"Em dê bi ruhê Newrozê pîroz bikin
Ayla Akat Ata: Em dê 1'ê Gulanê bi ruhê Newrozê pîroz bikin
Rêxistina BDP'ê ya Êlihê ji bo beşdarbûna 1 Gulanê Cejna Karkeran civînên gel ên li taxan didomîne. Parlementera BDP'ê Ayla Akat Ata dicivînan de axivî û diyar kir ku dewlet dixwaze gel cejnên xwe li gorî wan pîroz bike, lê gel bi berxwedana Newrozê nişan da ku kengî bixwaze dê cejna xwe pîroz bike.
Rêxistina BDP'ê ya Êlihê, ji bo mitînga 1 Gulanê Cejna Karkeran ku li qad Cumhuriyetê bê pîrozkirin 4 rojin li gelek taxan, malen gel û parqan civînên gel pêk tînin. Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Wekîla Hevserokên Rêxistina BDP'a Êlihê Ayşe Agilgat, Serokê Meclîsa Giştî ya Bajêr Salîh Aktan, Cigirê Şaredarê Êlihê A. Samet Durak û rêveberên BDP'ê li gelek mal û parkan civînên gel pêk anîn. Heyeta BDP'ê di serî de li Mala Gel a Edîp Solmaz ya li taxa Hîlal a piraniya wan koçerin civîna gel pêk anî. Heyetê pişt re li li Parqa Zozan a Taxa Hîlal (Taxa Koçeran) civîn pêk anî. Li vir Parlementera Êlihê Ayla Akat Ata, li ser pêvajoyê axivî. Akat Ata, 1 Galanê li jinan pîroz kir û diyar kir ku ew dixwazin reng û dengê jinên kurd di vê cejnê de li qada mitîngê xwe bide der. Ata, da zanîn ku ji ber berxwêderiya jinên kurd a bi salane dike, ne karekê hêsan e. Ata, xwest di mitîngê de jin bi rengê xwe li pêş bin û cejna wan pîroz kir. Piştî axaftinê, jinan xwarina di nava koçeran de bi nav û deng e belohî li beşdaran belav kirin.
'Em dê bi coşa Newrozê 1 Gulanê pîroz bikin'
Akat Ata û yên pê re, piştre çûn Mala Gel a Edîp Solmaz. Heyet li vir jî beşdarî civînê bûn. Civîn rastî eleqeyek mezin hat. Parlementer Ata li vir jî derbarê pêvajoyê de axivî. Ata, hikûmeta AKP'ê rexne kir. Ata, da zanîn ku gelê kurd di berxwedana Newrozê de dewlet û hikûme vala derxistiye û dê di 1'ê Gulanê de jî polîtîkayên hikûmetê vala derxin.
Piştî Ata, Serokê Meclîsa Giştî ya Bajêr Salîh Aktan jî bi kurdî axivî û xwest hemû karker û kedkar tev li mîtîngê bibin.
Piştî axaftinan, koma muzîkê yê girêdayê Navenda Çanda Biharê derket ser dikê û bi stranên xwe beşdar coşandin.
(ea/mae)