'Em dê hêj qelebalix û hêj bi hêz biçin Kobaniyê'
ENQERE (DÎHA) - Ciwanên di komkujiya Pirsûsê xilasbûn tiştên di dema teqînê de jiyîn û çawa ji teqînê xilasbûn vegotin. Ciwanan got ligel komkujiyê karê dan destpêkirin nîvço nahêlin û dê hêj qelebalik û hêj bi hêz biçin Kobanê. Cuma Tokgoz (52) ê ku bi ciwanan çûye herêmê diyar kir ku walîtiyê daxuyanî dereng xist û ji komkujiyê re zemîn amade kir.
Gelek endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo tevlî xebatên ji nû înşakirina Kobanê bibin hatin Pirsûsê rastî êrîşa bombeyî hatin û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn. Ciwanên ji Enqere çûn hevalên xwe yên birîndar û jiyana xwe ji dest dan li pey xwe hiştin û vegeiryan Enqere. Ciwanên xemgîniya hevalên xwe dijîn tiştên di dema teqînê de jiyîn vegotin. Ciwanan diyar kir ku êrîş li hemberî hêza piştevaniya pêk hat û dê bi hêj bêtir piştevaniyê û xebatê bersiva vê êrîşê bidin.
'Hevalên li cem min şehîd ketin û ez wisa xilas bûm'
Ji ciwanên Enqere çûn Pirsûsê yêk jî Halîl Soç ê ku di dema êrîşê de got, "Ez di nava girseyê de bûm û ji ber hevalên li cem min şehîd ketin ez xilas bûm" tiştên di dema êrîşê de jiyîn wiha vegot: "Li pêşiya min 6-7 hevalên min hebûn. Di dema teqînê de 4 hevalên pêşiya min şehîd ketin. Ji ber ku heval li pêşiya min bû tu tişt li min nehat." Soç helwesta polîsan a li hemberî teqînê jî wiha vegot: "Em birîndar dibirin. Polîsan rê girtîbû û bi me dikeniyan. Li ser bertekên gel rê vekirin."
'Em dê hêj qelebalix û hêj bi hêz biçin Kobanê'
Soç diyar kir ku armanca êrîşê rûhê enternasyonal perçe bikin bû û wiha axivî: "Hewil didin hêza me bişkênin û me bê hêvî bikin. Hewil didin piştevaniya me ya bi gelê Kobanê re asteng bikin lê em dê careke din hêj bi hêz biçin. Ji bo vê yêkê ya ji dest me tê em dê bikin. Heke heya niha me 3 seatan xebat kiribin em dê vê carê 10 seatan bixebitin û hêj qelebalix û hêj bi hêz biçin."
Ciwanê Mehmet Agdiken ê ku di dema teqînê de li Navenda Çand û Hunerê ya Amara li aliyê bi cam bû û ji milê xwe birîndar bû jî teqîn wiha vegot: "Tam dirûşmeya 'Bijî biratiya gelan' xilas bû teqîn çêbû. Ji nişkave em cenazeyên rêhevalên xwe yên perçebûyî dîtin."
'Polîs bi kenê em temaşe dikirin'
Agdîken got, "Geliyê Zîlan, Roboskê, Dersîm yekemîn car nîn e em rastî komkujiyan tên. Di riya şoreşê de me gelek şehîd dan û em dê hêj jî bidin.Lê em dest ji riya xwe bernadin." Agdîkan anî ziman ku pişt teqînê hewil dan alîkariya hevalên xwe bikin û dema destê hevalekî xwe girt wiha got: "Min destê xwe dirêj kir ji bo alîkariya hevalekî xwe ya jin bikim. Ji qirik û devê wê xwîn dihat. Ji bo serê wê zivirîm min hewil da lê.. Li ber çavên min hevalên min dimirin lê tu tişt ji destê min nedihat."
Agdîken li helwesta polîsan a piştî teqînê jî wiha vegot: "Di teqînê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn lê polîsa bi kenê em temaşe dikirin. Gelo ev dê bi çi bê aşkerakirin?"
Agdîken helwesta mirovan a li hemberî teqînê jî wiha nirxand: "Niha li Enqere bigerin. Hemû kesên dê heman tiştî bêjin. Dê bêjin ewqas mirov mirin. Mirov dê bêjin 'Pirsgirêk tuneye li wir teror heye' Bila heman teqîn li Enqere pêk tê dê mirov çawa bertekê bidin. Gelo dê dîsa jî wisa bêdeng bin?"
'Divê Erdogan li dadgehekî navneteweyî bê darizandin'
Xwendekarê Zanîngeha Enqere Murat Erîşmîş diyar kir ku dema ji bo xwe ji germê biparêze kom bikire çûyî sûkê teqînê pêk hat û wisa ji komkujiyê xilas bû. Erîşmîş anî ziman ku ji ber hin kes Stenbolê dereng man daxuyanî dereng hat dayîn û wiha got: "Ji ber daxuyanî dereng ma em jî çûm me dê ji xwe re kom kirîban. Ji nişkava ve teqîn çêbû. Li tu cihan tedbîrên ewlehiyê nehatibûn girtin. Ligel navenda polîsan nêz bû tu kes li holê tunebû." Erîşmîş da zanîn ku ji ber bandora teqînê perçeyên mirovan derveyî baxçe belav bibû. Ermîş bilêv kir ku piştî teqînê TOMA'yan her du aliyên rê girtibûn û ev yek bû sedema ambulans dereng bên cihê bûyerê. Erîşmîş destnîşan kir ku gel bi derfetên xwe cenaze girtin û polîs li hemberî vê yêk jî bûn asteng û wiha axivî: "Gel gelek bi hêrs bû. Gel digot em cenazeyan dixwazin em dê xwedî li şehîdên xwe derbikevin. Hikûmetê piştî bûyerê hemû hêza xwe li wir kom kir. Êrîş li gel kirin. Polîs li hemberî tiştên pêk hatî gelek keyfxweş bû."
Erîşmîş derbirî kir ku divê hikûmeta AKP'ê û Erdogan li dadgehekî navneteweyî bên darizandin û wiha pê de çû: "Erdogan û Tirkiye piştevanên çeteyên DAIŞ'ê yên hemû cihan li hember in. Vê yêk jî vekirî dikin. Bi vê êrîşê piştevaniyekî çawa didin DAIŞ'ê nîşan dide."
'Komkujî berhemê walî ye'
Welatiyê bi navê Cuma Tokgoz (52) ê ku bi ciwanan çûye Pirsûsê jî wiha got: "Sedema komkujiyê Waliyê Rihayê ye. Ciwan heya seat 11.30'an mijûl kirin. Ji wan re dem da qezenckirin." Tokgoz anî ziman ku sedema ewqas ciwan mirin û birîndar bûn dewlet bi xwe ye û wiha axivî: "Tiştekî hêsan nîn e. Tu tiştekî nakî û bêçareyiyî. Ambulans dereng hatin. Ev hemû berhemên walî ne."
(bd)