1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Em dê biçin hemû malbatan´
´Em dê biçin hemû malbatan´,em,dê,biçin,hemû,malbatan

´Em dê biçin hemû malbatan´

Şaxa KURDÎ-DER'a Wanê: Em dê biçin hemû malbatan

A+ A-

WAN (DÎHA) – Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Wanê diyar kirin ku ji bo di qada wêjeya devkî de xebatek nû bidin destpêkirin dê li hemû malbat, kolan û taxan bigerin û hemû lêkolîn û lêgerîna xwe bikin nivîskî.

Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Wanê ji bo berhemên wêjeya devkî kom bike û derbasî nivîsê bike xebatek nû dide destpêkirin. Şaxa KURDÎ-DER'ê ji bo xebatên xwe baştir bimeşîne meclîs ava kir. Meclîsa ku ji 50 kesan pek tê, dê ji niha û şûnde li ser girîngî û wateya ziman, lêkolîn, panel, perwerde, çapemenî û hemû xebatên têkildari ziman bimeşîne. Meclîsê 4 komîsyonên cuda ava kir. Serokê Şaxa KURDÎ-DER'a Wanê Îsmaîl Aşkan, diyar kir ku ji bo zimanê kurdî di nava civakê de pêş bixin û wateya wî û girîngiya wî bi civakê re parve bikin û dîsa berhemên devkî yên di nava civakê de tevî kom bikin xebatek nû dane destpêkirin.

Aşkan, destnîşan kir ku her tim welatî ji ber bi zimanê kurdî diaxivin, siyasete dikin û xebatan dimeşînin û her ku zext zêde dibin serlêdana saziyan jî zêde dibin. Aşkan, anî ziman ku niha 350 xwendekarên wan hene û ji bo li dijî zextan gavên mezin bavêjin meclis ava kirine. Aşkan, da zanîn ku meclîsa wan ji 4 komîsyonan pêk tê û komîsyona perwerde, mafê parastina ziman, lêkolîn û çapemeniyê ava kirine. Aşkan, destnîşan kir ku ji bo li ser wêje û dîroka ziman û berhemên ziman lêkolîn bikin tê li hemû mal û kolanan bigerin û berhemên devkî kom bikin û derbasî nivîsê bikin.

(mae)


Bêjeyên Miftehî