Em bi hunera xwe qadê jiyanê yên derveyê pergalê diafirînin
MÊRDÎN - SEDAT SUR 28.01.2014 07:07:32 Li Qoserê Navenda Çandê ya Şehîd Elî Temel 6 meh berê ket meriyetê û di gelek qadan de ji bo ciwan û zarokan qadên çandî û hunerî li dijî pergalê wek alternatîf diafirîne.
Li navendê xizmeta kreşê ya zarokan a bê pere û perwerdehiya zimanê dayikê jî tê dayîn û bi koma muzîkê ya bi navê Reviyên Azadî ku tenê ji jinên ciwan pêk tê re di koma vî temenê de tiştekî yekemîn pêk tê.
Hunermendê Navenda Çandê ya Şehîd Elî Temel ku di meha tîrmehê de hat vekirin û dest bi faliyatan kir, Eyup Goren da zanîn ku xebatên xwe berê di bin bana NÇM’ê de dimeşandin. Goren, got 6 meh berê bi piştgiriya Şaredariya Koserê re di avahiya Çand û Hunerê ya nû de di bin bana Şehîd Elî Temel de em xebatên xwe dimeşînin.
Goren got dersên saz, erbane, koroya zarokan, folklor û şanoyê didin 150 xwendekarî û got: “Kurd tiştên ku jiyane bi muzîk û hunera xwe îfade dike. Di vê çarçoveyê de li dijî xebatên Navenda Çanda Şehîd Elî Temel eleqeyeke pir mezin heye.
Dema mirov îro li nêzîkatiya pergalê ya li dijî hunerê dinêrin, di nava xwe de valahiyek dijî. Me jî li dijî vê feraseta hunera ku ciwanan teşwîqê yozbûnê dike, alternatîfeke derveyê pergalê afirand.
DÊ NAVÊ WAN BÊN JIYÎN
Goren wiha berdewam kir: “Pergal tiryark, çetebûnê dimeşîne. Li dijî van faliyetan em dixwazin ku hêza hunereke çandî ya demokratîk û azad biafirînin. Ji hunermendên Navenda Çanda Ş.Elî Temel, Mehmet Dag jî got li odeyên dersan navên hunermendên şehîd hatine danîn.
Me navê Halîl Dag, Sarya Onur, Hevî Şanoger, Hozan Şerhat, Hozan Hemîdo û Şehîd Sefka danî. Ev ji bo nirxa sembolîk nehat danîn. Navê wan û xeta wan bê jiyîn.
BI ZIMANÊ DAYIKÊ PERWERDEHÎ
Dag got di bin bana navenda çandê de projeya kreşa zarokan ya ku beriya dibistanê perwerdehiyê didin, vekirine û got: “zarokên 5 salî ji malbatên wan tên girtin û pergal wan bi asîmîlekirinê re rû bi rû dihêle.lê em li kreşa xwe dersa kurdî didin. Em hem ji asîmîlasyonê rizgar dikin û hem jî li dijî pergalê ji bo perwerdehiya alternatîf model pêşniyar dikin malbat eleqeyek mezin nîşan didin.
JINÊN CIWAN TIŞTEKÎ YEKEMÎN BI SER DIXÎNIN
Di navendê de koma ‘Reviyên Azadiyê’ ya ji jinên ciwan pêk tên balê dikişînin. Ji hunermendan Kudret Uçuk wiha got: “hemû ji jinên ciwan yên lîseyê pêk tên. Koma ku hilberîn xebat û kesa jina ye, muzîkên anonîm bi aranjeyek cuda dibêjin.
EMÊ BI HÊZA HUNERÊ XWEDÎ LI ŞOREŞA ROJAVA DERKEVIN
Eyup goren destnîşan kir ku ew di vê demê de bi şoreşa Rojava re di nava piştevaniyê de ne û got ew li gorî rola hunerê, bi hunera xwe xwedî li şoreşa Rojava derdikevin. Goren got ji bo piştevaniya bi Rojava re konser û şahî pêk anîne.