1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Em dê aboriya civakî ava bikin"
"Em dê aboriya civakî ava bikin",em,dê,aboriya,civakî,ava,bikin

"Em dê aboriya civakî ava bikin"

Tugluk: Em dê aboriya civakî ya komîn û wekhev ava bikin

A+ A-

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk, diyar kir ku çîna ploreter a lumpen li Kurdistanê xwe nû dike. Tugluk, da zanîn ku ew dê aboriya civakî ya komîn û wekhev ava bikin.

Komîsyona Polîtîkayên Civakî ya KCD'ê û Koma Xebata Xizaniyê û Koçberiyê, "Komxebata Kedê" li Sumerparkê pêk anîn. Komxebata kedê yekem car li Tirkiyeyê bi navê "Li Kurdistanê Jiyana Kedê û Komxebata Rêxistinkirina Kedê" pêk hat. Di civînê de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk, Endame Dîwana Serokatiya KCD'ê Edîp Yaşar, Endamê Koma Xebata Xizaniyê û Koçberiyê Yilmaz Guneş, Parlementerê BDP'ê yê Amedê Nursel Aydogan, Sekreterê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, endamê Petrol-Îş Nimetullah Sozen, DİSK Cam Keramik, Serokê Giştî yê Genel Îşê Mehmet Turp,Sekreterê Gida îşê Seyit Aslan, Endamê Dev Saglik-İşê Tufan Sertlek, Rojnameger û Aborist Bulent Falakaoglu, Araştırmacı Nevra Akdemir, nûnerên BDP, EMEP, ESP, Turk-İş, DİSK û KESK TMMOB TTB, Tum-Bel Sen, TTB, Kooperatifa Jinan a Rezan, Goç Der û gelek kesên din amade bûn.

Tugluk: Piştî salên 1960'an rêjeya qezencê bû nîşaneya guhertina kapitalizmê

Di komxebatê de Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, binçavkirina Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî di navde şaredar û rêveberên BDP'ê şermezar kir. Tugluk, anî ziman ku ji sala 1960'an û şûnde bingehê pergala kapitalismê bingeha xwe avêt û wiha got: "Rejîma darbeyan welat xist nava pergala sermaya emperyalismê. Welatên neoliberal pergala xwe belav kirin. Li Tirkiyeyê pergala kapîtalîzmê bi darbeya leşkerî ya 12'ê îlona 1980'an û 24'ê çile bi arizikirinê re dest pê kir.

'Li Kurdistanê koma gel avakir'

Tugluk, da zanîn ku piştî darbeya leşkekî ya 12'ê Îlonê bi xwe re li ser erdnîgariya Kurdistanê betalî û koma gel a betalan ava kir û koletî pêş xist û wiha berdewam kir: "di 30 salên dawî de ji ber şer û pevçûnan razemenî nehat kirin. Li Kurdistanê qadên qedexe hate îlankirin. Leşkeriyê gund vala kir. Qadên çandiniyê vala kir. Ekolojî wêran kir. Çavkaniyê gel ên debarê têk birin wêran kir."

Divê em rêxistinkirina kedê tevlî bernameya veguhertina radîkal a demokratîk bikin'

Tugluk diyar kir ku di pergala xweseriya demokratîk de qadeke din a divê herî zêde bê birêxistinkirin modela kedê be û got; "Heke em li dijî modernîteya kapîtalîst wekî alternatîf îdîaya dajiyana modernîteya demokratîk dijîn wê demê divê em rêxistinkirina kedê tevlî bernameya veguhertina radîkal a demokratîk bikin. Lewma divê em konseyên fabrîka û kedkaran, kooperatîfên çandinî û di hilberîna çandinî de hevpariyê esas bigirin. Em di pirsgirêka birêxistinkirina kedê de azmûnên konseyên gundî û karkerên şoreşger ên Sovyetê wekî mînak bigirin û di pêvajoya înşîaya demokratîk de xwedî li kelepûra wan derkevin."

'Rêxistinkirina keda jinê û keda ekolojîk'

Tugluk anî ziman ku di pêşkêşkirin û xilaskirina xizmetan de divê ne tenê yên pereyê wan heye, divê di gelemperî de li ser esasê mafên welatiyan nêzîkbûn çêbibe û wiha axivî: "Divê keda jinê ya di nava malê de tê pêşxistin teqez em bixin rojeva xwe. Divê sazîbûna mafên jinê pêş bikeve û bikeve meriyetê. Ji hêla di nve jî li Kurdistanê di pirsgirêka jîngeha kedê û pirsgirêka rêxistinkirina wê de dîsa xilaskirinê divê em bixin rojeva xwe. Divê em jibîr nekin ku hilberîn du rûyên rastiyekê ne. Divê herkes xwe ji nexweşiya endustriyalîzmê xilas bike, li şûna wê rêxistinkirina ked û ekolojiyê dîsa hilberîna organîzasyonê em bixin rojeva xwe."

'AKP hewl dide ku bi girêdayî xwe burjuvaziya kurd biafirîne'

Tugluk destnîşan kir ku ew pergala bêkariyê diafirîne red kirin û bal kişand li ser taybetmendiyên pergala kapîtalîzmê. Tugluk anî ziman ku AKP hewl dide ku bi girêdayî xwe burjuvaziya kurdan biafirîne û wiha pê de çû: "Di komxebata me de mijareke din a herî zêde li ser bê axaftin pakêta teşwîqê ye. Rejima AKP'ê di meha nîsanê de bi aşkerakirina pakêta teşwîqê hewl dide ku li dijî tevgera kurd burjuvaya xwe biafirîne. Bi vê paketê para kedkar jî dibe heqdesteke pir kêm." Tugluk bal kişand li ser pîlansaziya aboriya hevpar, komînal û wiha dawî bi axaftina xwe anî: "Em ê bi xweseriya demokratîk aboriya komînal, wekhev û civakî înşîa bikin. Em ê civakê ji destên tekelên sermayeyê derxînin.

Piştî axaftina Tugluk komxebata 'Li Kurdistanê Birêxistinkirina Kedê û Jîngeha Kedê' ji bo çapemeniyê girtî berdewam kir.

(ak/mae)8