1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. El-Qaîde li Rihayê belavokan belav dike
El-Qaîde li Rihayê belavokan belav dike,el,qaîde,li,rihayê,belavokan,belav,dike

El-Qaîde li Rihayê belavokan belav dike

A+ A-

RIHA (DÎHA) - Li Rihayê El-Qaîde bi sernavê "Misilmanî çi pêwîst dike" belavokan belav dike û ji bo têkîliyan jî rêbaz nîşan dide.

Rojên borî li navçeya Siwerekê ya Rihayê li taxê Ofîs, Esmerçayir, Haci Omerê û li navenda sûkê hin kesên nasnameyên wanr nediyar bi sernavê "Misilmanî çi pêwîst dike" li malan belav kirin û heman belavok niha jî li navenda Rihayê li ber deriyê malan hatin danîn. Di belavokên ku ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve tên belavtirin de banga "nîzama şeîretê" û "dewleta îslamî" tê kirin û sîstema demokratîk û laîk jî wekî riya dojehê tê nîşandan. Di dawiya belavokan de jî tê gotin ku kesên dixwazin dikarin bi riya rûpela Facebookê ya bi navê "Fatîh Sadrî" xwe bigihînin wan û lînkên malperên ku belgefîlmên "bawerî çawa tê parastin" "kar û kargehên ku baweriyê xira dikin" diweşîne tê dayîn.

Di lînkên ku hatine dayîn de tê fêmkirin ku ev xebat ji aliyê kesên nêzî El-Qaîdeyê ne ve tê kirin. Her wiha balkêş e ku polîs jî têkîldarî vê yekê tu lêkolînek nedaye destpêkirin.

(sa)