‘Eleqeya nîşanî Geziyê didin bila nîşanî Erdîşê jî bidin'
EREN DÎNÇ
ENQERE (DÎHA) - Welatiyê gundê Zortul Resul Karaman, diyar kir ku bi hezaran kesên li hemberî komkujiya daran a li Parqa Gezî berxwedan, divê bi heman hestiyariyê helwesta xwe li hemberî Erdîşê jî nîşan bidin.
Li navçeya Erdîşê ya Wanê qada ji aliyê AFAD'ê ve ji bo çêkirina xaniyên TOKÎ dewrî firmaya avahîsazê kir bi alîkariya leşkeran li qadê xebat hatin destpêkirin. Bi vê xebatê dê bi hezaran dar bên birîn. Welatiyê gundê Zortulê Resul Karaman ji bo vê komkujiyê bîne ziman û dengê xwe bide bihîstin ji DÎHA'yê re axivî.
‘Bi hezaran dar dê bên birîn'
Karaman, diyar kir ku li gundê Zortulê yê Erdîşê bi minasebeta çêkirina malan xebatên birîna bi hezaran daran dest pê kir û wiha got: "Li gundê Zortulê yê navçeya Erdîşê ya Wanê piştî erdhejê bi erêkirina Waliyê Wanê û Qeymeqamê Erdîşê bi biryara AFAD'ê dê li parselên hejmar 318, 319 û 320 mal bên çêkirin. Lê qadên 100 salin em bikartînin qada çandîniyê ye. Hêj jî li vê qadê çandînî tê kirin. Li ser van eraziyan 300 darên spîndar, 5 hezar darên fêkî hene. Em debara malbatên xwe li ser van zeviyan dikin. Dixwazin darên me yên me bi salan ked danê texrîp bikin." Karaman, anî ziman ku li gundê wan qadên vala ên mal lê bên çêkirin gelek hene û wiha axivî: "Lê heyeta ewil hatî qadên me weke qada mera nîşan da. Her çiqas em ev yek vegot jî tu kesî dengê me nebihîst. Qada vala ya 500 metre nêzî gund heye. Ev qada, qada çandiyê nîn e û ji bo TOKÎ'yê guncav e. Lê di encama îtîraza gundiyan de dê mal li ser zeviyên me bên çêkirin. Heke mal li ser zeviyên me bên çêkirin dê bi hezaran dar bên qetilkirin." Karaman, da zanîn ku zeviyên bikartînin doz lê hatiye vekirin û wiha pê de çû: "Doz hêj didome. Ji bo vê yekê ez du caran hatim Enqere. Li Meclîsê min bi Wekîlê AKP'ê Fatîh Çîftçî û Parlementerê BDP'ê Hasîp Kaplan re hevdîtin pêk anî. Gotin dê di vê mijarê de bibin alîkar. Lê heta niha tu tişt çênebûne. Niha ji aliyê AFAD'ê ve zevî hatine parselkirin. Dibe ku di heman demê de darên me bên birîn."
'Çavkaniya derbara me ev zevî ne'
Karaman, axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em 63 salin kiraya van zeviyan didin. Em pereyê ava bikartînin jî didin. Em bi çotkariyê derbara xwe dikin. Tu karên me yên din ên em bikin tunene. Ev zevî çavkaniya debara me ne. Li ser van zeviyan nêzî 400 kes darbara xwe dikin. Heke zeviyên me ji destê me bên girtin em dê mexdur bibin. Ji ber vê yekê em dê ji gund koç bibin. Hêvî dikim ku dewlet dê di vê mijarê de gavan bavêje." Karaman, bilêv kir ku li cihên din mal li derveyî qadên çandîniyê hatin çêkirin û wiha axivî: "Em li Erdîşê vê yekê nabînin. Gelek gundiyan mal di nava baxçeyê xwe de çêkirine. Ji bilî wê tu malên din ên di nava qadên çandîniyê de hatin çêkirin tunene."
'Em xwedî li xwezaya xwe derdikevin'
Karaman, diyar kir ku ew li hemberî komkujiya xwezayê ne û wiha got: "Bi hezaran kes li hemberî birîna darên li Parqa Gezî derketin kolanan û çalakî li dar xistin. Em jî piştgiriyê didin çalakiya van kesan. Em dixwazin heman bihestiyariyê li Erdîşê jî nîşan bidin. Em naxwazin xwezaya me bê taxrîpkirin û darên me bên birîn. Em li benda alîkariyên kesên bihestiyar in. Em dixwazin li hemberî vê komkujiyê derbikevin. Saleke tu kesî dengê me nebihîst."
(bd/mae)