1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Elewiyên li Îzmîrê wê di vê hilbijartinê de bêjin HDP
Elewiyên li Îzmîrê wê di vê hilbijartinê de bêjin HDP,elewiyên,li,îzmîrê,wê,di,vê,hilbijartinê,de,bêjin,hdp

Elewiyên li Îzmîrê wê di vê hilbijartinê de bêjin HDP

Oker û Dogan dan xuyakirin, ku di dîroka Komarê de yekemcar e Elewî bi nasnameya xwe re siyasetê dimeşînin û destnîşan kirin, ku wê berxwedan û hişmendiya Pîr Sûltan Abdal bi HDP'ê re ji nû ve nîşan bidin

A+ A-

ÎZMÎR - OZGUR AYDIN / ANF Oker û Dogan dan xuyakirin, ku di dîroka Komarê de yekemcar e Elewî bi nasnameya xwe re siyasetê dimeşînin û destnîşan kirin, ku wê berxwedan û hişmendiya Pîr Sûltan Abdal bi HDP'ê re ji nû ve nîşan bidin.

'EM BI XWESERÎ Û NASNAMEYA XWE RE CIH DIGIRIN'

Serokê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyên li Ewropayê û namzetê HDP'ê yê parlamenteriyê yê Stenbolê Tûrgût Oker ji ANF'ê re peyivî û anî ziman ku di nava sê mehên dawî de wan hewl dane tifaq û pêwîstiya vê tifaqa li Ewropa û Tirkiyeyê ji gel re vebêjin.

Oker diyar kir ku ev kombûn kombûneke dîrokî ye û bibîr xist ku di dîroka komarê de ti ji partiyên siyasî Elewî weke Elewî qebûl nekirine û pirsgirêkên Elewiyan bi awayekî zelal bilêv nekirine. Oker got, "Ti ji partiyan heta niha di bernameya xwe de cih nedane. Em kêfxweş in ku îro di bin sîwana HDP'ê de em bi pirsgirêkên xwe, bi xweseriya xwe re cih digirin. Nasnameya me ya xweser bi ti awayî weke pirsgirêkê nayê dîtin. Ev yek werçerxeke, em ê nirxên xwe ji nifşên piştî xwe re bihêlin.

Elewî wê deng bidin nasnameya xwe, bidin daxwazên xwe. Me li Kobanê dît, rizgarkerekî din ê mezlûman nîne. Ne NATO'ya xwe heye, ne jî Neteweyên Yekbûyî. Pêwîstiya gelên mezlûm bi hevrêyên li kolanan bendan deynin û li ber xwe bidin hene. Em jî bi HDP'ê re bi van hevalan re bûn yek, bila ev yekîtiya me her timî be. Bila Xizir ê Bozatî alîkariyê bide me hemûyan."

'EM Ê NETEWEYA DEMOKRATÎK BI ELEWIAYN RE AVA BIKIN'

Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal û namzetê HDP'ê yê parlalenteriyê yê Îzmîrê Muslum Dogan jî pêvajoya hilbijartinê weke maratoneke mezin binav kir û got, "Me kîlometreya dirêj li dû xwe hişt, me têkoşîneke mezin meşand. Herî zêde jî me sedema hebûna xwe ya di nava vê projeyê de vegot. Me hewl dan vebêjin ku di projeya neteweya demokratîk de divê cihê Elewiyan hebe, têkoşîna hevpar bê xurtkirin. Em hewl didin jiyaneke nû destnîşan bikin.

'VÎNA HEVPAR DERKET HOLÊ'

Kombûna Elewiyan di nava HDP'ê de destpêka pêvajoyeke dîrokî ye. Elewî yekemcar e bi xweseriya xwe re tên temsîlkirin. Me pirsgirêkên xwe veguherandin projeyekê û têkoşîna me ya li Ewropa û Tirkiyeyê gihîştin hev, vîneke hevpar derket holê, ev vîna hevpar ji bo komar demokratîk bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re veguherî platformeke gel û baweriyan. Kêm maye utopyaya me ya mezin pêk were. Elewî wê di vê hilbijartinê de helwesteke gelekî cidî nîşan bidin û rola dîrokî ya di avakirina pêşeroja me de, destnîşan bikin."

'ELEWIYÊN LI ÎZMÎRÊ WÊ SEKNA XWE YA BI RÛMET BIPARÊZIN'

Dogan ji bo Elewiyên li Îzmîrê bi vî rengî peyivî: "Ji bo canên me yên Elewî yên li Îzmîrê dixwazim bi awayekî vekirî bêjim. Ev berpirsyariyeke dîrokî ye; divê em di nava vê pêvajoya dîrokî, vê pêvajoya bi rûmet de cih bigirin, vê kombûnê pêk bînin. Sîstema li Rojava wê li welatê me jî watedar bibe. Em Elewî cara yekê ne di nava pêvajoyeke bi vî rengî de cih digirin. Ji bo bi nasnameya xwe re xweseriya xwe ava bikin em di nava HDP'ê de civiyane. Ji hevrêyan, ji canan re dibêjim; Pîr Sûltan Abdal dema hat darvekirin jî berxwedan û hişmendiyek nîşan da. Weke berpirsyariyeke wijdanî dibînim ku hevrêyên me, canên me di vê pêvajoya hilbijartinê de vîna xwe nîşan bidin, xwe ji rêxistinbûyînên paşverû yên berê rizgar bikin, ji bo pêşerojeke rasteqîn, bi taybetî jî ji bo jiyaneke demokratîk pêwîste Elewî di nava vê pêvajoyê de cih bigirin. Ez dizanim ku Elewî wê di vê pêvajoyê de cihê xwe yê bi rûmet biparêzin. Bila Xizir ji we re bibe alîkar."