1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. `Em dê bilez bersiva nameya Ocalan bidin`
`Em dê bilez bersiva nameya Ocalan bidin`,em,dê,bilez,bersiva,nameya,ocalan,bidin

`Em dê bilez bersiva nameya Ocalan bidin`

Selehattîn Demîrtaş der barê hevditinên li Îmraliyê de axivî

A+ A-

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, der barê hevditinên li Îmraliyê, komxebata elewiyan, polîtikayên dewletê yên li hemberî baweriyan û rojnamegerên girtî axivî. Demîrtaş anî ziman ku, nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji wan re şand gihişt destê wan û ji bo pêvajo ber bi aştiyê ve biçe dê bi lezgîn nameyê bibersivînin û bi heyeta 3'emîn re ji Îmraliyê re bişînin.

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş têkildarî hevdîtinên li Îmraliyê, rojnamegerên girtî, helwesta dewletê ya li hemberî baweriyan û geşedanên din nirxandinên girîng kir. Demîrtaş anî ziman ku, li Tirkiyeyê hêj 72 rojnameger girtî ne û wiha got: "Li gel hemû raporan û bertekên civavê hêj rojnameger girtî ne. Serokwezîr Erodgan dibêje ji ber mijarêndin girtî ne û ev ne rojnamegerin. Di welatên herî dîktator de jî bi vî rengî rojnamger ne girtî ne. Ji ber ku nivîs nivîsandine û gotar nivîsandine ev nivîs û gotarên wan wekî xebatên 'Terorê' tên bi navkirin. Hêj darizandina wan bi dawî nebûye Serokwezîr Erdogan wan wekî sûcdar nîşan dide. Ger ku li welatekî çapemenî û rojnameger ne azad bin ew welat nagihije rastiyê û azad nabe."

'BERÎ HERTIŞTÎ PÊWÎSTE ROJNAMEVAN BÊNE BERDAN’

Demîrtaş da zanîn ku, dewlet û hikûmet dixwaze çapemeniyê li gorî xwe araste bike û bi sînor bike û destûr nade ku li ser rastiyan lêkolîn bike û bûyerên tarî ronî bike. Demîrtaş wiha got: "Gelo li vî welatî tenê mafê civakê gihiştina agahiyên aktuelin? An jî gihiştîna hemû rastiyane? Ger ku rojnameger û çapemenî komkujiya Dêrsim, Koçgirî, valakirin û şewitandina gundan nenivîse û ronî neke. Ger ku nekare rastiyan serbest binivîse, em nikarin behsa azadiya çapemeniyê bikin. Ger ku Serokwezîr Erdogan behsa aştiyê dike, wê demê divê berî her tiştî rojnamegerên ku ji ber nivîsên xwe wekî terorîst tên sûcdarkirin serbest berde. Divê çapemenî alîgirê heqîqetê be û azad tev bigere ku xizmeta aştiyê bike. Ger ku ne wisa be li pêş aştiyê bibe asteng."

'PÊŞNIYAR Û REXNEYÊN ELEWIYAN HÊZ DA ME'

Demîrtaş aşkera kir ku, wan sala par li Mêrsînê komxebata elewiyan pêk anî û îsal jî li Stenbolê bi tevlîbûna 50 saziyên elewî pêk anîn û wiha got: "Ev 2 civînên me bi elewiyan re pêk anîn ji bo me gelek girîng bûn û riya me ronî kir. Ji ber vê yekê em ji tevan re sipas dikin. Hêz da me. Hişmendiya ku dibêje em di navbera nasname, bawerî û rengan de cudahiyê nakin, hêj 2 roj berê li dijî cemxaneyan helwesta xwe nîşan da û diyar kirin ku, cihê dewlet nîşan dide îbadet tê û li dijî cemxaneyan derketin. Gelo peywira dewletê arastekirina îbadeta welatiyane. Ne hedê dewletê ye ku têkeve navbera îbadeta welatiyan a li hemberî xweda. Kî li ku çawa îbadetê dike dê bike. Ev ne karê deweletê ye. Îro kesên laîktiyê diparêzin û li dijî laîktiyê ne nizanin çi diparêzin. Ne karê dewletê ye ku tevlî bawerî û îbadeta welatiyan bibe."

Ji ber vê yekê em dibêjin bila Karê Diyanetê rabe. Em nabêjin bila ol ji holê rabe. Em dibêjin bila pîvanê dewletê ya li hemberî ol rabe. Bila feraseta dewletê ya li ser ol rabe. Lê dema me vê yekê dibêjin em wekî bê bawerî û bê ol tên naskirin. Divê ev şaş nayê famkirin. Em dixwazin dewlet tevlî karê bîr û baweriya welatiyan nebe. Her kes di bîr û baweriya xwe û îbadeta xwe de azad be."

'DI ZAGONAN DE HEMÛ WELATÎ WEKHEVIN, LÊ DIYANET TENÊ XIZMETÊ JI SUNIYAN RE DIKE'

Demîrtaş da diyarkirin ku, olê niha di bin kontrdola dewletê de ye û dewlet mudaxaleyî ol dike. Demîrtaş da zanîn ku, di zagonê de tê gotin ku hemû welatî li hemberî zagonan wek hevin, lê di rastiyê de ne wisa ye û wiha berdewam kir: "Gelo dema hûn ji welatiyan bacê digirin û kom dikin, hûn dibêjin tu elewiyî, tu suniyî, tu suryanî û asûriyî. Dema hûn bacê kom dikin û radestî Karê Wezareta Diyanetê dikin. Piştre Karê Diyanetê çima xizmetê ji elewiyan, asûrî û suryaniyan re nakin. Çima tenê ji suniyan re xizmetê dikin. Wê demê ka wekhevî li ku ma." Li şûna ku xizmeta wekhev bidin welatiyan, mudaxeleyî baweriya elewiyan dikin û dibêjin li vir îbadetê nekin li wir îbadetê bikin." Demîrtaş bal kişand ser komkujiyan û anî ziman ku, heta niha hikûmetê tu komkujî ronî nekirine û komkujiya Dêrsimê û gelek komkujiyê din tarî ne û niha jî warên dîrokî û çandê di bin avê de dihêlin.

'ÇI HATIYE SERÊ ELEWIYAN JI BER NEBÛNE YEK Û TIFAQA XWE PÊKNE ANÎNE'

Demîrtaş da zanîn ku, di dirokê de çi bi serê elewiyan hatiye ji ber ku nebûne yek û tifaqa xwe pêk neanîne bi serê wan hatiye. Demîrtaş, xwest ku tu welatiyên elewî ji ber nasnameya xwe ya elewiyê netirsin û bi wêrek nasnameya xwe ya elewiyê biparêzin û wiha got: "Divê hikûmet jî zimanê xwe yê li hemberî elewiyan rast bike. Divê çapemenî jî helwesta xwe ya li hemberî elewiyan rast bike. Divê pêşdaraza di navbera elewî û suniyan de rabe. Divê berî her tiştî pêşdarazên li hemberî hev rakin. Ji bo vê yekê divê berî her tiştî dewlet feraseta xwe biguhere û rê li pêş van pêşdarazan veneke." Demîrtaş da zanin ku, sunî berpirsiyarê parastina azadiya elewiyan û elewî jî berpirsiyarê azadiya suniyane.

Demîrtaş ji ber sekna gelê koçgirî bi taybet silav û hurmetê xwe şand.

'JI 7 SALÎ HETA 70 SALÎ AŞTIYÊ DIXWAZIN'

Demîrtaş bilêv kir ku, li Tirkiyeyê nêzî 2 mehin rojeva sereke nîqaş û hevdîtinên di derbarê Îmralî de ye û ew jî hem bi baldarî dişopînin û hem ji bo ev pêvajo ber bi aştiyê, muzakereyan ve bimeşe di nava hewldan û tekoşînê de ye.

Demîrtaş diyarkir ku, her kes ji 7 salî heta 70 salî aştiyê dixwazin û her kes vê pêvajoyê dixwaze û diparêze. Demîrtaş anî ziman ku, rol û rista partiya wan diyarde ye û wiha axivî: "Em dibêjin ger ku dê li vî welatî aştî bê em ji bo deng û hilbijartinê nêzî pêvajoyê nebin. Divê em ji bo pêşeroja gel û Tirkiyeyê tev bigerin. Divê em ji bo qoltixên xwe nêzî pêvajoyê nebin. Divê em dest ji nêzîkatiyên popîlist berdin. Aştî ne ji bo 2 partiyane. Aştî ji bo hemû kesane. Divê karker, xwendekar, çotkar, kedkar, esnaf, nivîskar, siyasetmedar û hemû beşên civavê tevlî vê pêvajoyê bibe û nerînên an li ber çavan bigire. "

'NAMEYA ÎMRALÎ GIHIŞT DESTÊ ME'

Demîrtaş da zanîn ku, ew ji destpêkê heta niha muzakere û diyalogê diparêzin û ev rêgeza wan a sereke ye. Demîrtaş aşkera kir ku, ji bo di van rojên krîtîk û girîng de pêvajo bi serkeftî derbas bibe divê hikûmet li hemû gavên xwe û gotinên xwe baldar be. Nameya ku ji Îmraliyê şand gihişt destê me. Ji bo ku em vê nameyê bi lezgîn bi encam bikin em dê bi partiya xwe re parve bikin û em dê pêşniyar û nerînên xwe bi heyetek din ango bi riyek din dîsa bişînin ji Îmraliyê. Em bêyî ku ji berpirsyariyê birevin û xwe bidin alî em dê hewl bidin ku hikûmetê jî têxin nava hewldanê. Ger ku em şaş û li gorî xwe nêzîk bibin dê pêvajo bi ser nekeve."

'EM VÊ PÊVAJOYA AŞTIYÊ DIPARÊZIN, NE KU AKP'Ê’

Demîrtaş diyar kir ku, ew vê pêvajoya aştiyê û çareseriyê diparêzin û piştiriyê didin pêvajoyê û wiha berdewam kir: "Em piştgiriyê nadin projeyên AKP'ê. Em ji bo pêşketina aştiyê piştgiriyê didin vê pêvajoya hevdîtinê da ku rê li pêş diyalog û muzakereyan vebe."

'EM JI POLÎTÎKAYÊN PARTIYA XWE BAWER IN'

Demîrtaş li ser polîtîkayên BDP'ê jî rawestiya û wiha berdewam kir: "Em ji polîtikayên xwe û pratîka xwe bawer in. Ji ber ku em bi rêgezan tev digerin. Lê AKP çiqas durist e çiqas ne duriste dê bêtir ronî bibe. Aştiyê û çareseriyê dixwaze dê diyar bibe. Ger ku AKP feraseta xwe di qada stratejik de neguhere tu gavan nikare bavê pêş. Ger ku feraseta xwe neguhere aştiyê pêş nake. Ji bo em feraset û hişmendiya AKP'ê biguherin em têdikoşin."

Herî dawî Demîrtaş li ser hişmendiya kesên çareseriyê naxwasin rawestiya û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hişmendiya ku di serdema Komarê de pirsgirêka kurd ava kir, niha nikare dersa demokrasiyê bide me. Hişmendiya ku li vî welatî komkujî pêk anî û polîtikayên wêdekirin, bindestî û înkarê pêş xist nikare dersa demokrasiyê bide."