Elewî xwe ji mîtînga aştiye re amede dikin
NAGÎHAN AKARSEL - GULSEN ASLAN
ENQERE (DÎHA) - Serokê Giştî yê Vakfa Çanda Anatoliyê ya Haci Bektaş Velî Ercan Geçmez, diyar kir ku pêvajoya aştiyê bi qazî ji însafê AKP'ê re heyê hiştin bi qîmet e. Geçmeş, ani ziman ku bi şîara "Ne aştiya dewletê aştiya civakî" di 12'ê Gulanê de li Enqereyê kongre pêk anîn. Geçmez, diyar kir ku dê bi ziyareta Reyhanlî, mîtîngên aştiyê, civînên herêmê û gelek xebatên din piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.
Vakfa Çanda Anatoliyê ya Haci Bektaş Velî, di 12'ê Gulanê de bi şîara "Ne aştiya dewletê aştiya civakî" Kongre pêk anîbûn. Serokê Giştî yê Vakfa Çanda Anatoliyê ya Haci Bektaş Velî Ercan Geçmez, diyar ki ku wan di kongreya 12'ê Gulanê de biryarên girîng girtin û li ser xebat û bernameyên xwe agahî dan DÎHA'yê. Geçmez, da zanîn ku wan bi 584 Rêxistinên elewiyan re kongre pêk anî ji sedî 90'ê elewiyan piştgirî dan kongreyê. Geçmez, anî ziman ku gelek biryarên girîng di kongreyê de girtin û ger ku ev biryar têkevin meriyetê dê bigêjin encamên pir xurt.
Geçmez, anî ziman ku ev biryarên girtin dê li salonê nemînin û wan di demek nêzîk de têxin meriyetê û wiha got: "Em dê ewil biçin Reyhanli ziyaret bikin. Em dê pişt re li Stenbolê bi gayrî musliman re civînê pêk bînin. Em dê civînên ku aştiyê vedibêjin pêk bînin. Em dê Parlamentoya Ewropayê ziyaret bikin. Em dê bi nûnerên partiyên siyasî yên Tirkiyeyê re hevdîtin bikin. Ji bo vê yekê me daxwazên xwe bi wan re parvekirine. Ya herî girîng jî em dê Mîtînga Aştiye pêk bînin. Niha em vê mîtîngê li Enqere, Stenbol ango Îzmîrê li ku pêk bînin hêj me biryar nedaye. Em dê bi rojnameger, nivîskar û akademîsyenan re civînan pêk bînin."
'Helwesta Elewiyan a li hemberî şer pir zelal e'
Geçmez, da zanin ku elewiyan daxwazên xwe pir zelal û aşkere di kongreyê de anîn ziman û daxwaza xwe ya aştiyê bilêv kirin. Geçmez, da zanîn ku ew felsefeya aştî û mafên mirovan esas digirin û elewi pir aşkere dixwazin ku êdî ev şer bi dawî bibe. Geçmez, destnîşan kir ku elewî teqez dixwazin aştî pêk bê û dawî li şer bê û wiha got: "Her çalakiya ku ji dewletê tê zerarê dide aştî û elewiyan. Elewi di nava civak û dewletekê de dijîn. Ji ber vê yekê ev çalakiyên dewletê bandorek neyînî li ser elewiyan dike. Tevgera Elewiyên Demokratik dem dem çalakiyên ji bo aştiyê pêk anîn. Peyamên ku qasidên aştiyê elewî ne dan. Divê elewî wekî kesên li dijî aştiye neyên zanin. Li Tirkiyeyê wekî ku elewî li dijî aştiyê ne siyaset tê meşandin."
'Rûqaliya civaki dive teqez pêk bê'
Geçmez, anî ziman ku aştiya d navbera kurdan û dewletê de pêk bê dê civakê din jî têxe nava xwe û wiha got: "Tenê aştiya di navbera civakê û dewletê de têr nake. Divê di navbera civakan de aştî pêk bê. Ger ku kurd bi dewletê re li hev hatin divê civakên din li derve nehêle. Divê mafên civakên din û gelên din jî li ber çavan bên girtin. Divê aştiyek tevahî ya civakî pêk bê. Dive aştiya civakî ku kurd, êzdi, ermenî û hemû beşên civakê dixe nava xwe bê avakirin. Elewî her tim behsa rûqaliya civakî dikin û dixwazin berî her tiştî rastiya civakê bê dîtin. Divê êdî aştiya civaki pêş bikeve. Elewi daxwazên kurdan red nakin. Tiştekî wisa nabe. Di Kongreya 3'emîn de ev zelal bû. Di mijara "Perwerdehiya Zimanê zikmakî de piştgiriya xwe ya kurdan anîn ziman."
'Fikarên elewiyan hene, lê ne asteng in'
Geçmez, da zanîn ku Tevgar Elewiyan a Demokratîk ji sedî 90 piştgirî dan kongreyê û 584 rêxistinên elewiyan tev li kongreyê bûn. Geçmez, anî ziman ku bê guman fikarên wan hene, lê fikarên wan li pêş çareseriyê û pêvajoyê ne asteng in û wiha got: "Di Newroze de Abdullah Ocalan li ser biratiya Îslamê rawestiya. Ev yek cuda tê şirovekirin û dixwazin bi aliyekî din ve kaş bikin. Hin kes dixwazin li ser vê yekê siyasetê bikin. Serpêhatiyên elewiyan hene. Ji Osmaniyan heta Selçukiyan di hemû demê de yekîtiya elewiyan a bi îslamê re bi komkujiyê bi encam bû. Ji ber vê yekê fikarên elewiyan hene. Em zêde li ser vê gotinê nasekinin. Em bêtir li ser aştiyê radiwestin."
'AKP her tim dijberî gotinêxwe dike'
Geçmez, fikarên xwe yên li hemberî hikûmeta AKP'ê jî anîn ziman û diyar kir ku hikûmet her tim dijberî gotinên xwe tixe pratikê û wiha berdewam kir: "Ev pêvoja bi qasî bi destê AKP'ê de neyê berdan bi qîmet e. Ji ber ku em bawer nakin ku AKP bibe alîgirê aştiyê. Ji ber ku nûnerê herî mezin û bi hêz ê emperyalîzmê ye."
'Ji bo me tiştê herî girîng mafê mirovan e'
Geçmez, anî ziman ku AKP dibêje ji bo wan esil yekîtiya Îslamê ye û wiha got: "Yekîtîya Îslamê ji bo me ne silogan e. Ji bo me yê esil mafên mirovan e. Cihê ku mafên mirovan lê tune be îslam jî lê tune. Pirsgirêk siyasî ye. Divê pirsgireka siyasî liser esasê mafen mirovan bê avakirin. Hikûmeta AKP'ê naxwaze rê paqij bike. Em li makeqanûna 12'ê ÎLonê û pişti guhertinên wê dinerin. Tu guhertinek mezin tune. Dixaze pêşeroja xwe û îxtîdara xwe xurt bike."
Geçmez, pergala Serokatiyê jî rexne kir û anî ziman ku ger kurd piştgiriyê bidin pergala Serokatiyê dê şaşiyê bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ger ku kurd deng bidin pergala serokatiyê dê elewiya li hemberî xwe kêm bikin. AKP li ser şerê nasnameyan xwe xwedî dike. Ev pêvajoya aştiyê bi qasî bi destê AKP'e de neyê berdan bi qîmet e. Em hêvî dikin ku dê aştiyek mayinde pêk bê. Divê ev aştî kesi wekî ên din nebîne û her kesî wekî wan bibîne.
(mae)