1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Ehlên îslamê peyama Ocalan girtin'
'Ehlên îslamê peyama Ocalan girtin',ehlên,îslamê,peyama,ocalan,girtin

'Ehlên îslamê peyama Ocalan girtin'

A+ A-

ÇAGDAŞ KAPLAN / MEHMET ŞAH ORUÇ

Nivîskarên îslamî Hidayet Şefkatlî Tuksal, Îhsan Elîaçık û siyasetmedar Mehmet Bekaroglu, peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin û diyar kirin ku ev peyamek gelek wadetar û girîng e. Siyasetmedar Bekaroglu, anî ziman ku Ocalan peyamek girîng daye. Tuksal jî anî ziman ku ev nameya mizgîniya aştiyê ye û bi salan e li benda vê gava dîroki bûn.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Newroza dîrokî de peyama dîrokî da. Peyama ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Newroza dîrokî de da, ji aliyê milyonan gelê kurd ve bi erênî hat pêşwazîkirin. Nivîskarê Rojnameya Tarafê Hidayet Şefkatlî Tuksal, Mislimanê Antikapitalist Îhsan Eliaçık û siyasetmedar Prof. Dr. Mehmet Bekaroglu der barê peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nerînên xwe ji ajansa DÎHA'yê re anîn ziman. Siyasetmedar Bekaroglu, diyar kir ku ew nameyê erênî dibîne û gelê kurd û tirk di bin baneyê Îslamê de bi hezaran salan bi hevre jiyane û wiha got: "Em bawer dikin ku beşên îslamî dê li peyamê xwedî derkevin. Nivîskar Hidayet Şefkatli Tuksal jî anî ziman ku peyam mizgîniya aştiyê ye. Îhsan Eliaçik jî anî ziman ku peyam hêviya wan a aştiyê zêde dike.

'Peyam xwedî girîngiya dîrokî ye

Siyasetmedar Prof Mehmet Bekaroglu, peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û wiha got: "Peyam pir girîng û xwedî wateyek dîrokî ye. Naveroka peyamê û nirxandina dîrokê pir watedar û giranbûha ye. Di nameya xwe de dibêje "Serdema siyaseta demokratîk" dest pê dike. Disa li ser Misak-i Millî radiweste. Ev pir girîng e. Ocalan îlana dawîlêhatina şerê çekdarî kir. Serdema axaftin, niqaşkirin û siyaseta demokratîk da destpêkirin. Dê ji nûve siyaseta Tirkiyeye bê avakirin. Dîsa Misak-i Milli xist rojevê. Bi vê yekê peyamên girîng da kurd û tirkan. Tevgera siyaseta kurdan jî perçebûna Tirkiyeyê naxwaze. Di nava vi sînorî de Herêma Federal a Kurdistanê Musul, Kerkuk jî heye. Aştiyaku Ocalan ava dike tenê ne ji bo Tirkiyeyê ji bo hemû Rojhilata Navîn xizmetê dike. Ji bo sînorê Rojhilata Navîn tevî derbas dibe."

Bekaroglu, anî zimanuk Ocalan, peyamên girîng da gelê kurt, tirk û hemû Tirkiyeyê wiha berdewam kir: "Hevokên ku hatibûn hilbijartin di girîngiya dîrokî de ye. Bila gelê tirk baş zanibin ku kurd jî di bin baneyê îslamê de hezar salin dijîn. Divê aliyê dîrokî baş bê nirxandin û dîtin. Ocalan ji bûyer û geşedanên dîrokê mînakan dide. Divê her kes piştgiriyê bide vê peyamê û vê pêvajoyê.

'Pêşniyara Modernîteya Demokratîk'

Bekaroglu, li ser peyama Ocalan a Moderniteya Demokratîk û Netew Dewletê jî rawestiya û anî ziman ku sedema pevçûnên heyî ji ber nijadperestî û Moderniteya kapîlatist pêk tê û wiha got: "Ji bo ku ev pirsgirêk çareser bibe Moderniteya Demokratîk pêşniyar kir. 14 salin dixwîne, difikire û lêkolîn dike. Ev daxuyaniya ku amade kiriye encama xebata 14 salan in. Pir watedar û girîng e."

'Em dê hiqûqa jiyana bi hevre ava bikin'

Bekaroglu, xwest êdî di rojên pêş de "Komîsyona Mirovên Aqil" û "Komîsyona Lêgerîna Hakikatê" bên avakirin û edî jibo pêvajoyek nû bingehekî ava bikin û wiha got: "Serokwezîr Erdogan jî li derve diyar kir ku pişti paşvekişadinê dê mudaxale nekin. Ji bo vê yekê divê bi lezgîn komîsyona Mirovên Aqil bê avakirin.

'Ocalan ji dil nêzîk dibe'

Nievîskar îhsan Eliaçik, jî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan erê dît û wiha got: "Newroza 2013'an Newrozek pir watedar û girîng bû. Divê peyama Ocalan bi baldarî bê nirxandrin. Li pêş me doza 30-40 salan heye. Tiştên ku Ocalan gotin ji dil û pir rast in. Em tev li daxuyaniyê wî dibin. Samîmiyeta xwe ya ji bo çaresriyê nîşan da.

Elîaçik, li ser peyama Ocalan a der barê Moderniteya Kapîtalîst û alternatifa wê Moderniteya Demokratîk jî rawestiya û wiha got: "Mirovek bi zimanê xwe bi axive û bi çanda xwe bijî mafê wî yê demokratîk e. Mafê wekhevî û hiqûqê ye. Ger ku mafên mioravan ên bingehîn bên dayîn pirsgrêk dê çareser bibin.

'Balkişanda îslamiyetê samîmî û erenî ye'

Elîaçik, diyar kir ku di nameya Ocalan de balkişandina li ser yetîktiya gelê kurd û tirk a di bin banê îslamiyetê gelek girîng û samîmî ve ereniye û wiha got: "Ev yek dide nîşandan ku Ocalan di mijara olê de ji nêzîkahiya Marksîstên klasîk cuda gelek baş fêmkiriye. Hem herêmê hem jî olê baş analîz dike. Li ser vê erdnîgarê ol û xwedê weke qêrîna kesên xizan derketiye holê. Li ser vê erdnîgariyê Xwede tê wateya ez têm tepisandin û biçîm e."

'Nexşeriya ramana Ocalan tenê bi Kurdistanê sînor nîn e'

Elîaçik, anî ziman ku asta ew hatinê gelek girîng e û wiha axivî: "Di Newroza sala 2013'an ev kar hatiye asta dawî. Li qada Amedê 2 mîlyon însan kombûn. Nasnameya kurdan li qadan tê ziman. Peyama Ocalan jî hate xwendin. Di astekî wisa de li çiyayan şerkirin û li çiyayan mayîn bê wate bûye. Nasnameya kurd û kurditiyê derketiye holê. Di şoreşa Îranê de jî qasî li Amedê mirov kombûn nehatin cem hev. Ev tiştekî gelek muazzam e û li Rojhilata Navîn de tiştekî wisa nehatiye dîtin. Di bihara Ereban û şoreşa Îranê de jî tuneye. Ev eşkerebûna tiştên dihate zanîn e. Ev derketina kurdan a li ser sahneya dîrokê ye. Êdî tu wateya li çiyayan bimînin nemaye. Abdullah Ocalan ev yek dît. Axaftinek baş kir û serdemekî nû dest pê kir. Tiştên di vê serdemê de goti jî cîhan fêmkiriye nîşan dide. Wî rastiya kurdan, nasnameya kurdan a li 4 welatan hatî parçekirin û di nav wan sînoran de nema û di nexweşriya ramana wî de sînorên Kurdistanê tenê nîn in û hemû heremê, cîhan û hemû dîrok heye. Em dibînin kurd û Kurdistanê jî di nav wê dîrokê de dide rûnşitinan. Dibêj her diçe sînor bêwate dibin. Dibêje dewlet xwe li ser zordariyê pêk tîne û weke mezbahaneyê ye, dewlet li ser xwînê û zordariyê xwe pêk tîne û ji ber vê yekê jî ramana dewletê bi pirsgirêk e."

'Heke hihûmet konsepta ewlehiyê bêxe dewreyê...'

Elîaçik, da zanîn ku pêvajoya nû erenî û riya êdî paşve nayêvegerîn e û divê hikûmet asta hatinê neke bazartiya siyasî û wiha pê de çû: "Heke hikûmet vê yekê weke pirsgirêka bazartiya siyasî bibîne ji bo çareseriya pirsgirêka kurd na ji bo PKK'ê bêçek bike û êrîşên çekdar bide rawestandin bi konsepta ewlehiyê nêzî pêvajoyê bibe dê wê demê pêvajo belavajî bibe. Ez dibêjim ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê gavên wêrek bên avêtin û hewcehî bi projeksiyonekê heye. Divê hemû kes li hemberî hev bi baldar û kêmasiyên xwe yên borî ji holê rabike tevbigere."

'Name mizgîniyeke û gava bi hêz a aştiyê ya bi salane em li bendê'

Nivîskar Hîdayet Şefkatli Tuksal jî diyar kir ku îfadeyên di nameya Ocalan de nas in û îfadeyên hasesiyeta hevpar in û wiha got: "Ev name mizgîniyek e. Gava bi hêz a bi salan a li benda aştiyê ye. Ez bawer dikim ku ev name riya aştiyê ya me daye destpêkirin e." Tuksal, bal kişand ser gotinên Ocalan ên "serdema siyaseta demokratîk dest pê kir" û Mîsak-i Mîllî" û wiha got: "Ev îfade rêzgerên hevpar ên hemû kesî ne. Ev îfade dê pêvajoya pêşiya me de bibin mifteya hemû kes xwedî li siyaseta kurd derbikeve."

Tuksal, da zanîn ku bandora peya Ocalan dê demek dirêj berdewam bike û divê pêdiviyên din ên pêvajoyê ji aliyê derdoran ve bêxin dewreyê û wiha axivî: "Ji bo pêvajo zirarê nebînde divê tu şaştî -kesên di peywirdariyên paye bilind de-teqez neyên kirin. Divê bi baldarî nêzî pêvajoyê bibin. Divê rêxistinên sivîl ên civakî jî bikevin dewreyê û piştgiriyê bidin pêvajoyêu. Heke li aliyekî me xebatên birînên xwe kewî bikin û biratiyê bi hêz bikin û li aliyê din jî xebatên înşaya pergala demokratîk bike kedê bikin dê pêvajo hêz bi lez û erenî pêk bê." Tuksal, da zanîn ku divê hikûmet sozên ji bo paşve kêşandinê dayîn bigire û wiha pê de çû: "Berî her tiştî divê hikûmet sozên xwe bigire. Pêvajo li gorî biryarên hatin girtin berdewam bike girîng e. Ji bo paşve kêşandin û çek bên berdan gavên erenî bên avêtin. Divê kurd êdî hewcehiyê bi çekan nebin azad bibin û siyasetê bikin."

'Divê êdî em hiquqa biratiyê tesîs bikin'

Tuksal gotinên Ocalan ên "Tirk û kurd bi hezaran salan di bin ala îslamiyetê de di çarçoveya hiquqa piştgirî û biratiyê de bi hev rebûn" nirxandin û wiha got: "Ocalan bi van gotina balê dikêşîne ser rastiyekî girîng. Lê ev yek tenê balkêşiyek nîn e. Ev yek vegera rastiyê ye. Ev yek ji hiqûqa biratî û piştevaniyê û mafên demokratîk ên wekheviya hemwelatiyê zêdetir tiştan îfade dike. Di vê pêvajoya aştiyê de divê em hiquqa biratiyê û mafên demokratîk tesîs bikin."

(bd/mae)