Ehmed Eskerî: Em amadene doz li ser Bexda û Hikûmeta Herêmê vekin
Serokê Desteya Petrol û Jêderan li Meclisa Bajarê Kerkûkê Ehmed Eskerî ragihand ku heta niha ew bi awayekî zelal nizanin ku bûdceya petrolê ya Kerkûkê çende û got; "Eger pereyê petrolê neyê şandin, em amadene li Dadgeha Federalî ya Iraqê doz li ser Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekin."
ROJNEWS/SORAN MIHEMED/ KERKÛK
Di Hezîrana 2014’an de hêzên ser bi PDK’ê ve dest danîbû ser hinek bîrên petrolê yên Kerkûkê. Niha ji Wezareta Jêderên Xwezayi ya Herêma Kurdistanê rojane 300 hezar varêl petrol dişîne derve. Hikûmeta Iraqê ji rojane 150 hezar varêl petrola Kerkûkê difiroşe. Li gorî bûdceya petrolê pêwîste hem Hikûmeta Herêmê hem ji Hikûmeta Bexda serê her varêlek petrolê yek dolar ji bo Kerkûkê were veqetandin.
Têkildarî radestkirina bûdceya petrola Kerkûkê, Serokê Desteya Petrol û Jêderan li Meclisa Bajarê Kerkûkê Ehmed Eskerî wiha ji ajansa me re axivî: “Heta niha bi awayeke zelal em nizanin ku budçeya petrolê ya Kerkûkê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê çende. Lê emê li ser zelalkirina wê mijarê bi xebitin.”
Her wiha Ehmed Eskerî ragihand ku li gorî daneyên despêkê qasî 300 milyon dolar, pereyê petrola Kerkûkê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanêye û ji wê tenê 85 milyon dolar ji bo rêveberiya Kerkûk hatiye şandin.
Ehmed Eskerî destnîşakir ku ji yek milyar zêdetir ji pereyê Petrolê ya li gel Hikûmeta Iraqêye û heta niha yek dolar jî ji bo Kerkûk ne rêkirine.
Serokê Desteya Petrol û Jêderan li Meclisa Bajarê Kerkûkê Ehmed Eskerî ev ji bi bîrxist ku eger ew pereyê petrolê ne rêkirin, ew amadene li Dadgeha Fedralî ya Iraqê doz li ser Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekin.
(rk)