1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Em dixwazin li Geliyê Godernê di nava aştiyê de bijîn'
'Em dixwazin li Geliyê Godernê di nava aştiyê de bijîn',em,dixwazin,li,geliyê,godernê,di,nava,aştiyê,de,bijîn

'Em dixwazin li Geliyê Godernê di nava aştiyê de bijîn'

A+ A-

EVRÎM KEPENEK

AMED (DÎHA) - Welatiyên li gundên derdora Geliyê Godernê dijîn gotin teqez ew bendavê naxwazin û wiha got: "Em dixwazin li ser axa em lê hatin dinê û mezin bûn azad bijîn."

Geliyê Godernê yê ku bi gelek cureyên nebat û cureyên sewalên kovî balê dikêşîne di bin gefên di bin ava Bendava Farqînê ya di sala 2012'an dest pê kir û salek şunda bi dawî bibe de bîmîne de ye.Ligel gelê herêmê û xwezaparêz li hemberî derdikevin bendava bi bilindahiya 174.5 metre tê gotin dê bibe bendava herî mezin a Ewropayê.Ji ber bendava ewqas mezin heya niha 12 gund di bin avê de man. Dema proje temem bû jî dê ev hejmar derbikeve 30 gundan.

Bendava ligel welatiyên bi salan li gundên xwe dijîn ên koçber bibin çavkaniyên debarê yên weke çandînî û sewalkariyê jî dê bi bandor bike. Welatiyên gundên derdora Geliyê Godernê dijîn bertek nîşanî komkujiya xwezayê dan û gotin ew bendavê qebûl nakin.

'Em dixwazin di nava aştiyê de li vir bijîn'

Welatiyê bi navê Haci Abdullah Yildirim (65) ê ku li gundê Sêdeqenê dijî got Geliyê Godernê ji bo wan navendekî gelek girîng e û ew qebûl nakin ew der di bin avê de bimîne.Yildirim diyar kir ku ji bo gel koçber bikin bendavê çêdikin û wiha got: "Em di serî de heya niha li hemberî vê bendavê derketin. Lê dîsa jî çêkirin. Êdî destûrê nadin çêbikin. Dewletê li hemberî me şer daye destpêkirin. Em dixwazin li herêma xwe li Geliyê Godernê di nava aştiyê de bijîn."

Yildirim anî ziman ku zaroktiya wî li Geliyê Godernê derbasbûye û berê li herêmê gelek fêkî û sebzeyên cuda çêdibûn lê bi bendavê dê ew hemû tune bibin.

'Em naxwazin li ser axa xwe biçin'

Welatiyê bi navê Ferhat Tekîn (26) jî diyar kir ku ji zaroktiya xwe heya niha li herêmê dijî û herêm ji bo wî malbata wan çavkaniya debarê ye û wiha got: "Em ji vir biçin ku? Heke ev der di bin avê de bimîne tu cihê me yê ku em biçinê tuneye. Heke aştî çêbe em dê li vir bimînin û heke aştî çênebe tu kes nikare me rawestîne. Em şer naxwazin. Em dixwazin li ser axa xwe azad bijîn."

'Em bendavê qebûl nakin'

Jina bi navê Halîse Kiliç (75) jî diyar kir ku gelek caran bi neviyên xwe re tên herêmê û geştê dike û wiha got: "Çima wir tune dikin?" Kiliç anî ziman ku ew bendavê qebûl nakirin û wiha axivî: "Em naxwazin ji vir biçin. Em li vir hatin dinê û em dê li vir bimirin. Ji bilî vir tu cihên me yên din tuneye. Ev der axa me ye û em dê li xwezaya derbikevin."

'Em li dijî hemû komkujiyên xwezayê ne'

Orhan Kiliç jî diyar kir ku tenê li hemberî bendava li Geliyê Godernê na li dijî bendavên li Heskîfê û Deryaya Reş tên çêkirin jî ne û wiha got: "Li ku derê bê çêkirin bila bê çêkirin ew li dijî komkujiya xwezayê ne û dê her tim têkoşînê bikin."

Çima Geliyê Godernê girîng e?

Geliyê Godernê nokteya Bakûrê Amedê û Serhatê ye û li qadê gelek cureyên daran, şikeft, şelale û cureyên nebat û sewalan lê dijîn. Nebata Hîro yanî Hatmî tenê li Farqîn û Misircê çêdibe. Ligel van gulên Guni, Sahlep, Orkîde, gula peyxember (Centaurea kurdica), Koksor li Geliyê Godernê dijîn.

(bd)