1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. El Ekrad: Tirkiye li dû lîstikên nû ye
El Ekrad: Tirkiye li dû lîstikên nû ye,el,ekrad,tirkiye,li,dû,lîstikên,nû,ye

El Ekrad: Tirkiye li dû lîstikên nû ye

A+ A-

SEYÎT EVRAN - EFRÎN 22.02.2014 07:00:01 Berpirsyarê Giştî yê Eniya Kurd (Cephet El Ekrad) Hecî Ehmed El Kurdî diyar kir ku wan lîstika Tirkiyeyê ya beriya heft mehan, ku Kurd kiribû hedefa hevpar a komên DAIŞ û Artêşa Azad, vala derxistine. El Kurdî destnîşan kir ku li hemberî vê rewşê Tirkiye ketiye dû lîstên nû.

Berpirsyarê Giştî yê Eniya Kurd El Kurdî got, "Tirkiye ji komên mane re dibêje biçin bi Kurdan re şer bikin, wan bikişînin nava şer. Dixwaze Kurdan û DAIŞ'ê bi hev bide şer kirin û komên li ser piyan mane ji nû ve xurt bike û bi vî rengî Kurdan ji quwetê bixîne."

El Kurdî da zanîn ku wan xetereiya DAIŞ'ê beriya 7 mehan li Til Ebyad (Girê Spî) dîtine û bi berxwedanê li dijî vê êrîşê rawestiayne. El Kurdî got, "Armanca me ew e ku destûrê nedin hêzên ji derve hatina welatê me, axa me û lîstikên li ser şoreşê tên lîstin asteng bikin. Yê ku di nava Artêşa Azad de fîşeka yekemîn li hemberî DAIŞ'ê teqand Cephet El Ekrad yanî em bûn. Van pevçûnan li Tel Ebyadê destpê kirin. Berpirsyarekî DAIŞ'ê yê mezin ê bi navê Ebû Mûshap Şîşanî dîl hat girtin. Koma bi navê Mucahîdî ev yek kir bahane û li dijî Kurdan bi Artêşa Azad re li hev kir. Ev biryar di civîna li Dîlokê a rayedarên artêşa azad û berpirsyarên DAIŞ'ê de hat wergirtin, ku civîn di bin çavdêriya Tirkiyeyê de pêk hat. Civîna Dîlokê, ji bo komên dijberên Kurdan bi DAIŞ'ê re tifaqeke xurt çê bike, hat lidarxistin. Di encamê de jî bi vî rengî bû."

JI BO PÛÇKIRINA TIFAQAN EM DI NAVA HEWLDANAN DE NE

El Kurdî da xuyakirin ku wan xeteriyên mezin ên tifaqên bi çavdêrî û plana Tirkiyeyê hatine avakirin dîtine û hewl didin van pûç bikin. El Kurdî da zanîn ku armanca vê tifaqê pêl bi pêl qirkirina Kurdan li herêmê û Rojavayê Kurdistanê ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Berhemên vê tifaqê, li Girê Spî, Tel Eran, Tel Hasil û Bab-Ezazê bi hedef nîşandan Kurdan derketin holê. Bêguman plansaz û koordînatoriya vê Tirkiyeyê dikir. Armanc ew bû ku Kurdan ji wê herêmê derxînin û herêmeke bêyî Kurdan biafirîne. Xwest yên li ber xwe bidin qetil bikin û yên li ber xwe nedin jî wan têxin nava xwe û nokeriyê bi wan bidin kirin. Der heqê vê planê de ji çavkaniyên pê bawer, agahî hatin dayîn. Ya rast, ev plan plana qirkirinê bû. Li Tel Hasil û Tel Eranê bi hin aliyan ve ev yek kir. Di dema êrîşan de em planê hesiyan. Lê me kûrahiya planê fêm nekiribû. Piştî ku em pê hesiyan, ji bo pêşî li komkujiyên mirovên sivîl bigirin, me hêzên xwe yên leşkerî ji herêmê vekişand. Ji ber ku hêzên leşkerî ji bo wan sedemek bû ku komkujiyê bikin. Dema me hêzên xwe yên leşkerî vekişand, ew vala derketin. Hin kesên ku bi wan re di nava hevkariyê de bûn û piştre vegeriyan, agahî dan. Pirs kirine ka biryara vekişîna hêzên leşkerî kê daye. Gelek mirovan wate nedan vekişîna me. Mîna vekişînek ji rêzê dîtine. Hinekan gotin qey qada şer hatiye terikandin. Hinekan jî bi kêfxweşî ev yek anîn ziman. Eger ev plan pêk bihata wê berê komkujiyê biça Efrîn, Kobanê. Planeke giştî bû ku parçe parçe bicih bihata anîn."

PLAN KURDAN WEKE DIJMINÊ HEVPAR PÊNASE DIKE

El Kurdî diyar kir ku armanca planê, şikandin, xilaskirin û teslîmgirtina vîna rastîn a şoreşgerî ya Kurdistan û Sûriyeyê bû û anî ziman ku plan li ser Kurdên ku weke dijminê hevpar dihatin pênasekirin, hat danîn. El Kurdî da zanîn ku ji ber Kurdan pişta xwe nesipartin ti hêzên navneteweyî û xeta sêyemîn a serbixwe meşand, ev plan hatiye afirandin û got, "Kurdan bi xeta sêyemîn re nîşan dan ku hêza rastî ya şoreşgerî ya Sûriyeyê ne. Pirsgirêk di vir de bû. Ji ber vê yekê hêzên navneteweyî û hin nokerên Kurd ev qebûl nekirin û xwestin têk bibin. Yanî bi vê yekê re xwestin şoreşa Sûriyeyê biqedînin."

HATIN PÊŞBERÎ HEV

El Kurdî da xuyakirin ku valaderketina vê planê bi vekişîna wan re bûye sedem ku li herêmê vê carê komên din werin pêşberî hev û axaftina xwe wiha dewam kir: "Dema ku Kurdan xwe ji navberê vekişandin, vê carê bi hev ketin. Dest bi şerê parvekirin, şerê desthilatdariyê kirin. Hemû dixwazin bibin desthilatdar. DAIŞ ji bo bibe desthilatdar hemû komên biçûk xilas kir. Komên bi navê Lîva Tevhîd û EKrar Şam ku xwe beguherandin hêzeke mezin tifaq kirin. Rewşa Ehrar Şam cuda ye. Ev kom û Cephet El Nûsra ji heman çavkaniyê tê. Yanî komên ser bi El Qaîdeyê ne. Ya bi xwe ve girêda yan jî tine kir. Nuqteya girîng a di vir de ew e ku Tirkiyeyê destek da DAIŞ'ê, ew mezin kir û bi her awayî derfet dayê."

TIRKIYE BERSIVA XWE DIBÎNE

El Kurdî diyar kir ku Tirkiye bersiva desteya daye DAIŞ'ê vê gavê dibîne û got, "Herêma Babê herêmeke berfireh e. Tirkiyeyê herêm bi desteka xwe radestî komên Tirkimen û komên ser bi wê kir. Lê belê DAIŞ'ê herêm di nava du rojan de ji destê wan koman girt. Ya rast, wan bi xwe teslîm kirin. Li herêmê bi tenê li nuqteyekê hezar û 800 şervanên Lîwa Tevhîd hene. Vana bêyî hezar û 800 fîşekan biteqînin, herêm radestî DAIŞ'ê kirin. Şêwirmendiya van Tirkiye dike. Tirkiyeyê xwest bêyî şer bike teslîm bigire. Ji ber ku Lîwa Tevhîd ji aliyê Tirkiyeyê ve hat avakirin. Lê belê di dawiyê de DAIŞ hat wê nuqteyê ku êdî Tirkiyeya destekek bê dawî didayê, nas neke. DAIŞ bêyî şer bike Lîwa Tevhîd qedand. Komên Tevhîd dixistin nava şerê li hemberî DAIŞ'ê, kom tasfiye dibû û ji rêveberiya Tevhîdê daxuyaniyek jî nedihat dayîn. Bi nêrînên Tirkiyeyê re Tevhîd û komên din ketin vê rewşê."

El Kurdî da xuyakirin ku sînorê Tirkiyeyê ji Til Ebyad heta Ezazê di destê koma bi navê DAIŞ'ê de ye û diyar kir ku piştî Tirkiyeyê bi vê rewşê hesiya, ket naav panîkê. El Kurdî da zanîn ku ji bo nuqteyên girîng ên sînor nekeve destê DAIŞ'ê hewldan hatine kirin û got, "Piştî ku herêmên stratejîk ên ji Tirkmen û Lîwa Tevhîd re hat dayîn di encama êrîşê de ket destê DAIŞ'ê, Tirkiye bi rewşa xetere re hesiya. Tirkiyeyê xwest bi van koman re wê derê biparêze. Lê belê DAIŞ'ê êrîşî wê herêmê kir. Bi êrîşkirina Çobanbeyê ku cihekî stratejîk e destpê kir. Çobanbey di nava du rojan de bi dest xist. Tirkiyeyê ji Lîwa Tevhîd û komên Tirkmen ên li wê derê re digot hûn çi dikin bikin, ji pêwîst be em bidin, lê belê wê derê biparêzin. Jİ bo destekkirina wan balafir jî rakir. 40 fuze û hin bataryayên fuze da. Lê belê DAIŞ'ê di nava du rojan de ew der bi dest xist. Komên ew der qaşo diparastin, çekên xwe, fuzeyên Tirkiyeyê dabû bêyî li ber xwe bide radestî DAIŞ'ê kirin û reviyan. Tirkiye niha bersiva karê ku kiribû dibîne. DAIŞ a ku xwedî kir, êrîşî Tirkmenên Artêşa Azad ên di bin kontrola wê de kir. Komên bi anvê Çobanbey, Îgde û Hawar hemû girtin. Ev gund ji bo Tirkmenan nuqteyên gelekî stratejîk bûn. Yanî bi vê rewşê re DAIŞ niha cîranê Tirkiyeyê ye."

TIRKIYE LI DÛ TIFAQÊN NÛ YE

El Kurdî ragihand ku hemû planên Tirkiyeyê yên dijberiya Kurd vala derketine, lewma li dû plan û lîstikên nûye. El Kurdî diyar kir ku di çarçoveya planên nû de dixwaze hin koman ji nû ve bi hêz bike û bi şerkirina Kurdan re, hêza Kurdan qels bike û got, "Tirkiye niha lîstikeke nû plan dike. Ji komên mayî re dibêje biçe bi Kurdan re li hev bikin, wan bikişînin nava vî şerî. Bi vê yekê re dixwaze di navbera Kurdan û DAIŞ'ê şerekî dijwar ê bû bide destpêkirin û van komên li ser piyan mane bi hêz bike. Dixwaze hêza Kurdan qels bike. Vê yekê jî yekser bi destê personelên îstîxbaratê ve dike. Ji xwe li herêmê personelên îstîbaratê digerin. Di êrîşên li dijî me de jî çend ji wan hatin derbkirin."

El Kurdî bal kişand ser hewldanên Tirkiyeyê ji bo Tirkmenên li Sûriyeyê û anî ziman ku bi vê yekê re dixwaze di Sûriyeyeke pêşerojê de bibe xwedî gotin. El Kurdî diyar kir ku armanceke din a van hewldanan jî, afirandina hêzeke din a li dijî Kurdan e û destnîşan kir ku tevahiya planên wan afirandina şer û dijminatina navbera gelan e.