1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. 'Em dê bi 200 erbaneyan azadiya Kobanê pîroz bikin'
'Em dê bi 200 erbaneyan azadiya Kobanê pîroz bikin',em,dê,bi,200,erbaneyan,azadiya,kobanê,pîroz,bikin

'Em dê bi 200 erbaneyan azadiya Kobanê pîroz bikin'

A+ A-

RIHA (DÎHA) - Zarokên ji Kobanê hatinin Pirsûsê û di konbajaran de dijîn, di van konbajaran de perwerdehiya çand û hûnerê dibinin. Li konbajarê Arîn Mîrxan Konê Çand û Hûner a Delîla hatiye vekirin. Xebatkarê Konê Çand û Hûnerê ya Delîla Mehmet Karakiş diyar kir ku pêdiviyên wan bi amûrîyê muzîkê heye û dema Kobanê azad bibe dê bi 200 endamên xweyî çandê bi erbaneyan derbasî Kobanê bibin.

Zarokên ji Kobanê hatinin Pirsûsê û di konbajaran dijîn, di van konbajaran de perwerdehiya çand û hûnerê di nava derfetên kêm de dimeşinin. Li konbajarê Arîn Mîrxan, Konê Çand û Hûnerê ya Delîla hatiye vekirin û di kon de perwerdehiya erbanê, govend, koroya zarokan, drama û şano tên dayîn. Xebatkarê Konê Çand û Hûnerê ya Delîla Mehmet Karakiş diyar kir ku bi hezaran zarok ji welatê xwe pênaber bûnin û li konbajar bicih bûne. Karakiş, da zanîn ku wan li vir konê çand û hunerê vekiriye û pêdivî bi amûran heye. Karakiş destnîşan kir ku 200 şagirtên wan heye û bi awayekî coş û balkêş perwerde tên dayîn.

Dil yek be, ax jî yeke, ax yek be sînor jî bê wate ye'

Karakiş da zanîn ku Pirsûs û Kobanê yek e û ji bo zarokên Kobanê çand û hûnerên xwe ji bîr nekin çi ji destên wan bê dê bidin. Karakiş diyar kir ku ev şer dê biqede û zarok dê li welatê xwe vegerin û wiha got: "Dema welatiyên Kobanê hatin gelek zext û zorderstî kişandin. Gelê Pirsûsê tu carî ew tenê bernedan û her tim li hevdû xwedî derketin. Em dibêjin dil yek be, ax jî yeke, ax yek be sînor jî bê wate ye. Me qet navber nexist nava Kobanê û Pirsûsê. Pirsûs ji bo me çi be, Kobanê jî ew e. Ji bo zarokên me fêrî çanda xwe, hûnera xwe, zimanê xwe em ê her tiştî bikin."

Pêdivî ji amûrên muzîk ê henin

Karakiş herî dawî jî got ku dema Kobanê azad bibe dê bi du sed endamên xweyî çandê bi erbaneyan derbasî Kobanê bibin û li wira pîrzbahiya rizgariyê bikin. Karakiş bi lêv kir ku ji bo perwerdê bide zarokan hinek kêmasîyen wan hene û ev tişt got: "Ji ber ku endamê me pirin ji aliyê amûriyan kêmasiyên me henin. Erbanê, gîtar, tembûr, def, cil û bergên folklorîk ji dibin. Ki çi kari be alîkariyê bide."

(kom/mae)