´Em dê her derê bikin keleha berxwedanê´
Girtiyên PKK û PAJK'ê: Em di 27'ê Mijdarê de her derê bikin keleha berxwedanê
Li ser navê girtiyên PKK û PAJK'ê Denîz Kaya, têkildarî salvegera 35'emîn damezirandina PKK'ê daxuyaniyek da û diyar kir ku lazim e di vê roja girîng 27'ê Mijdarê de gelê kurd pêlên berxwedanê li her derê belav bike û her qadê bikin kelehê berxwedanê.
Bi minasebeta 35'emîn salvegera 27'ê Mijdarê Roja damezirandina PKK'ê, li ser navê girtiyên PKK û PAJK'ê Deniz Kaya, daxuyanî da Kaya 35'emîn salvegera damezirandina PKK'ê pîroz kir û wiha got: "PKK; 35 salan li dijî înkar û îmhayê, li dijî polîtikayên perçekirin û asimilasyonê kurd ji ser piyê zinar bi per û bask kirin û ji nûve li jiyanê vegerand. Ji nûve di nava jiyana bi rûmet a cîhanê de bi cih kir. Gelê kurd anî asta ku ji bo azadiya bi rûmet têbikoşe. Mirovekî nû û jiyanek nû di kurdan de ava kir. Ciwan û jina kurd li ser hîmê azadiyê pêş xist û li dijî pergala modernîteya kapitalist bi hêz kir. Ev perspektîfa ku li azadiyê digere felsefe û paradigmaya Rêbertiyê ye. Siyaseta berxewdan û raperînê ye."
'Divê di 27'ê Mijdarê de gelê me li her qadê berxwedanê pêş bixe'
Kaya, da zanîn ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nava şert û mercên herî dijwar de bi salan rê nîşanî gelê kurd da û dîsa şehîdên beqrewan li dijî dagirker û hêzên îmhager gelê kurd kir xwedî hêz û helwest û wiha got: "Gelê me yê cefakâr û fedakâr ê li hemberî zilm û zorê bi berxwedana xwe destan nivîsandin, em şukran û spasiyên xwe pêşkêş dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku wekî her demê bi ruh û coşek hîn mezindir her derê bikin keleha berxwedanê. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku di 35'emîn salvegera damezirandina PKK'ê ya bi rûmet û watedar de mal, kolan, tax û bajarên xwe her derê bikin qada berxwedan û serhildanê."
'Hewce be em dê dîsa bedena xwe bikin mertal'
Kaya, da zanîn ku ew soz didin gelê xwe rêberê xwe û şehîdên xwe ku dê li doz û nirxên gel xwedî derkevin û wiha dawî li banga xwe anî: "Em soz didin Rêber, şehîd û gelê xwe ku em dê heta dawî vê berxwedanê mezin bikin. Ger ku hewce be em dê dîsa bedena xwe bikin mertal û sîper û li hemberî van polîetîkayên înkar û îmhayê rawestin. Hemû girtiyên PKK û PAJK'ê yên Tirkiye û Kurdistanê dê heta dawî li nirxên xwe xwedî derkevin û biparêzin. Bijî 35'emin salvegera têkoşîna me ya bi rumet. Dê Komploger winda bikin. Gelê me û azadî dê bi ser bikeve."
(mae)