Elçî: Emê dosyayê bibin ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn
AMED/ANF 07.01.2014 11:35:27 Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî da xuyakirin ku ti siparteyeke hiqûqî ya biryara Dozgeriya Leşkeriyê ya neşopandina komkujiya Roboskînîne û got, "Biryar ji bo me ne awarte bû. Ji bo prosedura qanûnî temam bikin, emê destpêkê li Dadgeha Leşkerî ya Serokatiya Fermandariya Giştî îtirazê bikin. Eger ji vê derê jî biryara ret derkeve emê dosyayê bibin ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn."
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, li hemberî biryara Dozgeriya Leşkerî ya neşopandina Komkujiya Roboskî nerazîbûn nîşan da.
Elçîk diyar kir ku biryara neşopandinê li dijî hiqûqê ye û nayê qebûlkirin û got, "Dozgeriya Leşkerî ku di bûyerê de xwedî berpirsyariyê ye, nekarî sûcekî bi vî rengî bi awayekî bê alî bimeşanda. Sekneke ku jê dihat hêvîkirin nîşan da. Biryara neşopandinê ji bo me rewşeke nedihat hêvîkirin nebû, ji ber ku em ne li benda biryareke cuda ji saziya bûyer kiriye, bûn. Emê prosedura qanûnî ya der barê bûyerê de temam bikin. Di rojên pêş de emê serî li Dadgeha Leşkerî ya Fermandariya Giştî ya Artêşê bidin. Eger bersiveke neyînî ji vê serlêdana me re jî bê dayîn, emê mijarê bibin ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn."
Mehmet Encu yê di operasyona hewayî de kurê xwe û birayê xwe winda kir got, "Dema dosya ji dadgeriya sivîl hat girtin û radestî dadgeriya leşkerî hat kirin, me dizanîbûn ku wê encameke wiha jê derkeve. Biryara neşopandinê, ne biryareke em nelibendê bûn.
Ev bûyer komkujiyeke ku bi fermana Serokwezîr û Serokê Fermandariya Giştî hatiye kirin e. Bila Serokwezîrê û Serokê Fermandariya Giştî vê baş bizanibin; eger li vê dunyayê hesabê wê nedin, emê li dunya din hesab ji wan bipirsin. Emê têkoşîna xwe dewam bikin."