Elkê ji bo Mîhrîcana Berxbirê li benda 15 hezar kesî ye
OMER ÎKE/ROJNEWS
Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Berxbirê ya ku her sal li Zozana Laleşê ya li Çiyayê Katoyê tê lidarxistin dê îsal jî di navbera 24 û 26'ê Tîrmehê de bê lidarxistin. Der barê xebatên mîhrîcanê de endamê komîteya amadekar û Hevserokê DBP’ê yê Elkê Hazim Cin diyar kir ku wan hemû xebatên xwe yên Mîhrîcanê temam kirine û ew li benda 15 hezar kesan e ku tevlî Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Berxbirê bibin.
Li navçeya Elkê ya Şirnexê Mîhrîcana Xweza û Çand ê ya Berxbirê ya ku her sal li Zozana Laleşê ya li Çiyayê Katoyê tê lidarxistin îsal cara 11'mîn bê lidarxistin. Der barê xebatên mîhrîcanê de endamê komîtiya amadekar û Hevserokê DBP’ê ya Elkê Hazim Cin agahî dan û anî ziman ku Mîhrîcan her sal di serê meha Tîrmehê de dihat lidarxistin. Lê ji ber meha Remezanê dê 24 û 26'ê Tîrmehê de bê lidarxistin.
‘Zozanên me hatin qedexekirin’
Cîn da zanîn ku îsal 11’mîn mîhrîcana Berxbirê dê bi berxwedana Kobanê bidin dest pê kirin û wiha got: “Mîhrîcana Berxbirê kevneşopiyeke bav û kala ne. Weke ku tê zanîn di salên 1997’an de ji ber polîtîkayên şer ên dewleta tirk gund hatin vala kirin û şewitandin. Bi salan bi hişmendiya polîtîkayê şer derketina zozanan jî hat qedexekirin. Lê di salan 2000’an de dema ku rêxistina kurdan bi ser ket bi piştgiriya şaredariya gel ev kevneşopî cardin hat zindîkirin. Mîhrîcana Berxbirê li cihanê deng vedaye. Li welat û ji derveyî welat welatî tevlî mîhrîcanê dibin. Dîsa demên dawî de herêma Şirnexê bûye cihên turîsatan.”
‘Berxbir cejna serkeftinê ye’
Cîn bilêv kir ku Mîhrîcana “Berxbirê” bi salan e ku ji aliye gelê kurd ve bi coşeke mezin tê pîrozkirin û ev tişt li ser gotinê xwe zêde kir: “Mîhrîcan her sal bi tevlîbûna hezar kesî ve tê pîrozkirin. Îsal jî em li bendê ne ku 15 hezar kes tevlî mîhrîcanê bibin. Gelê kurd çawa ku Cejna Remezanê, Cejana Qurbanê, şahiyên din pîroz dikin. Em jî Mîhrîcana Berxbirê jî weke cejna serkeftinê pîroz dikin.”
‘Berxbir çandek geleriye’
Cîn bal kişand li ser lîstikên Mîhrîcanê û wiha got: “Lîstikên me gelerîne. Di Mîhrîcanê de lîstikên weke mast, penîr, hêk û birîna Berxan heye. Dîsa ligel pêşbirkan ji aliyên hunermendên kurd yên bi nav û deng konser tên li darxistin û beşdervanên mîhrîcanê bi coş û kelecanekî mezîn pîroz dikin. Bi nêzîkbûyina Mîhrîcanê re me hemû amedekariyên xwe bi dawî kir. Cihê Mîhrîcanê hat amadekirin. Pêwîstiyên av, xwarin, ewlehî û yên din tev hatin amadekirin û mîhrîcan li benda gel e. Em bang li gelê xwe dikin ku bila tevlî mîhrîcanê bibin û mîhrîcanê bi coşeke mezin derbas bikin.”
(oî/ge)