1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Elaheddîn El-Xalid: Minbic wê deriyê Reqqayê jî veke
Elaheddîn El-Xalid: Minbic wê deriyê Reqqayê jî veke,elaheddîn,el,xalid,minbic,wê,deriyê,reqqayê,jî,veke

Elaheddîn El-Xalid: Minbic wê deriyê Reqqayê jî veke

A+ A-

ŞERVÎN MUSTEFA – NÛRHAT HESEN

EFRÎN – Kordînatorê Giştî yê Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Elaheddîn El-Xalid destnîşan kir ku rizgarkirina Minbic ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyeyê despêkek e.

Kordînatorê Giştî yê Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Elaheddîn El-Xalid di hevpeyvîna li gel ANHA’yê de pêşveçûnên li herêmê û ‘Operasyona şehîd û fermandar Feysel Ebû Leyla’ ya rizgarkirina Minbicê nirxand.

El-Xalid destnîşan kir ku rizgarkirina Minbicê di vî wextî de girîng e û wiha dewam kir “Minbic ji bo DAIŞ’ê di têkiliya xwe ya bi Tirkiyeyê re riyeke sereke ye. Eger Minbic rizgar bibe dê têkiliya di navbera Tirkiye û çeteyên DAIŞ’ê de qut bibe. Bi vî awayî alîkariya Tirkiye ya ji çeteyên DAIŞ’ê re li ser sînorê bakûrê Sûriyeyê qut bibe.

Rizgarkirina Minbicê wê çi zehmetî û tengaviyan ji çeteyên DAIŞ’ê re çêbike. El-Xalid diyar kir ku eger Minbic rizgar bibe, wê riya rizgarkirina Reqqayê jî hêsan bibe û wiha got: “Eger Minbic rizgar bibe wê çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Reqqayê gelekî tengav bibin.”

El-Xalid anî ziman ku rizgarkirina Minbicê ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyeyê despêk e û ji bo çeteyan dawî ye. Elaheddîn El-Xalid gotinên xwe wiha berdewam kir “Minbic xwedî ciyekî stratejîk e û di navbera Tirkiye û çeteyên DAIŞ’ê de ye. Çeteyên DAIŞ’ê ji Minbicê derbasî Ewrûpayê dibin û koçber jî tevlî wan dibin.”

Elaheddîn El-Xalid da zanîn ku hêzên demokratîk li Sûriyeyê wêrekiya xwe îsbat kirin û muxalefeta El-Riyad di projeya xwe ya avakirina dewleteke netew de têk çû.

Korîdînatorê Giştî yê Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Elaheddîn El-Xalid bang li hemû hêzên leşkerî û aliyên siyasî yên Sûrî kir ku bi hêzên demokratîk ên Sûriyeyê re hevbendiyê bikin û aloziya Sûriyeyê di demeke nêz de çareser bikin.

(np)

ANHA