Elmanya: Tirkiye bûye anvenda vegûhestina DAIŞ’ê
A+
A-
NAVENDA NÛÇEYAN/ROJNEWS Serokwezîra Elmanya Angela Merkel îro roja Înî ragihand ku wê Elmanya di şerê dijî DAIŞ’ê de alîkariya Iraqê bike.
Serokwezîra Elmanya Angela Merkel îro roja Înî di daxuyaniyekî çapemeniyê li gel Serokê Parlamentoya Iraqê Heyder Ebadî li paytextê Elmanyayê Berlînê, got ku ew keyfxweşe îro li gel Heyder Ebadî rûniştiye û sibê jî wê li gel Barzanî rûne.
Merkel got, “Elmanya ji bo şerê dijî DAIŞ’ê wê çekan bide Iraqê.” Girêdayî têkiliyên Tirkiye û DAIŞ’ê jî Merkel wiha diyar kir, “Tirkiye rolê vegûhestina endamên DAIŞ’ê ji bo Sûriye û Iraqê dilîze.”
Bêjeyên Miftehî elmanya,tirkiye,bûye,anvenda,vegûhestina,daiş,ê