`Em dê bernameya xwe pêk bînin`
Demîrtaş: Em dê bernameya xwe ya Newrozê pêk bînin
A+
A-
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku li gel biryara qedexeya Wezareta Karên Hundir ew dê bernameyên xwe yên Newrozê wekî berê diyar kirine pîroz bikin.
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, têkildarî pîrozbahiyên Newrozê li ser twîtterê daxuyaniyeke da. Demîrtaş, piştî li Amed, Stenbol û Enqere û gelek bajarên din pîrozbahiyên Newrozê yên berî 21'ê Adarê hatin qedexekirin di hesaba xwe ya twîtterê de wiha got: "Em dê bernameyên xwe yên Newrozê yên berê me diyar kirin di heman dîrokan de pîroz bikin. Dibe ku wezaret mitîngên me qedexe kiribin lê em dê li hemû bajar û navçeyan bernameyên xwe yên Newrozê berdewam bikin. Çareke din 'Newroz Piroz Be'"
(bd)
Bêjeyên Miftehî em,dê,bernameya,xwe,pêk,bînin