1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Eleqeya ji bo zimanê kurdî her diçe zêde dibe
Eleqeya ji bo zimanê kurdî her diçe zêde dibe,eleqeya,ji,bo,zimanê,kurdî,her,diçe,zêde,dibe

Eleqeya ji bo zimanê kurdî her diçe zêde dibe

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dest bi kursên xwe yê zimanê kurdî kir û îsal 13 pol ji bo zimanê kurdî hatine vekirin. Her ku diçe mirov eleqeyeke mezin nîşanî zimanê kurdî didin. Mamosteyê kurdî Alî Riza Gunduz ê ku dersê dide xwendekarên asta yekemîn got ku ji bo êşa ku wî kişandî zarokên kurd nekişînin. Gunduz ve wan gotinan bang li dê û bavên zarokan kir: "Bila dayik û bav kurmancî bi zaronkên xwe re biaxivin. Jixwe zarok li derve û dibistanan bi tirkî diaxivin. Piştî ku hînî kurdî bû dê li van deran zû hînî tirkî bibin."

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ya di 18'ê nîsana 1992'yan de ji aliye Mûsa Anter, Feqî Huseyn Sagniç, Cemşîd Bender, Îbrahîm Gurbuz, Abdurrahman Durre, Suleyman Înanoglu û hwd. ve hat avakirin. Serokê Enstîtuya kurdî yê yê yekemîn Mûsa Anter ango Apê Mûsa ye. Piştî Apê Mûsa jî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê digel hemû astengiyên li ser ziman û nasnameya kurdan der barê zimanê kurdî de xebatên xwe berwedam dike. Bi salan e nêzî hezar kes beşdarî kursên enstîtuya kurdî yên bi kurmancî û kirmanckî haine dayîn bûne û îro jî nezî 250 xwendekaran hînî kurdî dike. Enstîtuya kurdî îsal 13 pol ji bo zimanê kurdî vekiriye. Di nav van 13 polan de 2 pol asta yekemîn, 6 pol asta duyemîn û ye di jî asta seyemîn, asta çaremîn û asta mamostetiyê ne. Di nav xwendekarên enstîtuya kurdî de yên ku karsaz, bijîşk, bazirgan, modelîst, turizm, nivîskar, fizyoterapist, mamoste, parzêr, îlahîyat, jinên malê cihe xwe digirin. Her ku diçe eleqeyeke mezin ji bo enstîtuya kurdî zêdetir dibe. Di nav mamosteyên ku dersê didin xwendekaran de mamosteyê ku berê li enstîtuya kurdî perwerde dîtin û li enstîtuya kurdî ya niha mamostetiyê dikin jî hene. Xwendekarên enstîtuya kurdî îsal a herî biçûk 9 salî ye û yê herî mezin jî 65 salî ye. Zarok û mezin bi hev re li polan perwerdeya zimanê kurdî dibînîn. Hem zarok hem jî xwendekar ji vê rewşê pir kêfxweş in.

'Li dera ku perwerdehî didît mamostetiyê dike'

Mamosteyê bi navê Alî Riza Gunduz ê ku ev salek e dersê dide xwendekarên asta yekemîn got ku ew li Stenbole hatiye dinê û piştî ku temenê wî hat 11'an hînî kurdî dibe û wiha axivî: "Ji bo min bi zimanê zikmakî nizanî bû ez pir xemgin bûm. Ji ber ku ez kurd im lê min zimanê xwe yê dayikê nizanîbê. Ji ber vê yekê jî heta ji destên min hat min xwe hînî kurdî kir. Lê mixabin di warê rêziman de gelek kemasiyê min hebûn. Ji ber vê yekê jî ez hatim enstîtuya kurdî û hînî rêziman bûm. Her di çû min zedetir ji kurdî hez kir." Gunduz ê ku piştî asta mamostesiye bû mamoste û li enstîtuya kurdî mamostetiyê dike wiha hestên xwe wiha anî ziman: "Min asta mamostetiyê xwend û ez bûm mamoste. Ji ber ku min di jiyana xwe de ji hela kurdî de pir pirsgirek kişandi bû, ji bo min ev xeyaleyek bû. Lê niha ez dersê didim xwendekarên ku dixwazin hînî kurdî bibin û ev yek hesteke pir xweş e."

'Êşa ku min kişand bila zarokên kurd nekişînin'

Gunduz ji bo dayik û bav bi zarokên xwe re kurdî biaxivîn bang li wan kir û wiha pêde çû: "Heta 11 saliya xwe ez kurdî nizanîbûm. Min zahmetiyeke pir mezin kişand. Êşa ku min kişandî bila zarokên kurd nekişînin. Ji ber vê jî bila dayiîk piranî kurmancî bi zarokên xwe re biaxivin. Ji xwe zarok ji derve û dibistanan tirkî diaxivin. Piştî ku hînî kurdî bû we li van deran zû hînî tirkî bibin."

Mamosteye asta duyemîn Orhan Bayar jî dazanîn ku piştî ku çar salan perwerde dît bû mamoste û ev 3 sal in mamostetiyê dike. Bayar derbarê perwerdehiya kurdî de ev tişt anî ziman: "Peşî min perwerdehî dida asta yekemîn û niha jî ez perwerdehiyê didim asta duyemîn. Peşî eleqeyeke mezin li ser zimane kurdî nîn bû. Lê belê niha eleqeyeke pir mezin li ser zimanê kurdî heye. Eger tu li derekî xwendekar be û piştre li wir bibe mamoste ew dilên mirov de hesteke baş, hesteke xurt çêdike. Em hevî dikin ku di nav enstîtuyê de gelek kesên xwendekar in piştî rojan bibin mamoste, bibin endam û xebatkarên enstîtuya kurdî." Bayar der barê eleqeya zarokan a li ser zimanê kurdî jî kir û wiha domand: "Min peşî li saziyên BDP dest bi mamostetiyê kir. Li wir xwendekarên min zarok bûn. Li wir ji aliyê zarokan ve bi rastî eleqeyeke gelek mezin li zimanê kurdî hebû."

'Zarok pergala dewletê red dikin'

Şoreşger Berîtan Ercan (9) diçe asta duyemîn axivî û wiha got: "Ez naçim dibistana dewletê. Ez têm enstîtuya kurdî û li wir perwerdehiya kurdî dibînim. Ez pergala dewletê red dikim." Mahsum Korkmaz Ercan (11) yê ku ew xwişk û biraye xwe tên enstîtuya kurdî derbirî ku ew wextê xwe li enstîtuyê pir xweş derbas dike û wiha pêl da axaftina xwe: "Ji ber ez ji dibistana dewleta tirk hez nakim ez naçim dibistanê wan jî. Ez têm enstîtuya kurdî û li vir perwerdehiya bi zimanê xwe dibînim."

Xwendekara Enstîtuya Kurdî Ayşe Yilmaz (17) ji derbarê dersên ku dibînin de ev agahî da: "Ez xwendekar im. Min nû dest bi perwerdeya zimanê kurdî kiriye. Ji ber ku ez hînî zimanê xwe dibim ez pir kêfxeş im. Em di dersê de cînavkên xwerû û yê tewangê dibînin. Qertafan dibînîn. Wextê em diçin malê em dersê ku em dibînin dubare dikin. Ji bo peşerojê jî dibe ku ez bibim mamosteyê zimanê kurdî."

Ahmet Vorak (48) derbirî ku ew çû Kurdistanê û ji ber ku zehmetiya ziman li Kurdistanê kişand dest bi enstîtuya kurdî kir û wiha bi lêv kir: "Îsal ez çûm Kurdistanê. Min di xwest li ser dîroka kurdî lêkolînê bikim. Min li wir ev tişt fêm kir ku tiştek di hundirê min de kem bû. Ev jî nezanî bûna zimanê kurdî bû. Ji ber ku ez ve kemasiya di nava dilê xwe de derbas bikim ez hatim enstîtuyê."

'Kurmanckî bila bibe zimanê perwerdehiyê'

Mamosteyê kirmanckî (zazakî) Hacî Sayin got ku enstîtuya kurdî her serdem dersa kirmanckî dide û wiha axivî: "Dersa me ya kirmanckî du ast in. Asta yekemîn û asta duyemîn. Asta yekemîn ji bo kesên ku qet bi kirmanckî nizanin û ji bo wan em didin. Asta duyemîn jî ji bo kesên ku dikarin kirmanckî biaxivin lê nikarin binivîsin, bixwînin em didin." Sayin da zanin ku ew ji bo kirmanckî dersên xwe de dersa zimanekî standart didin xwendekaran û wiha berdawam kir: "Armanca me ew e ku her kes ji bo hevdu fêm bike em zimanê standart dersa didin. Ez ê mînakekê bidim çiroka mar û rovî li her heremê heye. Herêma Pîranê, Dersîmê û herêma Aksarayê de jî heye. Lê wextê em li herêma Pîranê dinêrin ew tiştekî din dibêjin, herêma Dêrsimê tiştekî din dibêjin, herema Aksaray tiştek din dibêje û hevdu jî fêm nakin. Em dixwazin li vir standartekî deynin. Bila heval vê standarte hîn bibin û hevdu fêm bikin. Ziman bila bibe zimanê perwerdehiyê. Ji bo vê yekê em dixebitin."

'Her ku diçe eleqeya zimanê kirmanckî zêde dibe'

Sayin ev tişt li ser gotinên xwe zêde kir: "Li vir ji herêma Sêwerek, Pîran, Dêrsim, Licê û du hevalên ji Kobanê jî hene. Ev heval li vir hînî kirmanckî dibin û ji hevdu fêm dikin. Hevalê ku dixwazin dikarin werin li vir beşdarî dersên me bibin. Her sal xwendekarên me li vir zêde dibin. Edî kurmanc, kirmanck bi zimanê xwe têkildar in. Dixwazin zimanê xwe hîn bibin. Zimanê xwe pêş bixin. Ji ber vê jî xwendekarên me her sal zêde dibin. Wextê me serî de dest pê kir sê çar heval hebûn, niha pola me de 12 kes hene û hedî hedî jî hejmara me zêde dibe."

Xwendekarê dersa kirmanckî Muzaffer Çinar ji ev tişt vegotin: "Ez ji Çermûkê me. Ez ji bo hînî zimanê dayika xwe bibim hatim vir. Hevalên me ye ji Çunguşê hene. Ji bo zimanekî standart nîne em û ew ji hevdu fêm nakin. Ez hatim vir. Li vir ji hemû deran heval hene em û wan hevdu fêm dikin. Em ferî zimanekî standart dibin û diaxivin. Ez ji vê rewşê pir memnun im."

Rêveberê Enstîtuya Kurdî Muzaffer Avşar derbarê xebatên xwe de axivî û ev tişt anîn ziman: "Dersên me her sal di meha îlonê de dest p ê dike. Îsal me 13 pol vekirin. Kursên me piranî sê mehan didomin. Wextê em pola vedikin kesên ku tên serî li asta yekemên dikin piranî tirk in. Dixazin hînî kurdî bibin ji bo we tên vir. Em sere du sala an jî se salan çarekî kursa mamostetiye li vir vedikin. Ye ku diwxazin bibin mamoste tên kayda xwe çêdikin. Kursa me ya mamostetiyê salekê berdewam dike."

(mşo-sde/sa/wk)