1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Elewî dê ji bo daxwazên xwe dakevin qadan
Elewî dê ji bo daxwazên xwe dakevin qadan,elewî,dê,ji,bo,daxwazên,xwe,dakevin,qadan

Elewî dê ji bo daxwazên xwe dakevin qadan

A+ A-

09:07 02.11.2013

STENBOL (DÎHA) - Nêzî 50 rêxistinên elewiyan dê ji bo daxwazên xwe yên "Li dijî înkar, bişaftinê û ji bo wekheviya azad û baweriya azad" di 3'ê mijdarê de li Kadikoya Stenbolê mîtîngê pêk bînin. Komele û saziyên elewiyan yên mîtîngê pêk bînin dê projeya hikûmetê ya "mizgeft-cemxane-aşevî" şermezar bikin.

Nêzî 50 sazî û dezgehên elewiyan dê li dijî polîtîkayên hikûmetê di 3'ê mijdarêde mîtîngê pêk bînin. Komeleyên elewiyan ku di navde Federasyona Elewiyên Bektaşî, Federasyona Komeleyên Elewî, Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyên Ewropa, Vakfa ÇAnda Anatoliyê ya Haci Bektaşê û Komeleya Elewiyên Demokratîk û Azad jî hene dê bi şîara "Li dijî înkar, bişaftinê û ji bo wekheviya azad û baweriya azad" di 3'ê mijdarê de li Kadikoya Stenbolê mîtîngê pêk bînin. Komele û saziyên elewiyan yên mîtîngê pêk bînin dê projeya hikûmetê ya "mizgeft-cemxane-aşevî" şermezar bikin. Di mîtîngê de HDK, HDP û BDP gelek saziyên din jî dê piştgiriyê bidin mîtîngê.

Mîtîng dê di 3'ê mijdarê saet di 12.00'an de li Qada Kadikoyê pêk bê. Saziyên elewiyan ên tev li mîtîngê bibin evin: Federasyona Elewiyan a Bektaşiyan, Federasyona komeleya Elewiyan, Konfederasyona Yekîtiya Elewiyên Ewropa, Vakfa Çanda Anatoliya Haci Bektaş Velî, Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal, Dergaha Şahkulu, Dergaha Garip Dede, Dergaha Karacaahmetê, Erikli Baba Dergahı, Sarı Gaz, Cemxaneya Nurtepe, Cemxaneyên Gazî Cemxaneyên Gezî, Cemxaneyên Okmeydani, Cemxaneya Sultan Gazî Pir Sultan, Cemxaneya Ornek, Cemxaneyên din, Dergaha Karaagaç, Dergaha Hubyar, Dergaha Topçu, Dergaha Yalincak Sultan, Dergaha Cogî Baba, Dergahaa Alîbeykoy, Dergaha Habibler, Cemxaneya Ermahmut, Vakfa Perwerdehiya Erenler, Cemxaneya Gurpinar, Cemxaneya Guneş, Cemxaneya Yeşîlkentê, Cemxaneya Pir Sultanê, Cemxaneya Suştanê Beyli, Cemxaneya Ataşehir, Cemxaneya Pir Sultan Abdal Kadıkoy, Cemxaneya Sariyerê, Cemxaneya Karacaogren, Cemxaneya Karayollari, Cemxaneya Arnavutkoy, Cemxaneya Silivri, Cemxaneya Yunus Emre, Cemxaneya Yenidogan, Cemxaneya Sarisaltik, Cemxaneya Derince İmam Huseyin, Dergaha Sucaeddin Velî, Vakfa Çand û Perwerdehiya Alevi Bektaşiyan"

(mae)