"Eleqeya me bi teqîna li Dîlokê tune ye"
HPG: Eleqeya me bi teqîna li Dîlokê tune ye
HPG'ê di Ajansa Nûçeyan a Firatê de der barê teqîna duh li Dîlokê pêk hat de daxuyanî da. Li gorî nûçeya ANF'ê hate diyarkirin ku HPG'ê daxuyand ku tu eleqeya wan bi vê çalakiya li Dîlokê pêk hat tune ye.
Ajansa Nûçeyan a Firatê cih da daxuyaniya nivîskî ya HPG'ê û diyar kir ku HPG'ê daxuyandiye ku tu eleqeya wan bi çalakiya duh li Dilokê pêk hat û 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 66 kes jî birîndar bûn tune ye. ANF'ê di nûçeya xwe de cih da daxuyaniya HGP'ê û wiha got: "Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku tu eleqeya wan bi vê çalakiya di 20'ê Tebaxê de li Dîlokê pêk hat tune ye. HPG'ê da zanîn ku çapemeniya tirk û rayedarên tirk dixwazin vê çalakiyê têxin situyê PKK'ê lê tu eleqeya wan bi vê çalakiyê tune. HGP'ê xwest ku hemû raya giştî û Tirkiye zanibe ku ev çalakî li dijî welatiyên sivîl pêk hatiye û ew li dijî van çalakiyên li hemberî sivîlan in.
Çawa ku teqîn pêk hat bêyî lêkolîn bê kirin medya tirk û wezîrên dewletê raste rast got PKK'ê ev çalakî pêk anîye.
(mae)