bilî ala ‘Laîlaheîllilah’ ti alekî qebûl nake

Mihemed Tahir

Hewlêr (Rûdaw) – Berî çend rojan Artêşa Azad a Sûriyê ket bajarê Serêkaniyê yê rojavayê Kurdistanê. Roja înê jî grûbeke çalakvanên kurd xwestin ala Kurdistanê bilind bikin, lê rastî astengiya çekdarên artêşa azad hatin. Nûnerê EGRK û ENKS li Sûriyê li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan dan. Endamê ENKSê Nûrî Birîmo ji Rûdawê re got: “Artêşa Azad ji bilî ala ‘Laîlaheîlillah’ ti alekî din qebûl nake.” Berdevkê EGRKê Şêrzad Adil jî ji Rûdawê re got: “Serêkaniyê Kurdistane û wê hemû alên kurdî bên bilindkirin.” Adil diyar kir ku ger artêşa azad bi xweşî û guftûgoyan derneveke, wê demê wê bersiva wan bê dayîn û YPGê li benda biryara siyasî ya Desteya Bilind a Kurd (DBK) e.

Birîmo: Ez bawer nakim ger ku Artêşa Azad ket cihekê, ji wir derkeve

Berpirsê ragihandinê yê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) û endamê Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbarê hatina artêşa azad a Serêkaniyê ji Rûdawê re axivî. Birîmo di vê derbarê de wiha got: “Em wek tevgera siyasî ya Kurd û ENKSê, ne li dijî Artêşa Azad a Sûriyê ne. Lê bila Artêşa Azad biçe rejîma Esed birûxîne. Ger Artêşa Azad were Serêkaniyê, em wek ENKS nerazîne. Serêkaniyê cihê kurda ye, ger niyeta wan ne xirabe û ger ne ji bo dagirkirina Serêkaniyê hatibin, wê ji wir vekişin. Ez bawer nakim ger ku Artêşa Azad ket cihekê, ji wir derkeve.”

Derbarê helwesta ENKSê ya derbarê artêşa azad a hatina Serêkaniyê jî Birîmo wiha got: “Divê helwestek ya ENKSê hebe û ez niha nikarim wê bersivê bidim. Ez wekî şexs û endamekî ENKSê, li dijî hatina Artêşa Azad a li Serêkaniyê me.”

Di dîmeneke vîdyoyî ku roja înê (09.11.2012) li Serêkaniyê hatî kişandin, hêzên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyê li bajarê Serêkaniyê yê rojavayê Kurdistanê rê nedan ku çalakvanên kurd ala Kurdistanê bilind bikin û ji wan re gotin: “Hûn tenê dikarin ala Sûriyê bilind bikin.”

‘Artêşa Azad li Serêkaniyê ji bilî ala ‘Laîlaheîllilah’ ti alekî qebûl nake’

Endamê ENKSê Birîmo derbarê vê yekê de nerazîbûn nîşan da û wiha got: “Artêşa Azad her nahêle ala Kurdistanê bê hildan û ger niha di nava hinek taxan de ala Kurdistanê hatibe bilindkirin, ev nayê wê wateyê ku Artêşa Azad dihêle ku ala Kurdistanê bê hildan. Artêşa Azad a hatî Serêkaniyê, ti tişekê qebûl nake û belkî ala şoreşê ya Sûriyê û ya Kurdistanê jî qebûl neke. Ji bilî ala ‘Laîlaheîllilah’ ti alekî li wir qebûl nake.”

‘Emê ji bo parastina axa Kurdistanê şerê her kesî bikin’

Nûrî Birîmo derbarê wan çekdaran de jî wiha got: “Grûbên Îslamî ne, armanceke wan hene û ecendeyeke wan a derveyî Sûriyê heye. Ger ne wisabana, wê di Sûriyê de hatiban Serêkaniyê û şer kiriban. Ew ji serxetê hatine û ji aliyê Tirkiyê ve hatine. Ev jî tê wê wateyê ku armanceke wan heye, tiştekî îstixbaratiye û ji bo herêmên kurdî dagîr bikin. Herwiha şerê kurd û ereban dest pê bike. Heta ji me jî bê em şerê kurdî-erebî nakin, lê ger bibe parastina ji bo xaka Kurdistanê, emê şer bikin û kî nêzî axa Kurdistanê jî bibe, emê şerê wan bikin. Kesê nêzî axa Kurdistanê bibe, ew ji me re xeta sor e.”

‘Rejîm ligel me nîne û bila artêşa azad biçe li Şamê rejîmê birûxîne’

Berpirsê ragihandin û endamê serkirdayetiya El-Partî Nûrî Birîmo li ser pirsa ‘Di hinek xwepêşandên kurdan de diruşmeyên piştgiriya ji bo artêşa azad tên bilind kirin û artêşa azad nahêle ala Kurdistanê bê bilindkirin, hun çi dibêjin?’ wiha got: “Em ne li dijî Artêşa Azad in û artêşeke ji bo rûxandina rejîma Baasê ye. Ev tiştekî baş û guhertinekî li Sûriyê ye. Dixwaze rejîma 50 salî bi dawî bike, lê ger bê herêmên kurdî dagîr bike, em qebûl nakin. Raste çend ciwanên me di hinek xwepêşandanan de gotine, ‘Bijî Artêşa Azad’ ev tişekî dine. Lê me ji despêkê de gotiye em beşekin ji şoreşa Sûriyê û em nikarin xwe jê cûda bikin. Em û erebên sûnî di welatekê de bi hev re dijîn û em daxwaziya hevpariyê dikin, lê karê ku Artêşa Azad li Heleb, Efrîn, Cindirês û Serêkaniyê kirî, hewldanên bi hinceta herbûna rejîmê herêmên kurdî dagîr bike, ew derewe û bila biçe rejîmê li Şamê birûxîne. Rejîm ligel me nîne û bila biçe li Şamê birûxîne.”

Şêrzad Adil: Evder Kurdistane û wê alên kurdî lê bên bilindkirin

Berdevkê Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) yê Herêma Kurdistanê Şêrzad Adil jî bal kişand ser nerazîbûna artêşa azad a li ser bilindnekirina ala Kurdistanê û ji Rûdawê re wiha behsa wê yekê kir: “Mixabin hêzên bi navê Artêşa Azad, hinek terorîstên el-Qaîdê yên Lîbyayî, Yemenî û Mexrîbî di nav de yên li Serêkaniyê, dema hinek ciwanên kurd xwestin ala Herêma Kurdistanê wekî ala Kurdistanê bilind bikin, biçûkatî bi wan ciwanan kirin û gotin em qebûl nakin ev alên kurdî bên bilindkirin.”

Şêrzad Adil diyar kir ku wê hemû alên kurdî bên bilind kirin û wiha pêdeçû: “Evder Kurdistane û wê alên kurdî lê bên bilindkirin, raste kurd naxwazin bikevin pîlana şer, şiddet û fitneya di nava kurd û ereban de çêbibe, lê ev plana Tirkiye û rejîma Sûriyê ye jî.”

‘YPG ji Desteya Bilind a Kurd li benda biryara siyasî ye’

Berdevkê ENGKê derbarê hatina artêşa azad a Serêkaniyê û helwesta wan a li beramberî wê jî wiha got: “Dûr an nêzîk ger Artêşa Azad ji Serêkaniyê dernekeve, bêguman wê demê wê helwesta kurdan hebe. Di vê çarçoveyê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji Desteya Bilind a Kurd (DBK) li benda biryara siyasî ne. Ji bo bi çi awayî mameleyê li wan grûban hatine bajarên kurdan dagîr bikin bike.”

Şêrzad Adil diyar kir ku kurd vê qebûl nakin artêşa azad li Serêkaniyê bimînin û daxuyand: “Bê guman kurd vê yekê qebûl nakin, lê mixabin cihê şermezariyê ye ev grûbên ereb ên girêdayî Artêşa Azad bajarên kurdan dagîr dikin, lê hinek aliyên kurdan hewl dan ku li Kobanê fitne û fesadiyê di nava kurdan de dirûst bikin.”

‘Wê artêşa azad ji Serêkaniyê derbikevin û ne bi keyfa xwe jî’

Berdevkê EGRKê Şêrzad Adil diyar kir ku ji bo artêşa azad ji Serêkaniyê derbikeve hinek guftûgo hene û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Niha bi awayekî aştiyane û guftûgoyan hewldan hene ku Artêşa Azad ji Serêkaniyê derkeve, lê ger dernetin û israr bikin ku li bajarên kurdan bimînin, wê demê wê bersiva wan jî hebe. Wê derbikevin û ne bi keyfa xwe jî.”