´Em destûrê nadin gotinên Ocalan şaş bidine famkirin´
Jinên elewî: Em destûrê nadin gotinên Ocalan şaş bidine famkirin
YASİN KOBULAN
DÊRSIM (DÎHA) - Jinên elewî yên Dêrsimê, piştgirî dan pêvajoya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin û diyar kir ku hin kes dixwazin elewiyan û Rêberê PKK'ê Adbdullah Ocalan bînin hemberî hev, lê ew dê destûr nedin vê yekê. Neviya Seyît Riza Zeliha Polat, diyar kir ku ew piştgiyê dide pevajoyê û CHP dixwaze pêvajoyê aloz bike. Jina bi navê Menşure Dogan jî anî ziman ku ew piştgiriyê dide pêvajoyê û xwest gotinên Ocalan berovajî neyên famkirin.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî ku li Newroza Amedê peyama pêvajoya nû da û diyar kir ku ew ji bo "Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad" pêvajoya çareseriya demokratîk û siyaseta demokratîk didin destpêkirin, her ku diçe piştgirî zêde dibe. Piştî peyema Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di çarçoveya pêvajoya nû de KCK'ê biryara agirbestê da û di 8'ê Gulanê de HPG'ê dest bi vekişînê kir. Li ser ve pêvajoya nû saziyên sivîl û gelek rêxistin, komele û odeyan piştgiriya xwe dan peyama Rêberê PKK'ê Ocalan. Ji ber ku di peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de navê elewiyan derbas nebûbû, hin kesan xwest ku weki Ocalan li dijî elewiyan bide nîşan û dest bi reşkirinê kirin. Li hemberi vê helwestê Ocalan xemgîniya xwe anî ziman. Li hemberî van kesên ku diwazin dijberiyê derxin, welatiyên elewî piştgiriya xwe ya Ocalan anîn ziman û diyar kirin ku ew destûr nadin vê yekê. Welatiya bi navê Menşure Dogan anî ziman ku ewelî bi kok, çand û nirxên xwe ve girêdayî ne û dê destûr nedin tevlihevî û aloziyan. Dogan, da zanîn ku ew jiyanek bi tenduristî, aram û aştî dixwazin û wiha got: "Ev bawerî ne tenê olî ye. Divê baweriya li hemberî tiştekî hebe. Divê her kesek xwedi baweriyek be. Divê her kes xwedî paşeroj, ziman û çanda xwe be. Her kes kevneşopî, edet û dabên wî baweriya wî ye."
'Em nikarin li hemberî dayikên digirîn kor bin'
Dogan, anî ziman ku ew nikarin dayikên ku 30 salin ji ber şerê herêmê digirîn nebinin û wiha got: "Em divê êdî dayikên ku digirîn bibînin. Niha em paşeroj û koka xwe lekolîn dikin. Ji ber ku em heta niha hatin înkarkirin û destûr nedan ku em xwe îfade bikin. Di vê pevajoyê de edî her kes dikare biaxive. Her kes aştiyê dixwaze û dikarin daxwazên xwe bînin ziman. Divê kes elewiyan ji xwe re neke maşik û listik. Elewî piştgiriyê didin pêvajoyê."
'Fikar û heviyên me hene'
Dogan fikar û tirsa xwe jî anî ziman û wiha got: "Tirs û fikarên me hene. Ji ber ku hikûmet û dewlet baweriyê nadin me. Dê çawa vekişin û bi serketî pêk bê. Dibêjin di banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de navê elewiyan derbas nebûye. Ger ku di daxuyaniyê de behsa kêmaran dike bes e. Divê her kes xwe di nava van kêmaran de bibine. Hewce nake nav bêje. Ger ku di bangê de negotibe 'Bila elewî bimirin' wê demê çima me qebûl nekin. Partiya ku heman fikrê diparêze di her qadê de cih dide elewiyan. Ger ku behsa navê me nekiribin em nikarin reş bikin."
Neviya Seyit Riza: Em ji pêvajoyê bi hêvî ne
Neviya Seyit Rıza Zeliha Polat jî kesên ku dixazin li hemberî elewiyan pêvajoyê aloz bikin rexne kir û wiha got: "Hewce nakin bêjin 'elewî li dervê pêvajoyê hiştine ' Em reşkirinek wisa qebûl nakin. Em wekî elewiyên Dêrsimê û endamên malbatek siyasî erênî û bi hevî li pêvajoyê dinerin. Destpêka aştiyê me pir kêfxweş dike. Me dixwest ve pêvajoya aştiyê ewil li Tirkiyeyê dest pê kiribûya. Mirovên me gerîllayên me diçin dervê welat. Ger ku li nava Tirkiye mabûna dê baştir bûya. Em civakek ku aştiyê dixwazin. Em reşkirinê qebûl nakin. Bila kes nebêjin elewî aştiyê naxwazin. Di dirokê de her tim elewiyan aştî xwest û her tim rastî zextan hatin. Me li gel hemû êş û neheqiyan dîsa aştî xwest."
'Divê makeqanûna nû her kesî biparêze'
Polat, bal kişand ser makeqanûna nû xwest heher kesî bi reng û ruyê wan, bi bîr û baweriyên wan û bi hemû nirxên wan qebûl bike u biparêze.
(mae)