1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. El Bab: Bajarê li benda azadkirinê - I,2
El Bab: Bajarê li benda azadkirinê - I,2,el,bab,bajarê,li,benda,azadkirinê,i,2

El Bab: Bajarê li benda azadkirinê - I,2

A+ A-

EL BAB - MAHİR YILMAZKAYA Polîtîkaya dewleta Tirk a Rojhilata Navîn ku xwe bi temamî dispêre “polîtîkaya bêyî Kurdan” û bi dagirkirina Cerablûs û El Raî mudaxele kir, hê ji rojên destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê li binî da û di nav ‘kûrahiya stratejîk’ de fetisî.

Lê, tevî vê xeniqandinê jî dewleta Tirk hê jî di polîtîkaya xwe ya Rojhilata Navîn ango ji bo polîtîkaya xwe ya li ser esasê dijminahiya Kurd û Tevgera Azadiya Kurd bi israr e.

El Bab, a li herêma Şehbayê ye, mahzûbantî ji Eyyubiyan, Împaratoriya Romayê, Bîzansê, Emewiyan, Abasiyan, Hamdaniyan, Mîrdasiyan, Ûkayliyan û ji bo demek kurt jî ji Dewleta Selçûkiyan û Împaratoriya Osmaniyan re kiriye. Bi belavbûna Osmaniyan jî navê dagirker bû Fransî.

Piştî dagirkeriya Fransiyan, bajarê El Bab ji bo gelên Sûriyeyê bû navenda jiyangehek girîng. Bab a ku wek deriyekî girîng ê Behra Spî tê dîtin, ji ber li ser xeta herî girîng a bazirganiya Sûriyeyê balê dikşîne.

Bajarê Bab, esas ji Kurd, Ereb û Tirkmenan pêk were jî gel û komên baweriyan ên cur bi cur lê ne. Li bajêr kêm jî be Ermen, Asûrî, Cihû û Çerkez jî hene.

Bajarê Babê ku ji ber dîroka Osmaniyan dewleta Tirk bi çavekî cuda lê dinêre, esas ji ber sedemên dîrokî, civakî, sosyal, çandî û aborî bala Tirkiyeyê dikşîne. Lewre jî piştî pêngava rizgarkirina Minbicê, agir bi dewleta Tirk girt û xwe avêt dagirkeriya herêmê.

GIRÎNGIYA DÎROKÎ YA BAJARÊ BABÊ

Şerê Mercîdabikê ku Yavûz Sûltan Selîm sala 1516’an dema sefera bi ser Misrê de dest pê kir, şerê yekem û herî encamgir ên li dijî dewleta Memlûkiyan e.

Şerê 24’ê Tebaxa 1516’an mabeyna artêşa Osmanî û Memlûkiyan pêk hat, li herêma Şehbayê ya ku li bakurê bajarê Helebê ye û Babê jî digire nav xwe qewimî û bi serkeftina Osmaniyan bi encam bû. Di encam de jî Osmaniyan axên Sûriye, Lubnan û Filîstînê tevî axên xwe kir. Îro dîsa ji bo heman armancê dewleta Tirk tûrê dide xwe.

Bajarê Babê heta niha jî li ser rêka ku rêyên bazirganiyê yên mabeyna bajarên mezin ên Sûriyeyê û bajarên Iraqê yên mîna Mûsil, Bexdayê digihîne hev cih digire û rolek xwe ya kîlît heye.

Tabî, ev her çiqasî demografiya bajêr û herêmê guherîbe jî bajêr her tim cewherê xwe parast. Bab, li bakurê Helebê ye ku rêyên mezin ên berê xwe didin her derê Sûriyeyê tê re derbas dibin.

Ji beşa çolistan a ku li rojhilatê bajêr e, bi rehetî rê ji bo Reqa, Deyr Zor û Iraqê heye. Sedema herî mezin a dagirkirina çeteyên DAÎŞ’ê jî ji ber vê bû.

GIRÎNGIYA EKONOMÎK A BAJARÊ BABÊ

Di dîrokê de heta niha jî Heleb û Dîlok bûne 2 navendên bingehîn ên bazirganiya Rojhilata Navîn. Bab, Efrîn û Ezaz jî ew cihên stratejîk in ku navbera van her du navendên bazirganiyê de cih digirin.

Tirkiye naxwaze navenda xwe ya bazirganiyê ji dest bide. Bi dagirkirina Cerablûs û El Raî ve dixwaze kontrola bajarê Babê jî bi dest bixe. Dewleta Tirk ji destpêka şerê Sûriyeyê ve hesabê vê dike û polîtîkayên xwe li ser vî esasî dimeşîne.

Bajarê Babê ji bo çeteyên DAÎŞ’ê sedema hebûn û nebûnê ye. Wek tê zanîn, çeteyên DAÎŞ’ê dahatûya xwe piranî ji petrolê digire. Tabî, xurtbûna aborî, di sehayê de diyarker e.

Bajarê Babê jî li Sûriyeyê ku çeteyên DAÎŞ’ê bi rêkên Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê petrola xwe digîhand derve, ji ber yek ji rêkên dahatûyên petrolê bi dest dikeve, xwedî girîngiyek stratejîk e.

Çeteyên DAÎŞ’ê bi saya dewleta Tirk û PDK’ê petrola xam ji ser Başûrê Kurdistanê difirot Tirkiyeyê û cîhanê. Û dîsa bi heman rengê çeteyên DAÎŞ’ê bi xeta Ezaz-Cerablusê bi awayekî gelekî erzan petrol dida dewleta Tirk û bi vî şêwazî jî aboriya AKP/Qesrê li piyan digirt.

Lewma jî çeteyên DAÎŞ’ê bi xêra çavkaniya xwe ya pereyan dikarîbû bi hêsanî çek bidîtana.

Kontrolkirina bajêr Babê ku nuqteya têkîliyên herêmî ye, ji bilî psîkolojîk tê wateya bidestxistina serkeftina leşkerî û siyasî jî.

GIRÎNGIYA DÎROKÎ SIYASÎ YA BAJARÊ BABÊ

Çavkaniya xwe ji têkîliyên Birayên Misliman digre. Jixwe dewleta Tirk niha bi hinceta îhtîmala ku wê kantonên Efrîn û Kobanê bigihêjin hev Cerablûs û El Raî dagir kirin.

Gelek cihên ku dewleta Tirk îro li nêzî Babê dike hedef, di dîrokê de deverên ku bûne navendên Birayên Misilman. Navendên girîng ên Birayên Misilman ên li dor Babê; Marea, Dabik, Extarîn, Til Rifat û hwd.

Sala bihurî dema şervanên QSD’ê û Ceyş El Suwarê Balafirgeha Minix, Dery Jemal û Tel Rifat azad kirin, rêka dewleta Tirk a Helebê jî qut bibû. Ji ber dewleta Tirk ev rastî dît got; ‘Em nahêlin rêyên me bên girtin’ û ‘ em korîdora Kurd a wê kantonên Efrîn û Kobanê bigihînin hev naxwazin’ û agir pê ket.

Û lewra jî sala bihurû li dijî QSD û Ceyş El Suwar, îsal jî piştî azadkirina Minbicê li dijî YPG/YPJ, Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê êrîş li dar xistin û bajarokên Cerablûs û El Raî dagir kirin.

Tiştê ku esas dewleta Tirk nedixwest mîna temaşekeran bimîne qutbûna têkîliyên dîrokî û rêkên bi navendên rêxistina Birayên Misilman bû. Ji ber ku di dîroka Sûriyeyê de cihekî Birayên Misilman jî heye. Sala 79’an Birayên Misilman rabûne serhildanê û ev serhildan 3 salan dewam kiriye.

Piştî ku serhildana 3 salan sala 82’yan hat tepisandin, tevahî kadroyên Birayên Misilman derbasî Tirkiyeyê bûn.

GIRÎNGIYA DEMOGRAFÎK A BAJARÊ BABÊ

Sedema din a bombekirina dora Bab-Efrîn-Ezazê jî ew e ku ev der mozaîka gelên herêmê ye.

Bab, ji destpêkê ve cihekî ku bûye jiyangeha hevpar a Tirkmen, Ermenî, Ereb û Kurdan. Ev herêm wek Şehba tê nasîn. Bi giranî jî Kurd, Ereb û Tirkmen lê dijîn.

Li vir gel, bawerî û çandên cuda jî dihewe. Yek ji sedema esasî ya êrîşên dewleta Tirk jî destkeftiyên gelê Kurd in. Her wiha, yekgirtina gelê Kurd a bi gel û komên baweriyan e.

Kurdan, bi Şoreşa Rojava ve bedelên giran dan, bi vê sayê jî axa xwe, gel û komên baweriyan li dijî êrîşên çeteyên mîna DAÎŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam, Tûgayên Sûltan Mûrat parast. Kurdan bi van bedelên giran ve li ser esasê wekhevî, azadî, edaletê xwe gîhand gelên din ên li ser axa Rojava û Sûriyeyê.

WATE Û STRATEJÎKBÛNA BAJARÊ BABÊ

Kontrolkirina bajarê Babê ku nuqteya têkîliyên herêmî ye, ji bilî psîkolojîk tê wateya bidestxistina serkeftina leşkerî û siyasî jî.

Kontrolkirina bajarê Babê, li korîdora ku ji Kîlîsê dest pê dike, ber deriyê Sînor ê Oncupinarê difitile Ezazê û heta Helebê diçe, qutkirina desteka dewleta Tirk a bi DAÎŞ’ê re ye ku piştgiriya lojîstîk û leşkerî dikir.

Bi qutkirina vê xetê re, wê li herêmên ku ji hêla çeteyên DAÎŞ û SÛK’ê hatine dagirkirin derbeyê bixwe û lewre jî serê derbeyê wê xwe bigihîne dewleta Tirk.

Bi azadkirina bajarê Babê jî wê derfetê serweriya li ser herêma Şehbayê ku li bakurê bajarê Heleb û Babê ye û ji Ezaz, Marê û Til Rifatê pêk tê, bi dest bikeve.

El Bab piştî dagirkeriya Fransayê bû navendeke giring a bicihbûna gelên Sûriyê. Bab ku rawestgehek li ser rêya Behra Spî, di heman demê de cihekî girîng ê bazirganiyê ye. Sunday, October 23, 2016 11:07 AM EL BAB - MAHÎR YILMAZKAYA El Bab ku li bakurê Sûriyê, li bakurê rojhilat ê Helebê dimîne, mezintirîn bajarê bejî yê vî bajarî ye. Li gorî serjimariya 2004’an gelheya El Bab 300 hezar bûye û 66 hezar jê li navendê dijiyan.

Ji dema ku şerê Sûriyê dest pê kiriye heta bi niha gelheya wê çendî guherîbe jî niha tê texmînkirin ku li navenda bajêr 66 hezar kes dijîn. Piraniya gelheya bajarê ji Erebên Sinnî pêk tê. Bajarê ku ji 11’ê Tîrmeha 2012’an ketibû jê kontrala çeteyên ‘’SÛK’’ê, ji

Mijdara 2013’an ketiye jêr dagirkeriya DAIŞ’ê, ji Çile ya 2014’an ve bi temamî ket bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê.

Gelek mirovên li dinyayê piştî ku Bab kete bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê navê El Bab bihîstin.

El Bab a li herêma Şehbayê di dîrokê de mêvantî ji Eyûbî, împaratoriya Roma, Bîzansê re, ji Emewî, Abbasî, Hamdanî, Mirdasî, Ukaylî, ji bo demeke kurt be jî mêvantî li Dewleta Selçûyî û Împaratoriya Osmanî re kiriye. Piştî feşkilîna Osmaniyan jî ji bo demekê kete bin dagirkeriya Fransiz.

El Bab piştî ku kete bin dagirkeriya Fransa bû navendeke jîgehê ya gelên Sûriyê. El Bab ji bo vebûna li Behra Spî weke rawestgeheke girîng tê qebûlkirin, her wiha ji ber ku li ser xeta bazirganiyê ya Sûriyeyê jî balê dikişîne ser xwe.

Gelheya Babê bi piranî Ereb be jî Ereb, Kurd, Tirkmen û gelek baweri lê dijîn. Li bajêr kêm bin jî Ermen, Asûrî, Yahûdî û Çerkez hene.

2011’an gelên Sûriyê rabûn serhildanê û li dijî rejîma heyî ya Baas çalakî dabûne destpêkirin. Lê bersiva rejîma Baas a li dijî van çalakiyan û hewldana tepeserkirinê Sûriye ber bi şerekî navxweyî ve bir.

Komên çete yên xwecih û biyanî yên bi navê Artêşa Azad a Sûrî (AAS) civiyan, li dijî daxwazên gelên Sûriyê yên wekî guherîn, veguherîn, edelat û azadiyê bêbextî kirin û ji bo berjewendiyên xwe, bi taybetî jî ji bo berjewendiyên hêzên navdewletî xizmet kirin.

Piştî AAS El Nusra, DAIŞ, Ehrar El Şam û hwd. Komên El Qaîde tevlî qada Sûriyê bûn. Bi tevlêbûna van koman a li şerê Sûriyê şerê navxweyî yê Sûrî êdî bû girêka kor.

Komên çete yên wekî DAIŞ, El Nusra, Ehrara El Şam û çeteyên di bin banê Koalîsyona Netewî ya Sûriyê bajarên Sûrî dagir kirin û zor li gel kirin ku koçber bibin. Ev komên çete li deverên ku dagirkariya xwe dikirin, nêrîna xwe ya dinyayê li gund, bajar, bajarokan ferz dikirin û zext, zordarî, êşkence li gel dikirin.

Yek ji van bajarên ku ji hêla van çeteyan ve hatî dagirkirin jî Bab e. Bab destpêka şerê

GIRINGIYA ROJANE YA BABÊ

Bab li bakurê Sûriyê, li bakurê rojhilat ê Helebê dimîne. Li cihekî wiha stratejîk e ku li ser rêya bazirganiyê ya di navbera Mûsil û Bexdayê de dimîne.

Bab ji bo Heleb, Rakka, Deyr Zor, Ezaz û Cerablûsê cihekî girîng ê jê bihurînê ye. Ji bo vê jî bajar ji bo çeteyên DAIŞ’ê pir girîng e. Ango çeteyên DAIŞ’ê têkiliya xwe ya di navbera Sûriyê û Iraqê ji vê derê pêk tînin.

Dîsa çeteyên DAIŞ’ê li ser vê navendê li xeta Heleb, Rakka, Deyr Zor û Ezazê vedibin û ji deriyê sînor ê Bab El Selama jî li dinyayê vedibin. Her wiha dîsa ji vê navendê çeteyên DAIŞ’ê ji xeta Cerablûs-Tirkiyê çeteyan digihîne Sûriyê û Iraqê û dîsa bi vê navendê li dinyayê vedibe û êrîşan pêk tîne.

Bajarê El Bab ku bikeve bin kontrola dewleta Tirk û çeteyên ‘’SUK’ê Şêx Meqsûd, Eşrefiye û bi temamî jî dagirkirina Helebê ku di şerê Sûriyê de cihên girîng in, dikeve rojevê.

AVANIYA BABÊ

Li Babê avaniya eşîrtiyê, jiyana wê û têkiliyên eşîretan pir xurt in. Weke Rakkayê li Babê jî nifûsa Ereb zêdetir e. Ev nifûsa Ereb a sinnî têkiliyên xwe yên xurt dîrokî hene bi eşîretên Ereb ên sinnî yên li Rojava Iraqê re.

Li Babê jî weke li Eyn Îsa nifûseke zêde ya Kurdan heye. Lê nifûsa Kurdan di her demên dîrokê de bi awayekî sîstematîk hate kêmkirin.

Beriya ku şerê navxweyî yê li Sûriyê dest pê bike, bi ser Kurdên babê êrîş û koçberkirineke sîstematîk hate rêveberin.

Piştî şerê navxweyî yê li Sûriyê dest pê kir ev polîtîkayên sîstematîk ên li ser Kurdan hê bêhtir hate jidandin.

Bab hem dema 2011-2014’an ji hêla çeteyên ‘’SUK’ê ve hatî dagirkirin û hem jî dema ku 2014’an ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hate dagirkirin, komkujiyên bi ser Kurdan de bêhtir bûn û ji bo ku herêm bi temamî ji Kurdan were valakirin êrîş hatin zêdekirin.

DI ŞERÊ 6 SALAN DE KOÇBERIYEKE MEZIN A BER BI DERVE Û HUNDIR VE PÊK HAT

Li Babê û derdora wê ji ber sedema di şerê di navbera rejîmê û çeteyan de û di navbera çeteyan xwe bi xwe de bi sed hezaran mirov ku koçên girseyî bi bîr dixistin hem ber bi Rojava, Tirkiye, Urdun, Libnan û Ewropayê ve çûn.

Kesên ku ji xakên xwe koçber bûn hema hema her roj li peravên Ege, Italyayê jiyana xwe ji dest dan. Îro hê jî di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de bazarên qirêj li ser penaberan çêdibin.

Di şerê qewimî de li qadên ku însan lê nemayîn, berhemên dîtrokî, navendên bazirganiyê ji hêla hêzên rejîmê û çeteyan ve hatin talankirin û li bazarên Tirkiyê hatine firotin.

Ji ber sedema şerê li Sûriyê yê navxweyî ku ev 6 sal in dom dike êdî bûye girêka kor û her roj hovîtiya li herêmê girantir dibe gelên azadîxwaz hatin gel hev û hewl didin bibin bersiv ji daxwazên azadî, wekhevî, guherînê yên gelên Sûriyê re.

Tam di rewşeke wiha de bi mebesta Meclîsa Leşkerî ya Babê ava bibe cîvîn çêbûn. Piştî rêze hevdîtinên di navbera hêzên gel ên azadîxwaz de biryar hate dayin ku Meclîsa Leşkerî ya Babê ava bibe.

DAMEZIRÎNA MECLÎSA LEŞKERÎ YA BABÊ

Piştî ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi operasyoneke serkfetî ya 73 rojan Minbic ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, gelê li herêma Babê jî çû rêxistinbûyina leşkerî.

Bi vê armancê jî bi pevgihîna 7 hêzên şoreşger, bi daxuyaniyeke çapemeniyê 7’ê Tebaxa 2016’an Meclîsa Leşkerî ya Babê hate ragihandin.

ARMANCÊN MECLÎSA LEŞKERÎ YA BABÊ

El Bab ji Çileyê 2014’ân ve ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye dagirkirin.

Armanca herî sereke ya Meclîsa Leşkerî ya Babê ew e ku gelê Babê ji zilm û zordariya çeteyên DAIŞ’ê rizgar bike û herêma Babê bi temamî paqij bike.

Meclîsa Leşkerî ya Babê wê li herêma Babê xebatan bike, bibe rêxistinbûyina hezên demokratîk û şoreşger û heta ku temamê Sûrî azad bibe, welatekî demokratîk, jiyaneke azad ava bibe li dijî çeteyên weke DAIŞ’ê şer bike.

Bab hem semboleke şoreşê ye û hem jî wê bibe bingehê Sûriyeyeke demokratîk û piranîxwaz û Meclîsa Leşkerî ya Babê bêyî ku cihêtiyê bixe navbera gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkez û Ermenî wê azadî ji wan re bîne.

HÊZÊN KU DI NAV MELCÎSA LEŞKERÎ YA BABÊ DE CIH DIGIRIN

Meclîsa Leşkerî ya Babê ku Fermandariya Giştî Cemal Mûsa dike, ji konseya rêveber a ji 16 kesan pêk tê. Hêzên ku di nav Meclîsa Leşkerî ya Babê de dimînin:

* Eniya Şoreşgerên Babê * Tugaya Şehîdên Qebasînê * Tugaya El-Selacîqa * Tabûrên Şehîdên Bejahiya Babê *Tabûrên Ehrar Erîma * Tugaya Şehîd Sîlo El- Raî *Tugaya Şehîdên El – Kîêba

CEMAL MÛSA: EM Ê JI DAXWAZA AZADIYÊ YA GELÊN XWE RE BIBIN BERSIV

Daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya ku li bejahiya Babê hate dayin Fermandariya Giştî ya Meclîsê Cemal Mûsa xwend.

Cemal Mûsa diyar kir, tundî û krîza ku hêzên herêmî û navnetwî bi pêş dixin êdî ji berê bêhtir civakê bi temamî ji xwe re dikine hedef û got, li gel vê jî di wateya yekîtiya netewî de lêgerînên erênî ne kêm in.

Cemal Mûsa diyar kir gelên li Babê û herêmê dijîn ev 6 sal in bi her cure hovîtiyên çeteyÊn weke DAIŞ û ‘’SÛK’ê re hevrû bûne û diyar kir, di mehên dawî de li herêmê kirinê derexlaqî û dermirovî zêdetir kirine.

Cemal Mûsa diyar kir, çeteyên DAIŞ’ê hewl dide ku avaniya çandî ya pirreng, jiyana hevpar û girêdanên biratiyê bi temamî ji holê rake û got, bi zanebîn Meclîsa Leşkerî ya Babê hate avakirin.

Cemal Mûsa got ji 2011’an ve ew li tevahiya welêt ji bo ku gel ji êrîşên rejîmê û çeteyên DAIŞ’ê biparêzin têdikoşin û bûne xweyî tecrûbeyekê jî.

Cemal Mûsa diyar kir, ew weke hêzên şoreşger ên welatparêz û hemû tabur û tugayên leşkerî yên girêdayî biratiya gelan, ew ê bibin bersiv ji daxwazên azadî, wekhevî, guherînê yên gelên Sûriyê re.

BANG LI GELÊ BABÊ Û KOALÎSYANA NAVNETEWÎ YA DIJÎ DAIŞ’Ê

Cemal Mûsa ji bo têkoşîna dijî DAIŞ’ê bang li hemû tabûrên leşkerî, şexsên welatparêz û demokratîk kir ku tevlî Meclîsa Leşkerî ya Babê bibin û got, deriyê me ji van hemû hêzan re vekiriye.

Cemal Mûsa li ser vê bingehê bang li hemû gel û komikên li bejahiya herêmê kir û bi taybetî bang li ciwanan û koçberan kir ku xwe tevlî nav refên Meclîsa Leşkerî ya Babê bikin. Xwest ku hêzên netewî, demokratîk û derdorên ji bo azadkirina gelê li Babê û derdora wê destekê bidine Meclîsa Leşkerî ya Babê.

Mûsa bang li koalîsyona navnetewî ya bi pêşengtiya DYA’yê jî kir ku destekê bidine Meclîsa wan û soz da ku ew Babê û derdora wê rizgar bikin.

ZAROKÊN BABÊ: DAGIRKERÎ WÊ BIŞIKE Û GELÊ ME WÊ AZAD BIBE

Şervanên di nav Meclîsa Leşkerî ya Babê de cih digirin, gotin, dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê wê bişike û zarokên Babê wê xaka xwe azad bikin. Şervaên ku ji gelên Kurd, Ereb, Tirkmen û Çerkezan pêk tên, gotin, hedef wan wê tenê çeteyên DAIŞ’ê bin û ew kes bin destê wan di xwîna gel geriyaye.

Şervanên di nav meclîsê de cih digirtin bang li jinên ciwan û mêrên Babê kirin ku xwe tevlî nav refên Meclîsa Leşkerî ya Babê bikin û li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer bikin.